ey qełem to bom binûse be carê nawî bisim alilh

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 2 Xulek  629 Dîtin
ey qełem to bom binûse be carê nawî bîsmî alilhErebî
ey zuban to bom beyanke be da’îm nawî bîsmî alilhErebî
le îcray nwêj û dîne, bo ḧîfzî dîn her perjîne
dem be dem terke zubanit dexîle to be bîsmî alilhErebî
çi karê muşkîl guşaye, delîlî çoł û seḧraye
řefîqî karî tenhaye lêt me’lum bê bîsmî alilhErebî ye
çiray şewî tarîke, delîlî pirdî barîke
řefîqanit to ḧałîke yekser biłên ya bîsmî alilhErebî
karî giran sehil eka, diłî wêran te’mîr eka
hezaran şeytan zincîr eka, to her bixiwêne bîsmî alilhErebî
le eczay nwêj û dîne, le esbabî xwa nasîne
bo ayînîş ew perjîne, hemû şad bîn be bîsmî alilhErebî
ba’îsî awî kewsere, serbestî řojî meḧşere
řojî ceza mu’tebere, kake biłê to bîsmî alilhErebî
lêt me’lum bê nawî xwaye, zîkirî cumley enbyaye
«ewradî» şa hem gedaye şam û seḧer her bîsmî alilhErebî
dexîlit bim mezłûmNasnava edebî aman to bizane be řoḧ û cyan
feřit nîye be tozqałê eger nełêyt to bîsmî alilhErebî