demêke mubtelaye dił be ḧełqey daw û zincîrê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
553 Dîtin
demêke mubtelaye dił be ḧełqey daw û zincîrê
řefêqan hîmmetê, namerde, bom ken řa û tedbîrê
diłêkim bû xebîrî hoş û fîkirim bû ewîşim çû
şikayetnameyek xêra binûse xame teḧrîrê
dexîle xoy nexate agirî naw xaneyî sînem
mebada xwanexwaste řû bida emcare teqdîrê
perêşanim be destî leşkirî ẍem kwa mededkarê
xwa wêranî ka em şare têyda nemdî desgîrê
ḧesadet bote esbabî diłazarî be naḧeq lêm
xwa wêran bê em xaney ḧesûdanem be tedmîrê
heta key tefreyî wadey diroy emřo û ferday bim
ẍerîq mawim lenaw gêjawî beḧrî daw û tezwîrê
fîkir řoyî nema, za’îl buwe hawderdê nabînim
be deng hawarmewe bê bo xwa em fîkire tenwîrê
ezanî bo çî pêm řazî nîye diłber wehay fermû
lelayî pehliwî cwanî řakşê tîrê newek pîrêTeksta ne aşkira
diłî xestem ke çarey derdî nekirê lay etîbbayê
tecennun ’îllete ’urfîNasnava edebî xêra bînêre lay pîrê