beře her le lay tenkîyewe dedřê!

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  1060 Dîtin

kołan geřekî şar le jêr popeşmînî mangeşewa xewyan lê kewtibû. henasey jîn carcar be’espayî ehate gwê. dû diłdar le jêr sêberî serderanêka qisey şîrîn û hîwa bizwênî ewînyan beguyê yektira eçpand. serxoşêk le meyxaney ser řûbar egeřayewew bedengêkî besoz xałey řêbwarî ekut. wişekanî herwek hengawekanî têkeł û pêkeł ebûn, gahê destî be dîwarêk egirt û bedesresřêkî çiłkin ke le pêşa wa der’ekewt piřbuwe le xwardemenî mezey areq û êste hîçî têda nemawe areqey ser gonay giřgirtûy esřî. gahî polêk xełk paş şewbaş û toxoş û min xoş le małêk ehatne derewe. pirşingî çiray nawmał wek mafûreyekî zerdî karî kirman le dałanî tarîkewe řa’exraw egeyşte ser tarîkayî cogey serşeqam, paşan bepêwedanî derga epêçrawe û tenya řengî nîwe řengî mange şew ema le bizeyek eçû net ezanî bizey diłtengîye yazerdey diłxoşî. polî mîwan be wituwêjyana dyar bû ke le xwazbênî egeřênewe. yekyan ke genictir bû eykut ca eme bû be çî, de hezar timen mareyî, guł û gwarey zêř, jêr çenew milwankew ayne û oyney giranbayî, heyt û hût û ciřu canewer, ser ta pa xwar pênc dest cil û berg, piştênî peşmîney qedîm, kirasî zirîwe û çîmenî kurdistan, kułoncey çawî em û řîşî ew! cemał eger hemû emane bikřê, paşan ebê bo nanî şew dest bo em û ew dirêj ka. kes nîye beḧacî biłê eme kiç beşudan nîye, kiç firoştine.

yekêkyan kutî:« ca be’ême çî bira!!? leserman bû biçîn û xwazbênî bikeyn û kirdiman, sazan û nesazanekeyan xoyane. cemał jin dênê û ḧacî kiç bemêrd eda, ême lem nêwaneda serî sîrîn yan quniçkî pîwazîn?» yekî tiryan wedeng hat û gutî:«keçe řibeye kes pêy napêwê, leber xoyewe dełê şazde».

zenazenayan her dehat û kemtir dehate gwê û xirmey pêyan leser qîletawî şeqam ebřayewe. min sê çwar řoj zûtir nebû hatbûme ewşare, bełam etgut hemû temenim lewê řabirduwe. leber çî hênde hogrî şarêk bibûm ke beřwałet hîç cwanîyekî têda nebû? nedar û şînayî, nekêwî berz û befrawî, nexanûy xoş û meydanî beguł û çîmen. xom nazanim ke hî ewînêkî kitupiř bû ke le diłma xerîkî çiro derkirdin bû, ya ewînêkî le mêjînetirim lew şare le diłda bû. ewînêkî ewto ke gelê beřêztire le keşim û neşmî endamî kîjołeyek ya bizey lêwêkî ał û nîwnîgay dû çawî kał. ewînêk ke minî dekird behawşarî xełkeke. ademîzad le dwênêy û emřo û beyanî û şareke bîrî dwênê minî şîraze girtibû. emřoş dû çawî meřî řazawey şermêkî kiçane becadûy řwanînêkî germ, hogrî konî min bem şare bûjandewe.

