dwayîn qonaxî nesrî kurdî
selam le gwêgrî behest û huner peristî bernamey tapo.
le bernamey pêşûda basî nesrî kurdîman kird û qonaxî heweł dûhemî nesrî kurdîman hełda û bełênmanda ke emcar basî nesrî wêjeyî bikeyn ke dwayîn qonaxî pexşanî kurdîye.
le seretay merḧeley sêhema, nesrî kurdî ekewête ser barêkî tir û xoy le des heraheray bê sûd û bê kakił rizgar ekat. ew nûserane ke xeşî diłyan riştuwe û cantayan hîçî têda nemawe, maławayî legeł pênûs eken û řû ekene herêmêkî tir. nûseryetî ebête behreyek kehî hemû kes nîye. herwek şa’îrî, nûseryetî wêjeyî le nûseryetî teḧqîqî cya ebêtewe, wate lêkołînewey zanistî edrête zanayan û wêjey řût egeřêtewe bo lay hunermendan û ’atfedaran, dîsanewe her çen şî’ir- lêreda nesir û şî’ir- wate pexşan û witarî ahengidar û hełbest leyek nizîk ebnewe, herdûk raspêrîdarî şîkirdinewey ber û piştî jyanî komełayetîn; her kam beřwaletî taybetîyanewe, bełam hêşta pexşan řêgay rê’alîsmî betewawî nedozîwetewe.
eme seretay qonaxî sêheme û le encamî em qonaxeda dîsanewe gořanêkî berew başî dête pêş.
nûseranî kurdî êranî hewł eden rêbazêk ke nûserî kurdî ’êřaqî pyasey besera kirduwe, bê girê wigołtir ken û nawerokêk ke le ’êraqa pêkhatuwe pitewtir û behêztir ken û nek her le barî nawerokewe, bełku le řwangey dîwî derewe wate lebarî qalb û «fořim»yişewe bîřazênnewe; herwek şî’rî nwê le ’êraqa be mamosta goran des pê eka û le êran berz ekirêtewe û şwên egêřê, herwehaş pexşanî kurdî le êran gahê şan leşanî şwêneware berze rê’alîstekanî cîhan eda, hełbet le bîrman neçê ke wize û îmkan û bo lwan bo nûser zor şerte. bedaxewe gahê le êranîş pexşan kemî ekewête naw tem wimjî surir’alîsim û sembulîsmewe û le herêmî fam û têgeyştinî xełkî asayî dûr ekewêtewe. herçî bê eme řexneyeke leser nûsîn, legeł eweşa ezanîn sembulîsim pêtewîstêkî komełayetîye û emřo lanî kem nakirê nebê; em xoşardinewey «bûkî mana»ye lenaw taray wişe û le twêy «ḧerîrî te’bîr»da bo şî’rîş her heye. řenge hendê bipirsin ke axo eger pexşanêk zor sakar û bê girê wigoł nûsrabê, ya parçe şî’rêk ke îmaj û îsti’arey têda nebê cyawazî çîye legeł witarî asayî û řojane?
min lam waye ke řasteqîney derewe her wek hen paş ewe le derûn û hestî hunermenda cêgir bûn dernaxrêtewe. ’atfe řengî taybetî xoy le řasteqîne û řûdawî naw komeł eda. pêwendêkî zerîf û nadyarî le nêwan řûdawekana dirust eka. dwênê û emřo û beyanî be yekewe elkênê û akamyan be çeşnî hunerekey ca çi nûsînî nesrî, çi şî’rî û çi beşekanî tirî hunerî pê der’exa û ezanîn ke bo em derxistine wird û ’asteme ziman û wişe û lêkdaneweyekî wirdîş pêwîste ke naçare beriztir bê le rîzî asayî, bełam dapoşrawî û te’qîd û îmaje û îsti’arey dûr le deskewtî deskurtî xełkî geřek û kołan nabê ewende zor bê ke betewawî hunereke bikate şitêkî mînyatorî û rwałet cwan, bełam bê kełk û sûdî komełayetî.
êste tikaye gwê bigirin bo parçe pexşanêk ke le seretay nowêlêk wergîrawe û şwênewarî nûserêkî nenasrawî êranîye.
hetawî řojpeřî payîz bizey ełêy na bedłî maławayye. xwaye emřo çen zû têpeřî; dîsanewe yawî germî em minałe bêgunahe. ’ezîz le berberoçkî mizgewt hesta, xoy tekand û kemê çawî gêřa ke xwa ḧafîzî bika û berew mał bêtewe. kesî nedî, pêkenînêk wek bizey na bedłî hetawî rojpeřî payîz kewte ser lêwî... «wa dyare min le mêje serim berdawetewe û xerîkî bîrkirdinewem, hemû řoyştûn û min be tenya mawmetewe». hatewe bîrî ke hemîşe tenya buwe, kes nîye hewałî têşkaw bê. rastî hejar bo mirdin başe?! serî hełêna leser aso çawî bedarî wişkî çak kewt, bayekî nerim peřoy şînî darekey eşekandewe. ew peřoye xoy dwênê le darekey hałandibû, eyzanî hîç naka, bełam baş bû bołey le xêzanî ebřî.
―«to hîç nakey, nabzûyewe. hîwa leşî wek polû egřê, toş her destew ejno danîştûy. axir nûşteyek, şexis û pîrêk».
―«kiçê afret nexoş çî dawe beser nûşte û do’awe?! hîwa sermay buwe, gyanî rûte ebê bîbeyne lay duktor».
katê bîrekey bem cêgaye geyşit pêkenîn girtî:«kam duktor? be kam diraw?!» henaseyekî sardî hełkêşa, wek byewê le des em bîre ałozane raka, hengawî hełbiřî berew mał.
―«hîwa çone, afret?»
zor bo wełamekey matił nebû. le beyanîyewe çu buwe derewe ke pareyek peyda ka, bełam hîçî bo nekirabû. çuwe ser serî hîwa. lêfeyekî şiřî besera dirabû, hełî dawe. areq zengoł zengoł leser gonay germî hełnîştibû, henasey baştir ehat û eçû.
xêzanî pirsî:
―«karêkit bo kira?»
’ezîz serî berdawe û be’espayî kutî:
―«ne, emřo gizîrî aẍa hate derkî mizgewt û dengî dam bo bêgar, beyanî comałe».
xêzanî be nałînewe kutî:
―«xwa hełî negrê»
’ezîz wek kesêk leber xoyewe qise bika kutî:
«eme raspêrî serşanî xomane!»
ta ḧewtey dahatû be xwatan espêrîn, şewtan baş.