kujrawim be çawî mest bîr û hoşim nemawe

From the Book:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
By:
Sheikh Muhammad Hilmi (1909-1985)
 1 minutes  455 views
kujrawim be çawî mest, bîr û hoşim nemawe
be qurbanî bałat bim řûmetit qendî xawe
xawenî mekir û nazî be ’îşwe xot enarî
çaw gelawêj gyamekem peçet bo çî dadawe
ew bê be wesiłit şad bim şewê ta řoj lelat bim
wa dezanim ke yezdan dinyay gişt be min dawe
ger bikem maçî gonat le batî mûçe û berat
temennay çîtir nakem îtir ta dinya mawe
řuxsarit wek mange, şu’ley bo gişt dinyaye
le kêşanî biroy to manîNamed-Entity teḧyûr mawe
çun hêşta kes neydîwe kê meḧbûbî way dîwe
eme ḧorî beheşte xwa boye way danawe
bêjin goranî û beste ḧîlmîPen name be bade meste
çend cwane qametî yar wekû seru westawe