goran û cwanî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  1892 Dîtin

selam le gwêgrî be hest û beřêz û hunerparêzî bernamey tapo.

mamosta goran û şwêneware benirxekanî lewane nîye ke le çen witarêkî çwar yeke se’atîya binasrê. bełam eger hemû cwanîyekanî hest û çêşkey mamostay nemirman bo hełnadrê û katî tesk û tîwarî bernameke řêgeman nada. xo naşkirê lem hemû cwanîye çaw bipoşîn û belay gułzarêkî bon xoşa têpeřîn û piř bederûn sîney lê piř nekeyn. ca kewaye naçarîn karêk ke le bernameyeka nalwê, le bernameda bîkeyn. hełbet dîsaneweş natwanîn bełên bideyn ke hemû cwanîyekanî şî’rî goranman bas kirduwe.

mewlana celaleddînî řomî, şa’îrî here gewrey fars lêreda egate firyaman û becwantirîn şêwe deskurtîman eşarêtewe. mewlana ełê:

ab dirya gir kinî dir کûزەایFarsî
çind ginicd qisimit yik رûزەایFarsî
ab dirya ra agir nitwan çişîdFarsî
him bih qidir tişnigî bayd çişîdFarsî

manay em dû şî’re be kurdî ebête eme: eger bitewê awî derya biřêjîye naw gozeyekewe her beşî řojêk eba, bełam egerçî natwanîn hemû awî derya hełmijîn, lanî kem be’endazey tînûyetî ebê bixoynewe.

goran nizîkey 23 sał lêrewber wate le berwarî 25/6/1950da le hewlêr seretayekî kurtî bo komełe şî’rêk benawî «beheşt û yadgar» nûsîwe û lew seretayeda ełê: «beheşt û yadgar komełe şî’rêke le dîwanekem. seranser legeł babetekanî cwanî û diłdarî xerîke. hełbestî way tyaye ke bîst û pênc sał, bełku zyatir, lemewpêş danrawe. herweku hî çend mang lemewberîşî tyaye. beşî zorî konekan beweznî ’erûzî û kurdîyekî konî têkeław bezmanî bêgane nûsrawin. uslûbîşyan kone. yan wek hî salim û nalî leser pê û şwênî ẍezel hełbestirawin, yan ew core uslûbeyan têda kirawe be sermeşq ke mamosta «m-nûrî» û hawřêkanî le edîbe tazekanî turkî usmanîyan wergirtuwe û le serdemêkî sinûdar (1920 - 1930) şî’rî kurdî nawçey silêmanîyan pê taze kirdewe. em konane zorbeyan benawî «yadgarî kon»ewe kirawin be beşêkî cyawaz.» paşan mamosta goran le seretayekda bo nasînewey taze û konekan miqyas û terazûyek edate dest û enûsê: «řêgay here çak bo cwêkirdinewey taze û konyan çend wirdibûnewe le ziman û loẍetî pê nûsînyan řaspêrî ekem, heç hełbestêk wişe û terkîbî ’erebî û farsî zor tya bê be’endazey ew zorîye, kone; pêçewaney eweş dyare pêçewaneye!»

wa der’ekewê ke mamosta le şêwey ẍezelda peyřewî le nalî şa’îrî here berz û nask xeyałî kurd kirduwe û paşan maweyek çote ser ew şêwe tazeye ke mamosta nûrî û hawkarekanî le şêwey tazey turkekanî ’usmanîyan wergirtuwe. ew şêweye le nawçey silêmanîya le 1920ewe ta 1930 wate mawey de sał le geşekirdina bû.

