berzinceye merkezî ewlya û qutbî zeman

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  536 Dîtin
berzinceNava taybetye merkezî ewlya û qutbî zeman
berzinceye meskenî esfya û merdî cîhan
cêyekî piř ’îlim û wiłatêkî piř le ḧîlim
mekanêkî muqeddes, bo wîrd û zîkirî subḧan
xakî nezer kirdey tehaye be ḧeqîqet
nabê medḧî ew xake tewaw, nakirê beyan
ab û heway wek beheşt, abarî ’eynî kewser
cêgay sîdiq û sedaqet, cige le îns le can
canim fîday sirwet bê, ey xakî piř huner
ey îḧyakerî nebatat û cemî’î gyaw û gułan
lewsawe ke şêxeyn derçûn le dinya be wefat
sutawe baẍî emel tuşneye dił perêşan
hîmmet bike ey minewer be nûrit cumle wiłat
xelasî bê bełkû, diłî xestem le hîcran
diłî mezłûmNasnava edebî le keyfî bexşişî to wek mecnun
detkê le hewrî çawim, eşkim be mîslî baran