derdî ẍemî diłdare ke wa ’aciz û pestim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  519 Dîtin
derdî ẍemî diłdare ke wa ’aciz û pestim
wernê be biłindî wekû lûtkey everistNava taybetm
ew şoxe ke hawsuḧbetî eyyamî ẍemim bû
daẍî cigerm bo çî lepiř derçû ledestim
ẍa’îb le dû dîde, were serbanî dû dîdem
bê dîdenî toye şew û řoj badeperestim
te’sîrî fîraqit minî xistote xeyałî
lew řojewe etirsim ke biřom bit biperestim
ey yar bizane sebebî mat û melûlîm
dûrîy toye ẍembare be da’îm diłî pestim
řazî be qeza, cewrî řeqîb taney eẍyar
bêdîdenî dîdarte wełłahî mebestim
xozge le dûçawî minewe řûy xot ebînî
ewsate ebî ḧałî ke boç serxoş û mestim
min bûm le ezel hemnefesî meclîsî řendan
mestî qedeḧî badexorîy řojî elestim
’urfîNasnava edebî serit wa dyare legwê qebre elerzê
’umirim be ḧesabî serî sał sê yek û şestim