merḧeba pare merhemî zamim

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 2 Xulek  732 Dîtin
merḧeba pare, merhemî zamim
fereḧî qelb û diłey nakamim
pare, be toye quwetî ejnom
eto dermanî bo zamî besom
pare girîkî diłî wêranî
wasîtey řûnî her dû çawanî
eto çatrî le biraw bawik
her etoy pare, piryaskey nawik
botoye bira bira ekujê
le řûy meydana xwênî eřjê
bo toye dewłet ḧerb eka î’lan
ḧeyat terk eka ebûrê le gyan
kasban bo to řoj heta êwar
hewłit bo eden le ladê û le şar
bo toye cerde ke řêge egrê
be gulle, cergî řêbwaran ebřê
bo toye ke jin ḧeya efroşê
xoy mehtuk eka le bo qiroşê
pare le dunya, her to enwênê
her wekû bulbul serbest exwênê
pare çend pyawî nefam û herze
be to bû be pyaw zyad bem new’ û terze
çend merdu ’aqił be bê derdî ser
dêne xizmetî ebin be noker
çend kesî nakes to kirdit be pyaw
kirdit be xawen dîwanî tewaw
be bê to pare çend saḧêb wecaẍ
mat û ẍemgîne derûn piř le daẍ
tenha xemřewên cenabî eme
bê pare beşî her cefaw ẍeme
hîç kes napirsê le saḧêb neseb
le qedru ḧurmet le ḧeyaw edeb
melay bêçare ke lêy epirsê
hezar yasîn û telqîn be filsê
kê be şêx ełê le kwêwe hatûy
derwêş be pułê sed zîkirî yahûy
ẍeyrî paredar hemûy betałe
kê melaw şêxî her le xeyałe
herkes parey bû ew kese pyawe
dêne xizmetî lemlaw lewlawe
eger paredar le feqîr bida
řezîlî bika te’ney lêbda
gelê pêy xoşe zor minetbare
lay nesîḧetew feqîr bêçare
pêy ełê ḧeqte herçîm pêbkey
lam nesîḧete herçîm pê biłêyt
mezłûmNasnava edebî bizane pare bo dunya
çend fezil û huner be însan eda