zarawekanî zimanî kurdî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  13070 Dîtin

selam le gwêgrî bernamey tapo. le çend bername lemewpêşewe destiman kirduwe be lêkołîneweyekî ewto ke hemû lan û barêkî jyanî kurdewarî bigrêtewe. emřo geyştûyne ser zimanî kurdî. hełbet sebaret be zimanî kurdî le pêşa basêkman le bernamey řabirduwa hebû û lewda beşkirdinekey «mekkenzî» û «tofîq wehbî»man bas kird û herweha basî çen core beşkirdinî tirîşman kird. emřo ew beşkirdinetan bo bas ekem ke belay minewe le hemuwan baştire, bem çeşne:

zarawey kirmancî jûru û ya şîmal, yekem. zarawey kirmancî xwarû ya cinûb, dûhem. zarawey goranî, sêhem. zarawey kirmaşanî, çwarem.

hełbet le naw likî ew zarawe esłîyaneşa cyawazî heye, wate fer’î mukirî legeł fer’î suleymanîya ke herdûkyan likî zarawey kirmancî xwarûn, cyawaze. şêwey duwan û mexrecî pîtekan û pał be pîtekanewe dan, wate tekye leser ḧerfekan û çeşnî eday pîtêkî taybet le suleymanîya legeł mehabad û beşekanî tirî mukiryan cyaye. bo nimûne, pîtî dal le suleymanîya dalî kilore betaybet le dway wişekanewe, ełên: sewpenca. bełam le mukiryan be taybet ledewrûpşitî mehabad ełên: sedupença daleke baş der’ebiřn. carcar le suleymanî û dewrupşitî suleymanî dal çeşnî gaf teleffuz ekirê, betaybet eger paş daleke ke pîtî dway wişeyeke, wişeyek bê ke pîtî yekemî legeł dalî kilora bo gutin qurs bê, wek em şî’rey mamosta goran: «her çen ekem ew xeyałey pêy mestim»... weha dête ber gwê ke biłên: her çengekem!

... cyawazî zore, emeş yekyane ke le suleymanî zortir ew «elf»ane ke le pêş «nûn»ewe hełkewtûn her wek xoyan be«elf» teleffuz ekirên, bełam le mukiryan betaybet le naw ’êlî dêbukirî û mamş û pîran û menguř û gewrkî beşî «mehabad» û «nełên» ew «elf»ane eken be«y», wek nêw. em cyawazîye wate gořanî «elf» be«y» le nêwan şêwe duwanî «mehabad» û «sine»şa heye. le «sine» ełên: «pa», le «mehabad» ełên: «pê». êlatî dewruberî «mehabad» ełên: le şarî bûm. le cêgakanî tir ełên: le şar bûm. ya bo nimûne «mehabad»y ełên: «destim da tifengê» û sineyî û seqzî û suleymanî ełên: «destim da tifeng» ya «desim», lêreda mebest «y»y dway tifenge, nek des û dest; ke ewîş xoy corêke le cyawazî wek «des û dest», «mas û mast», «řas û řast», emane hemûyan cyawazîn le şêwey duwana û le wişeşda cyawazî heye. wek «qaç û laq», «xas û baş û çak» û zor wişey tirîş. bełam em cyawazîye biçûkane weha nîyn ke bo nimûne şêwey duwanî suleymanî û sineyî û mehabadî ewende le yek dûr bikenewe ke nekirê betêkřayan bigutrê zarawey kirmancî xwarû.