le wêjeda şa’îre gencekanî împiřatorî ’usmanî yanî ew împiřatorîye ke axir û oxrî jyanî bû, şêweyekî nwêyan damezrand ke le çaw şêwe konekan ke leser şêwey ’erûzî ’erebî bû, şêweyekî taze bû. ew şêweye bepêy pêtewîstî kat û begwêrey gořan û teḧewwilî bîrubřiway gelî turk peyda bû. şêweyek bû şořişgêřane û netewayetî. bełam herçî bû legeł barî gelî kurd nedehatewe û mamosta nûrî û hawřêkanî behemû koşşyanewe neyantiwanî bergî kurdaney leber ken û bîken be xomałî. çunke legeł qonaxêka ke kurd ew kate pêya tê’epeřî, cyawazî hebû û yektiryan nedegirtewe. mamosta goran yekem şa’îrî kurde ke ta ew řadeye ewîndarî cwanî buwe. cwanî hełatnî xor, awabûnî xor, řewtî cwan, řwanînî cwan û bekurtî her şitê ke ekirê sifetî cwanî bo bihênrê. betaybet cwanî afret. le komełe şî’rî beheşt û yadgara çawman bem serdêřane ekewê:

afret û cwanî, řewtêkî cwan, awatî dûrî, gułî xwênawî, xozgem bepar, sikała, bo cwanî sereřê, bestey diłdar, cwanî le ladê.

hemû em şî’rane sebaret becwanî afretin û ême le dwayî em bernameda le komełe şî’rî beheşt û yadgar, parçe şî’rêktan bo exwênînewe. şî’reke nawî sikałaye û lam waye pêwîst eka kemêk le kakłekey bidwêm.

kuřêkî gencî asayî ke ne zor cwan çake û ne le hîç barêkî tirewe zyadebeşêkî heye, tûşî kiçêkî here cwan ebê. kiçêk ke le hemû barêkewe le kuřeke lepêştire. leber’eme kuře hest eka sûdî nîye qisey legeł bika û řazî diłî la bidirkênê, ya tenanet seyrî bejin û bałay kiçeke bikat. lewlaşewe kîjołey cwanî belencewlar, leber xoyewe bîr ekatewe ke em kuře gence boç wek gencanî tir serî bo dananewênê û pirêskey diłî bo nakatewe. le akam wa tê’ega ke ew gence xo begewrezan û xo parêze û ebê besedan diłberî cwankîley hebê û naperjête ser ew. her em xogirtin û bê dengîyey kuřeke karêk eka ke kîjeke byewê em qeła połayîne biřûxênê û ser bem gence xo bezil zane daçemênê. le pêşda bezerdexendey nadyarî, paşan be’îşařey çaw û biro peyẍamî diłdarî bo kuře řewane eka. kuřîş le xuda exwazê ke ser û gyanî bixate pênawî ew kîje cwane û êste ke kiçeke xoy ewînî xoy derbiřîwe, behelêkî başî ezanê û wełamî peyẍamî edatewe û wêłî ebê. kenîşkeke lepiř tê’ega şitê ke ewî bo lay kuřeke ekêşa, ẍirûr û qise nekirdinekey bû, êste ke ewîş çeşnî gencekanî tir wêł û aware û ewîndar û dił birîndar buwe, hîç cezbe û kêşerêkî nemawe, leber’eme řûy lê werdegêřê û namîhrebanî legeł eka. kuřekeş tîrî ewîn le diłî simîwe û bem sakarîye natwanê des hełgirê û naçar şîn egêřê bo diłî ledesçûy...

ca emeş şî’reke:

«sikała»

le semay berzî nawbangî ḧusna
taqestare,
nebûy le wizey deskurtî mina
aşkira û dyare!
her leber’ewe řûm lê wergêřay
yekem tesaduf
diłey ḧessas na, berdim pîşan day
bełam te’essuf:
watzanî ke min musteẍnî û ẍeřřam
ḧerîs tir bûy lêm
têhełçûy: bedem, îşaret, peyẍam
peymanit da pêm!
heyhat! melî dił, xwên germî şebab
tefrey asan bû,
kewte şwên qiset, fiřî be şîtab,
wêłî asman bû...
keçî neyştihêşt, bê leser sînet
binîşêtewe;
latbird le řêgay heway meḧebbet
dûrit xistewe!
***
melî naw fezay namutenahîm!
diłî lawim řo!
manûy întîzar řêy we’dî wahîm:
nûrî çawim řo!