yekem û dûhem qonaxî nesrî kurdî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 4 Xulek  1073 Dîtin

selamêkî germ wiguř û piř bedił pêşkeş be gwêkiranî hogrî huner û bîstyarî hestyarî bernamey tapo.

biřê le gwêkire beřêzekan pirsyaryan kirduwe ke bo çi le beşî wêjeyî êran û kurdewarî û begşitî le wêjey řojhełata her basî şî’ir heye û le bernameketanda nawêk le nesir naben. ew gwêgre beřêzane pêyan xoş buwe bizanin ke nesir le kurdewarîya çi barêkî hebuwe û heye.

bełê eme raste ke le şerqa zyatir bawî şî’ir û witey rêk û ahengidarbuwe ta nesir û em base çen hoy heye ke ême laman waye lebername pêşuwekanda basman kirdibê, bełam wełamî pirsyareke:

pexşan ya nesir le edebî kurdîya likêkî sawaye, leber eme serdemanî pêşû barî taybetî jyanî kurd nyazêkî zorî pêy nebuwe.

ezanîn ke jyanî kurd bedû qonaxî abûrîya têpeřîwe: yekyan abûrî xêłatî û ’êłatî ke be ajełdarî û bexêwkirdinî małatewe bestirawe, dûhemyan abûrî fê’odałî ya derebegî nîştecê ke le ser zewî wizar damezrawe hîç kam lew dû jyane abûrîyane nyazyan be nesir nebuwe, çunke ne waq’e nûsîn ne şîkirdinewey bewrdî jyan beçeşnî nesir pêwîst nebuwe û legeł gyanî abûrîyeke nehatotewe, ta katê ke şarinşînî û lanî kem abûrî sewda gerî û bazirganî le şar pere egrê. bepêy ew peregirtine govar û řojnamey kurdîş peyda ebin û nyaz benûsînî nesir le edebî kurdîya xoy enwênê.

em nyaze û herwehaş peydabûnî nesir benawî likêkî taybet le wêjey kurdîya le beramber mêjîney şî’rewe sawa û kem temene, lem temene kurtey pexşanî kurdîşa dû beşî cyawaz ber çaw ekewê: beşî heweł zyatir terxanî rageyandinî mebestî ramyarîyew hêşta taşraw û rêkupêk û lêk û lûs nekirawe. nesrêkî piř le zenazena û rimberimbe ke zyatir le nutiq û xetabeyekî sakar eçê ke cige le řwałetî derewe manayekî cwanî le naweřokya neşardotewe; be corêkî tir biłêm hêşta nesir raspêrî taybetî wêjeyî des nekewtuwe û legeł xetabe û witarî handeraney diruşmidarî ramyarî cyawazî nîye, nûserî lew kateda şarezayî û pisporî gerek nîye, herkes xawenî- herçend kem û kem qûłayî û bê têbînî- des edate pênûs û rûperey řojnayek reş ekatewe. gahê nûser mawe bexoy ke mebestî tewaw şexsî wek sikała le des xizmêkî xoy ya gile le kabrayekî aporey nenasraw le řojnameda binûsê. nesrî ew kate piře le mebestî efsaneyî û mêtafîzîkî ke mezheb û řewştî konî efsaneyî exate řû, wek xew dîtin û awat xwastin, ełêy hemû kes le derûnya deryayeke ke ser řêj ekaw peleyetî le nûkî pilûskî pênûsewe bîřêjête ser kaẍez.

dwayî em beşe kemêk baştire, egerçî hêşta nesir nûsîn herwek minałêk ke xerîkî pê girtine, hełdestê û dekewêtewe, bełam fêrbûnî zimanî bêganew kiranewey řwangey herawî wêjey bêgane betaybet řojawa mawe eda ke wergêřaney şwêneware lawîyekan baw bê, wergêřrawekan nawerokêkî pitew û bekełkyan heye, bełam leber nebûnî desełatî wergêřekan, wişe hêşta naqoław nesazawe; başe eme biłêm ke lew kateda meydanî nûsraw her ser lapeřey govarekanew dastanê le zimanî bêganewe ebê terceme bikirê ke le lapeřey teng û teskî govara biguncê, bem çeşne zyatrî tercemekan dastanî kurt û nowêln. nesrî teḧqîqî le barey hoz û regezî kurdewe herwehaş wergêřanî şwênewarî kurdinas û oryantalîstekanîş berhemî ew kate. karim beser emewe nîye ke zor car biřway seyr û şyawî pêkenîn lem nûsrawane der’ekewê, yekêk sasanî bekurd edate qełem û kesêkî tir ke yanî bekurd ezanê û sêhemî partekan ebatewe ser regezî madî; bê ewe şarezay dêrînenasî û ’îlmî tarîx bin, ebînîn ke tenanet le mebestî teḧqîqîşa hestî be lez û xuroşanî gelî kar eka.

lebernameyekî tira leser em mebeste eřoyn û egeyne qonaxî sêhem ke lerastîya qonaxî dwayî û emřoyî nesrî kurdîye. ta ḧewtey dahatû xwatan legeł.