seretayek leser wêjey kurdî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 8 Xulek  1460 Dîtin

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo. řîze witarêkman sebaret bejyanî komełayetî kurd des pê kirdibû û le çend bernameyeka basî pêşîney mêjûyî kurd û ewey ke key û le kwêwe hatûn bo em gořepanî êrane, bekurtî kira. hełbet pêm başe le pêş hemû şitêka bo çendemîn car dûpatey kemewe ke min le herêmî mêjûda desełatim ewende nîye ke gumanêk bo gwêgrî be hest nemênêtewe leweda ke ewey wa eynûsim tewaw diruste ya hemû ew řasteqîneye ke mêjûnusan qamkyan bo řadaştuwe û nîşanyan kirduwe.

bo basî mêjûyî min xom gwê egirim bo nûsrawe hêjakanî mamostay berzî kurd cemîl řojbeyanî û le řastî lanadem ke zor kelkyan lê wer’egirim. mamostay diłsoz le mêjûy êrana destî dawete lêkołîneweyekî here benirx ke le pêşa ne mêjûnûsêkî êranî û ne mêjûnûse bêganekan û ne tenanet mêjûnûsêkî kurd bem çeşne zanistîye nûsrawêkyan nîye.

mamosta le naw mêjûy êrana geřawe û hemû ew řûdawane ke beçeşnê peywendî legeł kurda hebûbê, koy kirdotewe û xistûyetewe ser yek. em karey mamosta hem xizmetêkî gewreye bemêjûy êran û hem têkoşanêkî hêjaye le pênawî kurdida.

mamosta beřêkxistin û kokirdinewe birdinewe ser yekî ew binemałe kurdane ya ew ’êle kurdane ke çen lapeřey piř xebat û koł nedanyan le mêjûy êrana piř kirdotewe, bo hemûmanî derxistuwe ke hozî kurd ta çi řadeyek te’sîrî le mêjûy êrana hebuwe û çon bo parastinî aw û xakekey beramber bezordar û dagîrker westawe.

binemałey ḧesnewye û şwankare û ’eyarye řapeřîn û xizmet û koşşyan le mêjûy êrana dyar û berçawe. bełam kem kes hebû bizanê emane kurd bûn û êsteş kem kes heye tewaw şarezay xebat û şořşyan bê; çunke mêjûnûsekan ke binaẍey karyan leser lêkołînewey giştî mêjûy êran danawe, beşêkî zor kurtyan bo em binemałane terxan kirduwe.

hêjayî karî mamosta cemîl řojbeyanî lemewdaye ke em hemû kitêbe mêjûyîye le ejmar bederey êranî pişkinîwe. ew peřawane ke be’erebîş sebaret bemêjûy îslam û êran nûsrawin le çawî tîjbîn û bîrî wirdî şarawe nebûn, tenanet bekoşşêkî zał û mandûnebûn û ’îşqêkî ewtowe, ke her le pyawanî zanist eweşêtewe, peřawe îngilîzêkanîşî xwêndotewe zor car manay wişeyekî îngilîzî le xom pirsîwe û bexo kem zanînêkî ’almanewe sereřoy şwên hemû zanistêk buwe lem herêmî mêjuweda, ca akamî zanist û mandûnebûn û îradey mamosta bote çend peřaw ke ekirê le mêjûy kurdida nawî binrê: «hengawî berzî serkewtû û karî hêjay kes nekirdû.»

hîwadarim mamosta bitwanê em çend peřawey le çap bida û xwêndikare kurdekanman şareza bin ke hozekeyan çi xizmetêkî be’êranî xoşewîst kirduwe. hîwadarim kospî pare û çewtî pîtî qełayî çap, berdî sard û germî nexate ser řêga û min benawî şagirdêkî mamosta her nizam le des dê û sipas.

paş em base ke pêwîst bû bikirê, egeřêmewe ser basekey xom. le lêkołînewekemanda geyştîne ser basî edebî kurdî. bibûrin ke min car car naçarim çend hengawêk labdem û basêkî aporenwên bihênme gořê. bêguman em base beřuwałet aporane bo řûnkirdinewey dewruberî basekeman bekełkin.

