kesê darî nejadî qîmetî wek duřiř û gewher bê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
529 Dîtin
kesê darî nejadî qîmetî wek duřiř û gewher bê
newey ew gewhereş têrawî awî ḧewzî kewser bê
newek her cejnî emsałî hemû sałê be xoşî bê
le mewlame îtir mewla le mewlay yar û yawer bê
kesê te’rîfî guł ka ger be diłsozî, meke şubhe
demaẍî ger le sayey ew gułistane mu’etter bê
be zerdî têmege zerdî řuxî sûrim ke eybînî
le îksîrî mezey te’rîfe wa serpoşî exzer bê
çi xoşe darî nêjrawî bedes pîrî buxara bê
hemû sałê berê bigrê berî yaqûtî eḧmer bê
’edûy ejdad û eḧfadit lelay min ḧezretî - -Teksta ne aşkira
be kwêrî destî lê hełnagirim takû keř û ker bê
le te’rîfî guł û řêḧan huzarêkî weku û ’urfîNasnava edebî
’eceb nabê ke şêwey teb’î tamî şehd û şekker bê