muqedder ger nebê axir le mîhrî meh řuxanim çî

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  1577 Dîtin
muqedder ger nebê axir le mîhrî meh řuxanim çî
le nałenałî nîwey şew le ahî berbeyanim çî
nîşaney îftîxarî min le sînem daxî hîcrane
biřo ey nasḧî muşfîq le řutbe û ya nîşanim çî
ẍerez wa bû muqabîl kem legeł guł řengî řuxsarit
weger neybê qedî serut le seyrî gułistanim çî
min ke mîḧrabî ebroy to meqamî sucdegahim bê
îtir wek zahîdî xudbîn le mew’îdî cînanim çî
şewm wek řojî řûnake le şu’ley řûmetî ałit
bełê yekbare ba win bê, le mahî asmanim çî
be neyřengî felek cana le diłma derneçû mîhirit
ke min yek řeng û yek new’im le tebdîlî zemanim çî
be min qet nadrê tefsîrî ayatî serî kułimit
girane tahîraNasnava edebî bo min le te’rîf û beyanim çî