kujrawim be çawî mest bîr û hoşim nemawe

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  454 Dîtin
kujrawim be çawî mest, bîr û hoşim nemawe
be qurbanî bałat bim řûmetit qendî xawe
xawenî mekir û nazî be ’îşwe xot enarî
çaw gelawêj gyamekem peçet bo çî dadawe
ew bê be wesiłit şad bim şewê ta řoj lelat bim
wa dezanim ke yezdan dinyay gişt be min dawe
ger bikem maçî gonat le batî mûçe û berat
temennay çîtir nakem îtir ta dinya mawe
řuxsarit wek mange, şu’ley bo gişt dinyaye
le kêşanî biroy to manîNava taybet teḧyûr mawe
çun hêşta kes neydîwe kê meḧbûbî way dîwe
eme ḧorî beheşte xwa boye way danawe
bêjin goranî û beste ḧîlmîNasnava edebî be bade meste
çend cwane qametî yar wekû seru westawe