’îlacî derdî îşqî xunçey lêwî şekkerbarî
Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
1 Xulek
2758 Dîtin
’îlacî derdî îşqî xunçey lêwî şekkerbarî
guł û şekker debarênê be ḧeqqet nutqî guftarî
felek zanî ke deşkê řewneqî bazařî mang û xor
şikandî pencekem ta min nenûsim wesfî řuxsarî
be ẍemzey nîm nîgahî sed diłî bêçare meḧbûse
le babil xwêndûye efsûn dû çawî bîçuwe ’eyyarî
be şu’ley şem’î řuxsarî desûtê dił wekû qeqnes
witim perwaneye, yařeb nîye wa bang û hawarî
wekû yusif egerçî muşterî westawe sef der sef
wekû tahîrNasnava edebî nîye emřo be can û dił xerîdarî