miḧemmed seddîqî meḧmûdî, beşwên mamosta goranewe

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1400 Dîtin

goran hełkewtey şî’rî kurdî, le ’êřaqa çawî kirdewe, lewê jya, lewê hełîda û lewê çawî becîhan poşî. şî’rî şêwey nwê eger begoranîş des pê nekirabê, lanî kem ewe qisey têda nîye ke behoy goranewe pitew bû, řazawe û cêgay xoy kirdewe. goran ewîndarî řastî û řewanî cwanî bû; çi le siruşta û çi le afreta. bwêrane gutî: cwanî le xwawe behreyeke piř bepêst bo afret û gutî:

bełam tebî’et hergîzaw hergîz
bê řûnakîye bê bizey azîz

xuřey qełpezey kef çerênî çem, şiney sêberî darî gwêz û tû, tûlemarî řêye ke dexuşête naw daristan, gaşeberdê ke gerdûn tilî pê nedawe, kolke zêřîney paş baranî zor, gułebeřojey qij zerdî çawkał, hemûy emane û giş cwanîyekî tirî siruşt bo afret, hoy lêkdanewe û hestî ayînî bûn. gyanî şad bê ke besakarî û diłpakî ladêyyekewe gutî: xway yekemîn cwanîye lebarî ayînewe.

goran ewto bû, ewîndarî dił piř le hestî cwanî û ew xeyałey wa pêy mest bû, baş twanî bîxate naw çwarçêwey hełbestî. ne řimbeřimbî bêhûdey nasyonalîzmî tewaw wîşkî nîzîk befaşîzmî lêwe dê, ne bê derbestî şî’rî îndîwîdwalîstîy (individualism) le komeł terîk bûnî pêwe dyare. em dû nimûneyem boye hełda ke bedaxewe le herdû bara taqmî wehaman hen, ke ya her xoyan ebînin, ya her gelî xoyan layan waye şeř, şeřî nêwan dû řegeze, ya dû hoz, ya dû gel û tewaw le çilonî çînayetî û abûrî dûr û....

goran weha nebû. ademîzadêkî têgeyştûy şa’îr bû; bełam şêwey le ’êřaqda paş xoy peyřewî zor bo peyda nebû. leber çî weha bû? xotan lêkîdenewe. çunke basêkî tire û lêreda cêgay nabêtewe.

bedaxewem ke naçarim ewe biłêm ke şa’îrî kurd le ’êřaqa neyantiwanîwe řêber bin; zyatir çawlêker bûn. şwêngirtûy komeł bûn, bê ewe hewłêk biden bo gořînî berew pêş birdin. leber ewe şî’rekanyan zenazenay bêhûdeye û řimbeřimbî sakar. mebestim şa’îranî gence, nek ew birayaney řabirdû. yekêk lew îsti’dade befîřo çuwane belay minewe «hejar»e ke beřastî xesare. kes nîye pêy biłê mamosta! xwên, ewîş xwênî ademîzad, ewîş bem şêwe giştîye ke to gutûte çon pîs ebê? we aya guř û fîçqey xwên le ban tîẍî deban le şî’ra hênanewe, xûy sadîsmî û pyaw kujî le gela handan, le katêka kabra hatû gutî: «birale ademîzad yekin û ewey to beřwałet eybînî şeřî nêwan dû neteweye, le řastîda şeřî nêwan dû abûrîye» sûdî çîye? lêreda mebestim řexne girtin nîye û zyatir leser em base nařom; bełam emewê biłêm ke şêwey mamosta goran paş nemanî xoy le ’êřaqa perey negirt û le êrana zyatir hogrî bo peyda bû. yekêk lew peyřewaney şî’rî goran, mamostayekî gence, benawî mamosta miḧemmed seddîqî meḧmûdî mukiryanî.

hełbet ew mamostaye hêşta neytiwanîwe şêweyekî taybetî û serbexo bidozêtewe û newek qalb û dîwî derewey şî’rekanî le hî goran deçê, bełku her naweřokî şî’rekanîşî heman naweřokî şî’rî gorane. emeş şî’rekanî

mamosta miḧemmed seddîqî meḧmûdî:

xuřey hełdêr, şimşałî şwan
ke bo hełbest îlhamî xwan
çend besozin, çend sêḧrawîn
lay layen bo korpey ewîn
demî beyan şiney şemał
diłî bê tîn dênête ḧał
wenewşey kiz le nêw tema
exate naw kořî sema
bepişt piştî qamkî siruşt
wextê ke xor piřşingî řişt
gîtî hemûy deşt û kêw
bizey zêwînî dête lêw
be’ahengî hewrî behar
firmêskî şadî dête xwar
le çawî asmanewe
bemujdeyî jyanewe
le kêw û tel, deşt û çya
le ser peřî guł ya gya
çend nexşîne, çend cwan awing
katê ke lêy eda piřşing
wirşe û tirîfey mange şew
le sûçî dił eda peřtew
exate naw agirî sûr
tase, meyl, hest û şi’ûr
ewane gişt eden be gyan
jyan, bełam kamyan
wek nîwnîgay hî diłdarîn
awa le naxî dił karîn?

mamosta goran ełê:

çend be aheng, çend sêḧrawîn
egeřên pořn ya mirawîn

û kak miḧemmed seddîq ełê: «çend besozin, çend sêḧrawîn». «wenewşey xamoş le jêr tûtřika» hî mamosta «goran»e kak seddîqîş «wenewşey kiz»y hênawe. cige lemane tewawî şî’reke naweřokî her emeye ke mamosta goran gutûye:

kam tase, kam meyl, kam çawenwařî
telesmawîye wek hî diłdarî

min lam waye ke em şa’îre hewênî şa’îrane le hestya zore û çaweřwanî ekirê bezûyî řêgay taybetî serbexoy, xoy bidozêtewe.

bo aşnayetî pitir legeł xwalêxoşbû «mela miḧemmed sedîqî meḧmûdî» (1316-1365), biřwane dîwanekey benawî «wenewşe», ke le sałî 1367y hetawîda le layen «întîşařatî selaḧeddînî eyyûbî»yewe çap kirawe.