ḧemd û senay zor le bo ew xwaye

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  317 Dîtin
ḧemd û senay zor le bo ew xwaye
mewcude da’îm le hemû laye
xałqî asman, ḧewt be ḧewawe
be bê kołeke û dîwar westawe
sifrey řeḧmetî daxist le zemîn
le bo mecusî û gebru muslimîn
le sifrey ewe be ’edil û kerem
řojane exon ’alem zor û kem
ferq naka dostî legeł dujminda
her kes be pê řizqî pê eda
mulḧîd kifir kaw řêy ’îsyan bigrê
le řizq û dozî filsê nabřê
dost û dujminî her be yek destûr
řizqyan edatê, bełam xwar û jur
qismê be řenc wihewł û teqela
hendêkîş eydat le lay «labela»
qismê be zorî qoł û hewłî şan
qismê tir eyxiwa nanî nawçewan
be qismê eda nigîn û îqbal
ebê be qarûn be serwet û mał
qismê ta nanî řojî esênê
řîxołew diłî be řenc epsênê
teqsîmî ezel çon boy danawe
her ewey heye hetakû mawe
be be’zê edat nanî muşeqet
be’zê îstiraḧet, seyran û sîḧet
mezłûmNasnava edebî pêy nawê xot mubtela key
bo dunya xot tûşî beła key