wêje herwek ezanin basêkî ’ededî û ryazî nîye û dabřawî û negořî û qet’îyetî zanist le hunera berçaw nakewê û řenge le hîç likêkî zanistî mirovayetî, wate ’ilûmî însanî wek felsefe û sosyolojî û saykolojîşda ḧetmîyetî zanist nebê. huner řaste le eşya û ḧałat û nefsanyat û herweha le barî berçawî komełayetî kełk wer’egrê û toşe heł’egrê, bełam katê em şitane birane ber destî zemîrî fennan û derûnî însanewe, egořên û çeşnêkî tir dênewe derewe û xoyan enwênin. bo nimûne çyay «bêstûn» wek berçaw ekewê eçête naw bîr û zeynî şa’îrewe, şa’îrîş bo řwanîn herwek xełkî tir dû çawî heye, bełam le derûnî şa’îra «bêstûn» tenya çyayekî berz û berdełan nîye; tenanet şa’îrêk le beramber řwangey bêstûna wek mêjûnûsêkîş bîr nakatewe û naçêtewe ser řûdawe mêjûyîyekan ke eme berdenûsî «hexamenşî»ye ya«sasanî», bełkû bîr le diłî sûtaw û leşî le xwên hełkişawî «ferhad» ekatewe. dengî teşwê û gułîngî «ferhad» lewpeřî sinûrî efsanewe, le çyay derûnî şa’îra deng edatewe. şa’îr weha legeł «bêstûn» û « ferhad» û efsaney «şîrîn» têkeł ebê ke xoy ebê be«ferhad», pênûsekey ebê bekułîngî «ferhad»û derûnî piř deng û coş û xiroşî ebê beçyay «bêstûn»û şîrey hestî ebê beşî’rêk gelêk řûntir lew kanyawe ke le leşî «şîrîn»y egirte baweş û gelê sipîtir lew coge şîrey ke le çyay «bêstûn»ewe ta naw golî koşkî «xusrew», becadûy hunerî «ferhad»y endazyar serewlêj ehate xwarewe! sebaret be«şîrîn» û «ferhad» gelêk hełbestey cwan nûsrawe, bełam hemû basî diłdarî û derdu pejarey «ferhad» û «şîrîn»e, wek emew le bîrçûbêtewe ke řûdawe mêjûyîyeke û berdenûsekan şitêkî tir ełên û katî nûsranî ew taşeberdane ebenewe bo zor ber le katî xusrew perwêzî sasanî.

bem çeşne hem min benawî nûserî bernameyekî wêjeyî, betaybet emcare ke basekeman sebaret bewêjey kurdew hem êwe benawî gwêgrî pispořî em bernameye mafman heye herkam corêk bîr bikeynewe; çunke dû û dûnîye ke bika çwar. basî huner û wêjeye û zyatrî leser lêkdanewey şexsî û takîye. hełbet başe emeşman le bîr bê ke tenanet le hunerîşa esłêk û mentiqêk heye û hunermendîş naçare le berçawyan girê, ca eger ewey min eyłêm belatanewe dirust nebû û bîrêkî tirtan hebû, qeydî nîye huner wek aw waye, le her defir û kaseyeka şikił û qalbê egrê le wêjey kurdîya çwar fořim û qalbî cyawazman heye:

* şî’rî witarî ya beyt

* şî’rî hîcayî

* şî’rî ’erûzî

* şî’rî nwê.

le edebî nesir wate wêjey pexşan bas nakem, leber eme ke çeşnî taybetî jyanî kurdewarî ke ta sałekanî dwayî sedey ḧevde dewarinşînî bû zortir legeł wêjey hełbestida ehatewe, hełbet eme le zortirî wiłate xorhełatîyekana berçaw ekewê û wêjey şî’rî hem zûtir des pêkirawe û hem le barî zor û kemîyewe le pexşan zortire. wêjey hełbeste û honrawe leber eme ke řewan û leser ziman sûke, baştir leber ekirê û le sîney beyt bêjanî kurd baştir etwanê hełbigîrê û legeł germên û kwêstanî xêł biřwa. lew kateda ke ême qisey leser ekeyn û mebestiman, awayî tenya benawî xêł bezêkî kurtî zistanane kełkî lê wer’egîra û paş xêł xêzî seretay behar awayî îtir awedan nebû û çen małêk ke pêyan egutin paş małey xêł le awayîya, emanewe. jyanî abûrî kurdewarî leser binaẍey ajełdarî damezrabû û komełî ajełdarî kurd leber hatuçoy hemîşeyî le germênewe bo kwêstan û geřanewey le kwêstanewe bo germên, derfetî xwêndewarbûnî kem bûn, çunke xwêndewarbûn pêwîstî bequtabxane dirustikirdin û nîştecê bûn hebû û eme karî komełî ajełdar nebû, leber eme edebî nûsrawe neytiwanî pere bigrê. şî’ir ekira be yad bispêrrê û leber kirê, bełam nesir nedekira. bem çeşne wêjey witarî ke her baştire biłêyn şî’rî witarî le kurdîya peydabû.

le bernameyekî tira leser em base eřoyn, xwatan legeł.