mebestêkî tirîş ke lêreda eşê bigutrê emeye ke bepêy nizîkî herêmî zarawekan le yektir, cyawazî le nêwan likî zarawekana peyda ebê, wek eme «mehabad» hawsinûre legeł «řezayye» û kurdekanî dewruberî ew şare, wek: «şikak», «herkî» û nizîke le kurdekanî dewruberî «xo» û «şapûr». wek «celalî» û «mîlanî»yekan. leber eme zor wişey zarawey kurdî kirmancî jûrûy lewan wergirtuwe, wek eme le mehabad û le naw danîştuwanî dewrupşitî mehabad zerbulmeselêk heye, ełê: «eger zanîyan ezim, eger neyanzanî dizim!». le katêka egutrê ke kesêk bo karêkî xirap çû bê û sûd wergirê le nasyawî xoy lay ew kesane ke kare xirapekeyan legeł ekirê. ez lem zerbulmeseleda wişeyekî kirmancî jûruwe û bemanay «min»e, eger zanîyan ełêm minim, eger neyanzanî dizîyekeyan lê ekem. ya ełên: «řonîşe!» wek «řone»y kirmancî jûrû. be«seg» ełên «kok», hełbet «sipłot» û «seg» û «se»şî pê ełên, ke«kok» û «se» le kirmancî jûrû wergîrawin. sine leber eme ke le zarawey goranî nizîktire wişey ew zarawey zor wergirtuwe. bokan û seqiz ke le nêwan mehabad û sineda hełkewtûn şêwey duwanyan ke hendêkî le mehabadî eka û hendêkî le sineyî eçê, eme bo zarawey kirmancî jûrûş her diruste. şêwey duwanî barzanî ke nawbaretre û nizîktire le zarî kirmancî xwarû; wişey em zarawey zortir têdaye, bełam «sitřaktor» û esas û payey ziman le hemû zarawekana yeke.

ba biçînewe ser basekey pêşûman; gutman ke «kurdî» 4 zarawey gewrey heye, kirmancîy jûrû, kirmancî xwarû, goranî, kirmaşanî.

  • kirmancîy jûrû, zarawey kurdekanî turkye û ermenistanî şûřewî û kurdekanî suryeye, şîmalî kurdistanî ’êřaq û kurdekanî ẍerbî ziryey biçûkî řezayye û kurdekanî qûçan û kurdekanî demawendîş bekirmancî jûrû edwên.
  • kirmancîy xwarû, zarawey kurdekanî cinûbî kurdistanî ’êřaq û kurdekanî ẍerb û şîmalî ẍerbî êrane, hełbet le ẍerb, kirmaşan û dewruberî lê cya ebêtewe ke ewan xoyan ekewne ser zaraweyekî tir benawî kirmaşanî û le «şîmalî ẍerb»yiş dewrupşitî řezayyey lê cya ebêtewe ke ewanîş gutman bezarawey kirmancîy jûrû, ya şîmal qise eken.
  • kirmaşanî, ke xełkî kirmaşan û serpêł zehaw û qesrî şîrîn û êlat û xêłatî dewrupşitî ew şarane bem zarawe qise egen.
  • goranî, em zarawe zor le farsî kon nizîke û gořanî zor besera nehatuwe. leber eme hendê ełên ke řenge ew zarawe kurdî nebê. eme hełeyekî gewreye goranî bê guman kurdîyekî kon û nizîk le kurdî madî. tofîq wehbî le beşkirdinekey xoya nawêkî le zarawey goranî nebirduwe û bo min dernekewtuwe ke çon lêkołer û kurdinasêkî wek wehbî bem bê derbestîye beser em mebesteda têpeřîwe? zarawey goranî bezarawey «hewram enasrê, wate zor kes le batî zarawey goranî ełên zarawey hewramî. le katêka hewramî likêke le goranî, bełam leber eme le êran û ’êřaqa ew kesane ke begoranî edwên, zyatryan likî hewramîn. em nawnane baw buwe. kemayetî wek: syame sûrî û řojbeyanî û zengeneş her leser hewramî naw ebrên, hełbet eme lebarî zanistî zimannasî û tenanet komełnasî kurdîşewe hełeye; beşêkî zor le «syamesûr»yiyekan êsta le efẍanistan ejîn û be goranî edwên.

bernamey em ḧewteyeman dwayî hat û le bernameyekî tira eçîne ser basî wêjey kurdî û beşekanî ew wêjeye, ta ew kate xwatan legeł.