kam şa’îr lay komeł řołeye?

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  816 Dîtin

selam le gwêgrî behest û huner peristî bernamey tapo.

«gewreyî» gewretrîn şa’îr û nûser, ya her hunermendêkî tir lewedaye ke herçî le diłya heye û her mebestêkî bedesteweye baş bînwênêtewe. herwek awêneyekî řûn ke her şitê le beramberya bê, lenawya der’ekewê. hunerî îlqa kirdin û řageyandin û têgeyandin, hunerêkî here mezne û řastîyekey eweye ke zorbey kes ledłî xoya şa’îr û nûsere. bîrî yekcar cwan le zor mêşk û derûna heye ke xawenekey şa’îr nîye, wate natwanê bîre cwanekanî bixate çwarçêwey wişe û ’îbaretewe. ke weha bê, cyawazî hunermend legeł xełkî asayîya ewe nîye ke baş hest ekaw baş cwanî enasê, çunke em hêz û twanaye le xełkî tirîşa heye. ewey şa’îr le xełkî asayî beriztir ekatewe û cyay ekatewe emeye ke heste derûnîyekanî baş be xełk řa’egeyênê. řageyandinî hestî şa’îrane, yanî ew çeşne heste ke têkeł buwe legeł hewênî ’atîfe û řwałet û qalb û çeşin û terzêkî tirî peyda kirduwe, yekcar dijware, çunke şa’îr zor şitî wirdî weha ebînê ke dîtnî bo zorbey komeł sakar nîye. cige lemeş şa’îr tenya pilanêk le karesatêk ya řwangeyek hełnagrê ke bê dest lêdan û gořîn bîxatewe berçawî seyrankar, şa’îr betaybet şa’îrî emřoke naturalîsim beşêweykî dwakewtû ezanê, weha nabête koyley tebî’et ke bê deskarî kopî lê hełgirê. şa’îr, şey’ wimekan û ḧałat, wate ew şitane ke le dewr û berîn, ew kate ke têyda ejî ew nefsanyat û ḧałetane ke heyetî têkeł ekaw awêneyêkî lê dirust eka ke tewaw ew şite nîye ke le derewe heye û xełkî tir eybînin. bekurtî karî şa’îr sitatîk static û westaw nîye, wate zêhnî şa’îr çeşnî mekîney wênegir leyek ḧałetî qeysî yek katî kurt wêne nagrê. şa’îr dînamêke dinamic, wate bedrêjayî zeman û kat le cûlanewe daye çeşnî fîlmî sînema, le seretay peydabûnî şitêkewe ta dwayî hatnî ew şite lehemû ḧałêka eydate ber tîşkî rûnak kirdinewe, bo nimûne, borepyawêk ebînî ke minałêkî birsî le baweş daykî tirsaw û ser lêşêwawda xewî lêkewtuwe, hendêk ke eřwa ebînê minałêkî xiřu xoł û çawgeş û lêw sûr lenaw baẍçey piřguł û sewzey ḧewşî bawkî dewłemendya xerîkî kaye kirdine. bo ew borepyawe eger zor tênegeyştûbê, ya diłî tewaw řeq û řeş bê, dîtnî ew dû řwange cyawaze basî hîç şitêk naka. borepyaw tê epeřê û nexşêk nakewête ser hestî, ya eger hestîşî cûła, her bo maweyeke paşan eçêtewe ser barî asayî xoy, tenanet eger eguncê kesêk em dû řwangeye bibînê û karêkî giran û şwênêkî qûł bixate ser hestî û le bîrîşî neçêtewe. bełam ew hewêne ke le hestî ewa meyîwe, her lay xoy emênêtewe û ew berheme ke hatote ber her legyanî xoya paşekewt ebê û hergîz beçeşnî şî’rêk ke xełkî tirîş le řasteqîney karesat bigeyênê û ewanîş wek xoy bixate ser ziryey bîr û xeyałewe beriztir lem řadeyeş eguncê řûbda, wate kesêk, ke ew dû řwangeyey çaw pêbkewê, řwangey minałêkî lawaz û bê hêz le baweşî daykêkî hejar û nîgeran û şiřoła û minałêkî leş pitewî çawgeş û bizoz le baẍçey beguł řengawî bawkî dewłemendya, diłî lem cyawazîye seyre piř bê le xem û byewê xełkî tirîş têgeynê ke çî dîwe. bełam ya her basî ew řwangeye ekaw lêkî nadatewe ke bo çî wehaye ya eger şarezaş bê û byewê hoyekanî em berz û nizmîye derxa, natwanê bezmanêkî hunerî bidwê û eger twanî eme, hunermende û xełkî asayî nîye.

şa’îrî emřo ełê ke le komeła tûşî fiłan mebest ya karesat ya řwange hatim, belêkdaneweyekî zanistî lêkmidawe. wate beru dway şitekem hełsengand, hoyekanim leseretawe şî kirdewe, paşan ew mewda xawey ke komeł û tebî’et dabûyan bemin û lejêr tîşkî zanista bebaşî serincim lêdabû, birdime naw kargey zêhin û ’atîfey hunerîmewew lew kargeyeda řêk û pêkim kird, lêk û lûsim kird, ewey wa dizêw bû beřengî huner řazandimewe û bekurtî şitekem gořî, bełam nek gořînêkî ewto nenasrêtewe. paşan ew deskirdey kargey xeyałî xom xiste ber timaşay xełk, ewanîş lêy têgeyştin, çunke legeł eweşa ke legeł qisey řojaney xoyan cyawaz bû bełam bezman û lêkdanewey ewan bû pêyan xoş û gwêyan bo şil kird, çunke derdî diłî xoyan bû, leber eme ke şa’îrim bûm be saḧîr û komeł le xoy pirsî: çone wa ezanê ême çîman natewawe? çîman ewê? we beyanî jyanman çon ebê? min ke şa’îrim û saḧîrim û ezanim komeł çî nîye û çî heye û çon ebê lewaney ke heyetî kełk werbigrê bo bedest hênanî ewaney wa nîyetî, xoşewîst bûm, begwêm kiraw qisem řewa bû, şî’irim birewî peyda kird û komeł nawî nam: «řołe»

ta bernameyekî tir hemûtan bexway gewre espêrîn. hîwadarîn şadman û bextyar û serkewtûbin.