wełamî řexneyekî edîbane

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  725 Dîtin

jin:

selamêkî germuguř pêşkeş begwêgrî beřêzî bernamey tapo.

le bernamekanî pêşûda namey kak «miradî bextyarî»man bo xwêndinewe û bełênman da le bernamekanî dahatûda wełamî bideynewe, bełam baştire kurte û kakłêk le namey ew gwêgre xwêndeware beřêzeman dûpatekeynewe ta basekeman leyek nepçiřê û her wełamêk leberanber pirsyarêka bê û her řexneyek ke ew bira benirxeman le nûserî bernamekey girtuwe le cêgay xoya wełam bidrêtewe.

kak miradî bextyarî nûsîwyetî ke bo çi bernameke çeşnêk lênaken ke herkes xawenî çêşkeyekî hunerîye, bitwanê lew bernameyeda xoy binwênê?

bo wełamî em witeye ełêyn ême le mêje lem bernameyeda ramangeyanduwe ke bernamekeman dergayekî awałeye bo hemû ew kesane ke be berg û barêkî hunerîyewe dên. min řenge le hemû bernameyeka carêkim em mebeste rageyandibê ke tak her çende şareza bê - ke min bêguman nîm - awezî be hemû layek ranaga û herçende hunermend bê - ke min dîsanewe nîm - natwanê mekoy hemû hunerêk bê, tenanet tak leyek beşî hunerîşa natwanê bîruray leseda sed dirust bê. êmeş herwek kak mirad nûsîwyetî laman waye biřway hunerî û lêkdanewey ’atîfî hemû kes leyek cyawazî heye, bełam min naçarim le rageyandinî ew şitane ke belay minewe baş û rastin herwehaş naçarim bê bezeyî hemû dewrupşitî ew şitane ke le hunera belamewe dwakewtû û dizêwin rûn bikemewe, bêguman her kesê bo xoy rêga û şwênêkî hełbijarduwe ke paş hełsengandin û lêkołînewey pêy geyştuwe û ew bîr û biřwaye ke heyetî eykate terazûy hełsengandin û dyarîkirdinî ber cewend û nirxî şêweyekî hunerî.

ême hezar carman kutuwe û dîsanewe eyłêmewe ke ew hunere bê derbestane ke cenbey dînamîkî û lafî bizûtin û jyan û berewpêş birdinî qafłey komełyan têda nîye, belamanewe bê nirx û betałn, laman waye hunerê ke tenya fořim û qalbêkî mînyatořîyew hîçî tir û çeşnî dehołî deng zilî bê naweřok mêşkî komeł dênête îş, dijî hunerî rasteqînen. eger bê însafî neken ême leseretay peydabûnî hunerewe pêdahatûyn û be çeşnêkî giştî em baseman şî kirdotewe ke huner çon peyda buwe û bełgey be nirximan le mêjûy komełayetî berey ademîzadî be destewe dawe û herwehaş qisey mamostayanî huner û komeł nasîman kirdote şahîd mîsal. hełbet le pêş hemû şitêka taybetîyekanî şêweyekî wêjeyîman hełdawe û ta ew cêgaye le wizey deskurtî zanist û mawemanda bûbê hewłman dawe hoy geşanewe û pergirtin û kizbûn û lenawçûnî şêweke le barî abûrî û komełayetîyewe dyarî keyn. wek ezanê, eger dîsanewe be tewazu’ û xo bekem zanîyewe nefermûy nazanim, huner û hemû karubarêkî tirî komełayetî wek lîzgey zincîr beyekewe bestirawin û hemûyan te’sîrî muteqabîl û karî dûlayenyan leser yek heye.

hełbet min be pêçewaney «birtrandrasil» lam wa nîye eger lûtî «kil’opatřa» kemêk kurtitir bwaye, cîhan emřo be qonaxêkî tira tê’epeřî, çunke nexiş û te’sîrî tak her wek «pilêxanof» bekem ezanê leser naçarî mêjûyî û leser karî komełayetî; bełam emey ke emřo ême qisey lê ekeyn hunerew huner karî takî nîye. raste ke tak eyxułqênê, bełam karêkî giştî û komełîye. emeş taybetî bê kem û zyadî karî komełayetîye ke kar ekate ser komeł û le komełewe karî ekirête ser. bem çeşne der’ekewê maşerebenî weha ałoz ke her serey be şwênêkewe bestirawe, dozînewey cemserî karêkî dijware û min ke xom legeł ew pişêwew ałozîye wa xerîk ekem, hełbet herwek yekêk le êwe mafî ewem heye ke şêweyekim be lawe pê baş bê.

kakî min bêguman to ewet begwê geyştuwe ke ełên nûser pêwîst nîye bitwanê akam le nûsrawekey xoy werbigrê, ew raspêrî her emeye ke baş û xirap řûn bikatewe. belay minewe nûser û hemû hunermendêkî tir le pêş hemû şitêka ademîzadêke ke hemû taybetîyekî endamanî tirî komełî têdaye û her řûnkirdinewew derxistinî baş û xirap xoy çeşne akam wergirtinêke. ewey ke ełên akam wernegrê mebest emeye ke nûsrawekey nekate meydanî şî’ar û rimberimb, dena ewey ke «dastayûskî» enûsê peykerey sî sał çewsanewe leberamber derebegî berçaw beçliçira rûnewe rawestabû, mebestî kabray felaye; xoy etwanê handeranetrîn akam bê. dyare ke dastayûskî layenî felay çewsawey girtuwe û besîḧrî wişe hejarî û zorlêkirawî ewî le beramber derebegî têrutesel û zordar derbiřîwe.

ademîzad ewîş kesêk ke karî hunerî eka, çi nûsîn bê, çi şî’ir, çi neqaşî, çi peykeresazî û ew kesane ke řexnegir û hełsengênerî şwênewarî hunerîn, wek hemû kesêkî tir xawenî hestî xoş wîstin û naxoş wîstinin û natwanin kenar bin le kêşerî wîst û awatyan. cige lemane tikaye «kak mirad» ademîzadêkî layen negirim nîşan bida û bewatey kurdî serim bişkênê.

bełam ewey ke min le hunera xerîkî dirustkirdnî çêşkey îstandard û yek çeşnim. biray xoşewîst way da’enên ke biřway min le hunera biřwayekî baş bê, ca lew ḧałeda lawekanman zyanêk nabînin le şwên girtinî biřway min û eger dirust nebê leser êwe û hevałanî tirî wek êweye ke hełekanim rast bikenewe ta gwêgrekan tûşî hełe nebin. emane le katêkda eguncê ke min karekem karî hunerî rût bê. min lem bernameyeda zyatrî karim leser neqid û hełsengandin saẍ buwetewew eger lawêk biřway minî be lawe dirust bê, eme îtir dirustkirdnî çeşkey îstandard nîye. xotan ezanin ke min amadem bobîstin û wergirtinî întiqad û be’awat exwazim gwêgranî beřêz hemûyan çeşnî êwe gwê bigirin bo bernameke û eger tûşî hełeyek hatin ke bêguman bîrî wird û awezî bekar û çeşkey parawtan zor le bernamekeda tûş dê, bomî binûsin û minetbarim ken. ewa êwe û eweş bernameke, deyca fermûn bexêr hatin.

ta ḧewtey dahatû bexwatan espêrim. şewtan baş.