ser wek mesîne seg leser sîne

min hełoy lûtkey berzî dałanîm (wełamî namey desełatdarêk)
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Ḧesenî Dizɫî
Berhema:
Mela Ḧesenî Dizɫî (1859-1946)
 2 Xulek  2754 Dîtin
ser wek mesîne, seg leser sîne!
alxbîsatu lîlxbîsînErebîe!
axir kam însan, desebray sege!
řefêqî tancîm, pê naşîrîne!
herkesê segî kird be hawxiwanî
ewe nokerî, îngilîsîne
qudret û serwet, cah û celalat
pêşkeş bewaney pêyan şîrîne
sed tif û leḧnet, le qurban qurban
le aẍa fermûy, yekcarim qîne
xom zelîl nakem bo fils û dînar
ewîş le sayey, ’îzzetî dîne
pêm xoşe nanî, co řeşî ’ebał
doyney xecîce û fate û cemîne
kałe û kilaşî saxte hewramanCih
naydem be qonrey, çermî mekîne
îslam û ’îzzet, ’îlim û keramet
kurd û şerafet, řesmî dêrîne
hey hû çen dûrîn min û nokerî!
emeş her corê kaselêsîne
selam seyîdî, wîrmene dînar
xûyekî pîs û zor naşîrîne
nakewme pîney diroy aẍayan
kewş û kirasî, xom ekem pîne
axir min qur’an wa le ser sînem
alitّyîّbatu lilitّyّbînErebîe
min hełoy lûtkey berzî dałanîCihm
hergîz wek qaław, nakewme çîne
ḧesenNasnava edebî bo meqam nokerî naka
sed car řyame, ew core jîne!