řojê bo seyran be keyf û sirûr
qełay siruçk
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
3 Xulek
538 Dîtin
řojê bo seyran be keyf û sirûr
çûme lay qełay siruçkNava taybet meşhûr
weqtê ebînim qełay bêşumar
gişt xirap buwe le sertabexwar
tewaw řûxawe dîwan û sera
şeqî birduwe wek taqî kîsra
pirsîm ey qeła konî wêrane
kê toy kird bîna le řûy zemane
***
kam ḧakim nexşey toy dařiştuwe
çi pałewanê toy wa kirduwe
witî: le ’esrî qedîmî zeman
«selîm şa» buwe, farsî ziman
minî bîna kird bo jyanî xoy
senger bûm bo xoy, řûnak bo asoy
xoy ḧukmî ekird bêbak le dunya
beydaxî ḧorî le bo hełkira
gelêk zordar bû, saḧêb pehłewan
sîlaḧî cengî şimşêr û qełxan
***
řojê «selîm şa» pirsî le jinî
le min çapuktir to kes ebînî
çalaktir le tom be çaw nedîwe
nawî kesêkim bełam bîstuwe
gelê şecî’e saḧêb cemale
xeylê xiromend zor be kemale
nawî meşhûre: seyd qelender
cêgay berzince, le neslî ḧeyder
***
bem qise xeylê «selîm» bû ẍembar
cwabî jinî da lêy hate guftar
witî: sibeynê be mewday xencer
ebiřim le bina serî qelender
ke hênam serî qelender bo lat
cesaretî min me’lûmî edat
emrî kird supa tewaw xiroşa
esbabî cengî be qoşen poşa
***
weqtê qelender xeberî zanî
selîm çend supa û leşkerî hanî
poşay be bała her wekû ḧeyder
şimşêr û qełẍan, pêkan û pêker
řûy kirde supa û leşkerî ’ezîm
ta le «siławge» geyşit be selîm
destî da şimşêr seyd qelender
be qesdî kuştin kewte naw leşker
selîm pehlewan destî da keman
le bo qelender xoy kêşa meydan
***
çend zerbey sextî da le qelender
be zeřbey selîm neyhêna zerer
destî da xencer qelender be qar
her wikû ’elî ḧeyderî kerar
be şîpî xencer ke hełmetî bird
serî selîm şay le ten cyakird
leşkirî selîm řûy kirde fîrar
be’zê bo zełê qismê bo kosar
qełay siruçk be zerbey huner
gîra be zorîy bazûy qelender
***
tewaw leşkirusupay selîm şa
hemûy teslîm bûn, seraser gîra
serî selîm şa, qelender derdem
le bo temaşa nardî bo ḧerem
ḧeremî serî selîm şay bînî
gah gah egrya, gah pê’ekenî
em wesfey ’eceb hate ber nezer
maceray pirsî seyd qelender
witî selîm şa le řûy ḧerem da
dwê fexrî ekird lafî lê’eda
***
eyût be zorî bazûy piř huner
ebiřim serî seyd qelender
fexrî kird boye wa kesrî hanî
lafî ’ekis bû, eyda zubanî
le paş nemanî ḧukmî selîm şa
sera û eywanim seraser řûxa
eme çend qerne emin wêranem
serkiz û şêwaw destî zemanem
ḧałim emeye bot ekem beyan
neşrîke mezłûmNasnava edebî bîke be î’lan