’îlacî derdî îşqî xunçey lêwî şekkerbarî

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  2213 views
’îlacî derdî îşqî xunçey lêwî şekkerbarî
guł û şekker debarênê be ḧeqqet nutqî guftarî
felek zanî ke deşkê řewneqî bazařî mang û xor
şikandî pencekem ta min nenûsim wesfî řuxsarî
be ẍemzey nîm nîgahî sed diłî bêçare meḧbûse
le babil xwêndûye efsûn dû çawî bîçuwe ’eyyarî
be şu’ley şem’î řuxsarî desûtê dił wekû qeqnes
witim perwaneye, yařeb nîye wa bang û hawarî
wekû yusif egerçî muşterî westawe sef der sef
wekû tahîrPen name nîye emřo be can û dił xerîdarî