beyt tewaw betanupoy xomałî çindirawe

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  1498 Dîtin

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo. le bernamey pêşûda gutman ke şêwe wêjeyîyekanî şî’rî kurdî birîtîn le çwar şêwe:

«şêwey şî’rî witarî» ya «beytî»
«şî’rî hîcayî»
«şî’rî ’erûzî» û
«şî’rî nwê».

herweha le witarî pêşûda basman kird ke leber çî şî’ir ber le nesir le naw kurda û řenge le hemû xorhełatîşda peydabuwe.

«şî’rî witarî» ya «beyt» belay minewe gencêkî hêja û samanêkî gewrey zewq û çêşkey hozekemane. her leber emeye ke «basîl nîkîtîn» û «xaçatûr ebûyan» şa’îrî ermenî ełên: «folkilorî kurdî ewende piř û berz û xêrumende ke hozekanî tirî hawsêy kurdîş kełkyan lê wergirtuwe û kewtûnete jêr te’sîryewe».

em kurdinasane řast eken; bo nimûne beytî «xec û syamend» ke «hohans şîraz», şa’îrî ermenî kirdûye beşî’ir, tenanet ewende naweřokî beytekey be xomałî zanîwe ke syamendî kirduwe be ermenî û bem çeşne behreyekî le folkilorî kurdî kirduwe be nisîbî hozî ermenî.

beytî«mem û zîn» legeł eweşa ke beçend řewayetî corbecor gutrawe beşêkî zorî le efsane û ustûre têkeł kirawe, le layek «mem»y «alan»e û le layekî tir «mem» kuřî mîre tenanet nawî «ḧełeb» û «biraym paşa»ş ke řûn nîye çon hatûnetewe naw beytêkî kurdîyewe, le beytekey dabřawe. bełê paş ew hemû gořane û legeł em gişt gêřanewe le yek dûraneş katê «eḧmedî xanî» nemir beyteke kirduwe beşêwey ’erûzî, le şîrey gyan û zewqî xoy zor mebestî xwanasane û felsefî hełřişitote naw beytekewe; bełam akamî karekey «xanî» behoy pênûsî cadûkar û bîrî şa’îraney xoy û naweřokî têr û teyarî beytekewe, bote şakarêk ke wêjenasêkî gewrey şûřewî le berzîya eyxate pał «şanamey fîrdewsî»yewe û be yekêk le sê şwênewarî gewrey xorhełatî naw eba.

şî’rî beytî zortir basî řûdawe mêjûyîyekanî naw kurd eka û ya xoy bew mebestane xerîk eka ke le naw kurda cêy řêz û xoşewîstîn, wek beytî «dimdim», beytî «qer û gułezer», beytî «şêxî sen’an»- ke em beyte mebestî ẍeyre kurdîşî têdaye- beytî «zenbîl firoş» -ke zor leser guzeştî «bûda» eçê- beytî «awřeḧman paşa», beytî «şêr û keł», beytî «meḧmeł û biraymî deştyan» û zor beytî tir.

le beytî kurdîya şwênî zanistî bêgane û diruşmî laweyî berçaw nakewê û sûje û naweřokekan tewaw kurdîn, leber eme beyt be nawî folkilor bas kirawe û bedaxewe bê derbestane beser em řasteqîneda têpeřîwin ke beyt şêwey taybetî katêkî dabřaw û dyarîkirawî jyanî kurde; şêwey jyanî ajełdarî ta egate peydabûnî emîran û binemałe eşřafe kurdekan. bełam wek ezanîn beyt hergîz basî jyanî şarinşînî kurd naka û le hîç kam le beytekanda ême tûşî basêkî ewto nabîn ke terxan kirabê bo derbare biçûkekanî emîranî kurd, wek «bedirxanî» û «erdełanî» û «babanî».

