derdî ẍemî diłdare ke wa ’aciz û pestim
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
518 views
derdî ẍemî diłdare ke wa ’aciz û pestim
wernê be biłindî wekû lûtkey everistNamed-Entitym
ew şoxe ke hawsuḧbetî eyyamî ẍemim bû
daẍî cigerm bo çî lepiř derçû ledestim
ẍa’îb le dû dîde, were serbanî dû dîdem
bê dîdenî toye şew û řoj badeperestim
te’sîrî fîraqit minî xistote xeyałî
lew řojewe etirsim ke biřom bit biperestim
ey yar bizane sebebî mat û melûlîm
dûrîy toye ẍembare be da’îm diłî pestim
řazî be qeza, cewrî řeqîb taney eẍyar
bêdîdenî dîdarte wełłahî mebestim
xozge le dûçawî minewe řûy xot ebînî
ewsate ebî ḧałî ke boç serxoş û mestim
min bûm le ezel hemnefesî meclîsî řendan
mestî qedeḧî badexorîy řojî elestim
’urfîPen name serit wa dyare legwê qebre elerzê
’umirim be ḧesabî serî sał sê yek û şestim