ya şêxî serwer ya merdî meydan

bo şêx meḧmûdî ḧefîd
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Ḧesenî Dizɫî
Berhema:
Mela Ḧesenî Dizɫî (1859-1946)
 2 Xulek  728 Dîtin
ya şêxî serwer, ya merdî meydan
ya şor û şeref pîr û mirîdan
ya umêdî kurd, ya şay hejaran
řoşnî ucax êl û tebaran
çî bêjim le wesif buzirgewarît
le řenc û azar, le derdî karît
gyan fîday xełk û řênmay însan
şem’î sûtawî řêgey kurdistan
xwardin û xewtin, aheng û şadî
fîdat kird, bexşît le řêy azadî
bûy be delîl û ḧuccetî xwa
bo êmey hejar, bûyte řênuma
layẍîyّruErebî, giftey xwaye
bebê to de’way kurd nařewaye
to sabtit kird kurdîş însane
wekû em xełke, xełkî cîhane
melîkî ewê, wek mêlûre û heng
herkes îjê na, serî da le seng!
bo kurd giłołey bextî têkeł bû?
têkaław pija û serujêro bû?
tif le kemtyar berîtanyaNava taybet
sed hezar le’net, le kebîrî wa!
sałanî sałe êmey bêçare
her pêman êjin, ḧewşetan lare!
xwa be xwayît le tewaw cîhan
nimûney kurdit nebuwe le dewran
kam sîfetî çak, kam xû pesende?
kurd le şerefda, çend hezar çende!
ba nełên hat û jya û paşan mird
kurd bo azadî, karêkî nekird?
to sabtit kird, bo hemû cîhan
gyanit fîda kird, le řêy kurdistan
serit berz kirdîn, xwa serberizit ka
gerden aza bî le herdû dinya
meḧmûdNava taybet fermûye bew sîne û sozî
ḧesenNava taybet îmřoman nebû, ba sozî
beş xwa zû zû meḧmûd binêrê
ḧałê tir be ser kurdana bêrê
em meḧmûd nebû, bełkû ew muḧmû
xwa gewretre le sułtan meḧmû!
ta bełkû êmeyş bigeyne awat
bêjîn be dîdar muḧemmedNava taybet sełewat!