le dûrî qedid û bałate perêşan xatirim îmřo

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  477 Dîtin
le dûrî qedid û bałate perêşan xatirim îmřo
letawî derdî hîcrane ẍułamî saẍîrim îmřo
lebî meygûnî to bû wa minî xistote em fîkire
lenaw cem’î edîbana şikur wa şa’îrim îmřo
xeyałî xałî řûy to bû ke dersî ’îlmî fêr kirdim
le ebḧasî ’ilûmî encuma wa mahîrim îmřo
weku ẍeyrim xwa ger nî’metê layq nebînê bom
be dû xeple û qumê aw ḧimd alleErebî şakîrim îmřo
nebînî zahîrim, lêşim mekewere şubheyî naḧeq
le xwa nasîn û ayîna be ḧeq min tahîrim îmřo
ke ẍayey min leser ’eşqî ḧeqîqet bê nîye bakim
xecałet mabê bed’efkar le fikirî ’atîrim îmřo
ke min pişt û penah û desgirim serdarî ’alem bê
le qebra bêşke ḧazirciwabî munkîrim îmřo
eya ’urfîNasnava edebî heta mawî le ayîn la nedey hergîz
ḧesûdanim syeh řû bin le fikir û baweřim îmřo