tirawîlke
selam legwêgrî behest û huner peristî bernamey tapo. tikaye gwê bigirin bo parçe pexşanêk.
le hodeyekî berew hetawda her danîştin û çaw le derga biřîn, ta key zarî bestiraw û tewêłî genc û monî derga bezerdeyek bikirêtewe û bejnêkî kiçaney kełeget lenaw dû tay dergakewe, derkewê, leber dergawe bedemtewe pêbkenê û paşan beřewtêk ke pyaw ekewête gwêmanewe ke em dûpê biçûke beser zewîya eřon yawek mijî beharî beser zewîya nerim û nyan xişke eken, berew lat bê û bedengêkî aşna pêt biłê, dey çonî û paş ewe wełamit dayewe, des pê bika bebasêkî ke hezareha carit bîstuwe, bełam hergîz bîrit nekirdotewe ke wişew witew watakan bojo û konin, le pêşa kemêk xogirtin ke eme çi jyanêke? bîstinî hezaran nałe û nîwenûze, bebîr hatnî hezaran destî bê goşt û heykelî be’êsqan carêk le byafra ew carekey tirî... we lewêwe bîrit biçê bo ew hemû genme ke le awî oqyanûs ekirê ta nirxî bazařî bijêw neşkê, gwaye nirxî bazař diłî ademîzade, eger şik...
řastî min karim çîye beser em qisanewe? xerîk bûm biłêm to le hodeyeka ke hemû cîhanî toye danîştûy behîway keşim û neşim û le nicewlarî bejin û barêk. řastî derdiman çîye? ew awrey ke bewatey ’elî berdeşanî:
:ber bote derûnî derûnxanê
:ne be bay dekujêtewe ne be baranê
:ne be paç û pêmeře û gił weserdanê
:daxwa biłêsey kam kiłî danemirkawe?
dwênê şew hengî serşêtî bîr û xeyał le pilûrey serma pûrey dabû, îtir xewî çî? ba hestim biřom lew sêbarî şeweda ke heway derewe ziringawe betasey bonî dûrtirîn koystanî ser betemî piř le hełałe û beybûnewe serim hełgirim û kemêk pyase bikem. kołanî çoł le êşî hezaran qondere û pêławî kîne le diłî řojane řizgarî bibû, eḧesayewe û min le jêr pêma lewane bû henasey hêdî û leser xoy xewî xoşî paş şeketî zewî bibîstim. bo wehayn ême? bo bê emek û napak û sipłeyn legeł yek, tenanet legeł ser zewîş? legeł hewa û deryaş. her beçend mang carêk kargêkî jarawî le nêwada û sîbîrî û oqyanûsî gewreda eřwênîn, dêwêk lenaw telesmî zeřře beřeła ekeyn. ca hezar hawar bepûlêk çunke ême behêztirîn, řegî milman estûre, ba her le şeqam danîşê ew pîre jîrey ke nawî «řasêl»e? meger akamî çîye cige le şeket bûn û xinkanî gwêy begirmey bê wiçanî şeqamî piř le řewřewey asin? her kes gîrodey şitêke û daxî giran emeye ke hîç şitêk ta ser nîye. ne! mebestim eme nîye ke ademîzad pîr debê û demrê, ya wek ew şa’îre xoşewîste xefet bixom ke cwanî dem û çaw ta ser namênê bo pyaw. mebestim ew butaneye ke eyantaşîn bedestî xoman ta nezanînman zaxaw ka, ta hîwaman bibziwênê. paş maweyekî tir le bîrman eçê ke lepêşa çêw û çîlke bûn eyanperistîn. ta êre her nezanîye bełam bekê biłêm ke derdî zanîn gahê le êşî nezanîn tałtire, but taşîn derdî nezanîye, bełgey bê hêzîye, bełam herçî bê, hîwaye bo zîndû man. derdî gewre katê dił piř eka mêşk tê ega bot hîçî le dest naye. řûxanî but, yanî řûxanî hîwa. ca her but taşînew but şikandin. her hîwaye û bê hîwayî. řastî kameye řêga? kwanê xałî řêbwar? min çî ełêm xałî řêbwarîş butêkî tire.
jyan yanî ewendey ew maweye ke tînûyek berdetrawkeyek çaw eka le yekem hengawewe ta hengawî dwayî, ta ew kate tê’ega awekey bote berdî dagîrsawî ber hetawî germ. tînwetî naxoşe. beşwên aw geřan naxoşe. dîtnî berdetrawke xoşe, bełam le hemuwan naxoştir emeye ke têbgey her çî be’awit zanî tirawîlke bû, nek her to, her çî ademîzad dozîwyetewe û eydozêtewe tirawîlkeye...
eme parçe pexşanêkî sembulîk bû pêşkeşman kird bew gwêgre beřêzane ke zor car bename le êmeyan pirsîwe boç le bernameketanda pexşanî kurdî nanasênin û nimûneyan naxwênnewe? boç le bernamey tapoda ke gwaye bernameyekî hunerîye û ebê behemû layekî hunera řabga zyatir basî şî’rî kurdî eken? ême le wełamî em pirsyareda ełêyn ke bernamey tapo basî hemû çeşne hunerêkî begşitî kirduwe û zorcarîş pexşanî kurdîman lem bernameyeda biławkirdotewe, bełam baştirîn wełam becêhênanî wîstî gwêgrekane bekirdewew em parçe pexşaneş nîşaney řêz danane bo wîstî ewan. ca êmeş tikayekman legwêgre beřêzekan heye, ewîş emeye ke le şwênewarî nûseranî kurd herçî destyan kewt bomanî binêrin, tenanet eger xoşyan lêhatûyî cewherî nûseryan heye le şwênewarî xoyanman bo binêrin ta paş lêkołînewe benawî xoyan biławî keynewe. ta bernameyekî dîke xwatan legeł.