ew şewe min le bîrî şareke û řabirdûy û emřoy neçûbûme der. le her goşeyekî şarekeda tapoyek westabû û le řûbendey efsanewe pêçrabû. etgut peykerey meřmeřînî mezne pyawêke û hêşta perdey leser lanebrawe. emane bîrî mêşkim bûn û bîrî demarim, bełam diłîşim sereřoy bîrêkî tir bû. bîrî çawkejałêkî şilkenemam ke dengî etkut çipey be’espayî şewbay şewgeřew lar û lencey le řewtî askêkî siłî tirsaw eçê, em dû bîre tilawtilyan dam û bederdî xewřewênewe hestam û çeşnî meqestêk bedest bergidrûyekî naşarezawe le ḧerîrî zerdî mange şew nîştim. bê ewey bizanim bo kwê! hengawim bê ewe nyazî be fermanî mêşkim bê, berewpêş eçû. şarî mîhreban, dengî pêy minî ekird belêdanî diłî. qangiłey kołan lejêr pêma epêçrayewe û heł ekiraw min katê be dewr û piştima řwanîm cige le çend xanûberey bemore dirustikirawî yek nihomî laru kom, nîşaneyêkî le şar nemabû. xanûberekan hêndêkyan benûrî bêřengî mangeşew le bizeyekî bê tewjimî řenceřoyek eçûn ke xoyşî nazanê bexoy pê’ekenê ya komeł û asman û xwar û jûrî nêwan taqmî ademîzad bote hoy pêkenînî? hendêkîşyan ke sêberî şaxyan beserakşa bû etkut gincî nawcawanî monî kesêkin ke şikawe, bełam nebezîwe. bêdengî tenha dengêk bû ke lem małanewe eylûrand. min ew şewe zanîm ke bêdengî çende berz û gwê keřker û zirawbere. etirsam bełam ekêşram berew xanûberekan. gořistanî zînduwan ebê çî têdabê ke bê řezatrîn kełkełey min han eda ta biçim û le zarî zîndûy zînde begoř ser derbihênim. hengawêk, dû hengawî betirs, ta katê sêberî kêw minîşî dapoşî. bexoma řwanî, bibûm beyekêk lew xanûberane ke xanûbere nebûn û tapoy xanûbere bûn! ne, lêkdanewekem kurtî hêna, min bibûm begyanî xanûberekan, gyanêkî sergerdan ke leber dergay hemû xanûberekana ewêsta, gwêy egirt û çipey ewîndaraney bûk û zawayekî beşermî lenaw xanûberekanî lê egořa legeł lêdanî diłî xoy û nałey sawayêkî nexoşî legeł axêk ke derûnî agirîn ekird lê têkeł ebû. afretêk begryanêkî bergîrawewe eykut: «çî bikeyn pyaweke?» dengî pyawêk le dirzî dergawe xoy begwêma eda ke wełamî eda: «řû le xuda bikeyn!» bełam wadyar bû zorî em witeye bejnekey kutbû, katê ke çend sał lêreweber zemawendî kirdibû û bo şewî yekemî jyanî xêzandarî her ewendey bedestewe bû ke ew řoje bequřkarî peyday kirdibû û paşanîş zor car kutbûy: «afret! kar nîye xuda çakî neka.» emşew ke korpe sawakeyan bê seru ziman kewtibû destyan behîç layek řanedegeyşit, le xoy řanedî em witeye dûpat katewe, bełam ew pyawî małeke bû, ebû qiseyek bika.

bayekî serşêt, kelênêkî dabuwe dergake! min emdî afreteke beçawêk seyrî minałekey ekaw çaweřwanî řûdawêkî tałe, beçawêkî tirîş eřwanê bo şuwekey lay waye etwanê derûyekî řûn lem şewe řeşe bikatewe. emdî ke saway bê tawan, kułmî be’agirî taw û yaw bote polûy agirî sûr û emdî ke pyawî lêqewmaw ke lelayek şû bû û le layêkî tirewe bawik, her le wişeyek egeřa ke hendê hîwadartir bê lewey ta êsta gutûyetî. min xom pê negîraw leber xomewe kutim:«beře her lelay tenkîyewe edřê!» şûy ser lêşêwaw bê ewey bizanê dengeke le kwêwe hat, beşwên minda dûpatî kirdewe:«beře her lelay tenkîyewe edřê».

bay aramî serî şew, eylûrand û çeşnî çinciřûkî afretêkî azyetbar řûmetî kêwdar û dewenî eřnî. îtir şar cwan nebû. bîrî kîje belence û lareke ledłima nemabû. dił bexem û ałoz, berew şar degeřamewe ta pena berim bo xew. le dûrewe dengî serxoşêk ehat û ba, ser bendekey behemû şara biław ekirdewe:

řêgakem dûre menziłim kwêstane
şewm lê dadê, xem lêm mîwane