beytî «leşkirî» û beytî «awřeḧman paşa» hî katêke ke kurd emîrî gewrey lê hełkewtuwe û em emîrane têkełn legeł řamyar û syasetî êran û ’usmanî û împiřatoranî řûs. bełam beyt bêj karî ewe nîye ke em pêwende wirde syasîyane lêk bidatewe û her leser pê û şwênekey xoy eřwa û be gez û řibekey xoy eypêwê. «leşkirî» boye xirape, çunke legeł gewrey xoy xirap cûławetewe, nek leber eme ke legeł împiratorî ’usmanî sazawe «yinî çerî» û sułtanî ’usmanîş boye xirapin û boye le beytekeda benawî «biłḧe řomî» nawbirawin, çunke mîrêkî kurdyan becamêk jaraw bê gyan kirduwe, nek leber eme ke hêrşyan hênawete ser kurd û hebûnî netewayetîyan le naw birduwe.

eme basî naweřokî beyt bû; hełbet zor be kurtî, çunke le seretay nûsînî bernamey tapo û bûmelêłda, be dirêje leser em base çûyn û êste mebest le dûpatekirdinewey tenya emeye ke kurteyek le witarekanî pêşû ke nizîkey pênc sał beseryanda têpeřîwe bêtewe yadî gwêgre beřêzekanman, bełam řwałet û qalbî kelamîy beyt bizanîn çone?

beyt her wek le naweřoka tewaw kurdîye, le qalbîşa wehaye. le beyta kurt û dirêjî mîsra’ ya řazandinewey řwałetî witar beçeşnê ke le şêwey ’erûzîya heye, le berçaw nîye û be giring danandirê. le beyta mosîqay kelam û ahengî wişe giringe û bes. têkełî û peywendî beyt legeł mosîqa ta řadeyeke ke her beytî be’ahengêkî taybetî mosîqa lê edrê, tenanet eger wişe û witarîş nebê, şimşał jenêkî kurd etwanê beytêk lêbda û gwêgir xêra bizanê ke xerîkî lêdanî kam beyte.

gwêgrî beřêz başe eme bizanê ke lem bernameda ême basî jyanî kurdewarî ekeyn, jyanî giştî kurdewarî û karman beser eme nedawe ke şa’îrêk û ya zana û nûserêkî be netewe kurd, be ’erebî û ya zimanêkî tir çî nûsîwe.

nûsîn be çeşnê ke hemû layek bigrêtewe û le hewêłî giş kesêka bê, le camî’ey ajełdarî kurdida nebû. leber eme wêjey nesir nûsînîş ta katê ke jyanî şaristanî kurd damezra û sêławî xêłat le hatuçoy germên û kwêstan damirka perey negirt.

ełên bełgeyek dozrawetewe ke be zimanî kurdî nizîk be beşî goranî nûsrawe û lew nûsraweda sikała kirawe le hêrşî ’ereb û kujanewey awirga û tałanî awayîyekanî kurd; hełbet bo zanînî em mebeste ke em parçe, ya ew pêste wa şî’rekanî leser nûsrawe hî kam dewreye, emřo keresey baş heye û zû ekirê bizanrê ke parçeke hî hezar û çend sed sał lêrewbere, yan tazeye û destî kabrayekî hełperest bo naw û pare konî kirduwe û benawî bełgeyek bo mêjîney wêjey kurdî xistûyete řû. herçî bê kon ya taze, eger çî le barey wêjeyîyewe le kon naçê û dyare leser şêwey hîcayîye, şêweyek ke tenanet ew kate le naw farse pêşînedarekanîşa nebû, bełam herwek gutim kon û taze bûnî em nûsrawe řêgay lêkołînewekey ême nagrê û nabête mayey em bîre ke laman wabê şêwey hîcayî ber le şêwey beytî le naw kurdewarîya hebuwe. ême zor zana û mela û nûser û mêjû nûsî gewrey kurd enasîn ke le zanistî îslamîya hełkewtû bûn, bełam ew kesane legeł eweşa cêgay řêzin, nayene naw basekey êmewe, çunke be kurdî şwênewaryan nîye û asaryan serçawey le jyanî kurdewarîyewe negirtuwe.

ta ḧewtey dahatû ke dîsanewe pêkewe deçînewe ser em base, bexwatan espêrîn.