goran û sîḧrî beyan

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1307 Dîtin

selam le gwêgrî behest û hunerperistî bernamey tapo.

hunermend dû jyanî heye. jyanêk lew kateda ke zînduwe wek xełkî tir henase ekêşê, ebziwê û le naw komeła dêt û deçêt. bekurtî jyanêk ke jyanî leşe û jyanî leş sinûrêkî heye û paş ewe geyşte sinûr ebřêtewe û beřwałet mergî besera dêt. bełam lêreda hunermend û hemû ew kesane ke beçeşnê karyan kirdote ser komeł û şwênewarî başyan le paş becê mawe le xełkî asayî û ’adetî cya ebnewe. merg tenya destî tałanî egate leşyan û gyanyan le desdirêjî mirdin beriztire. jyanî paş mirdinî leş jyanêkî heta hetayîye û hunermend ta komeł heye û ta şwênewarî cwan û baş řêzî heye, ejî.

bełam le diłî xełka, le naw witar û şî’ir û nexiş û nîgar û le naw şepolî sîḧrawî mûsîqada. kê etwanê biłê «bêthovên» û «bax» û «firdewsî» û «’elî berdeşanî» û «bû’elî sîna» û «êdîson» mirdûn?!

goran şa’îrî paye berzî kurd, yekêke lew gyane ebedîyane ke heta hetaye zînduwe. ta cwanî heye. ta hewraman û qeredax beharane beguł û gya exemłên, ta tûtřikî sûr ebête koşî bext bo bûkî şermin û nazdarî wenewşe; goran her emênê û bewatey xoy tacî şiko be’ustadêkî wek ew edrê le twêy şî’rî telîsmawîya. sebaret bebeserhatî goran ewende bese ke biłêm nawî suleyman begî katbî farsî bû. le şarî hełebceCih le sałî 1904y mîladîya le dayk bû û le řojî 18y mangî 11y sałî 1962 le suleymanî momî jyanî twayewe û tewaw bû û bewe kořî hestyaran le piřşingî geştirîn estêrey asmanî edeb bê beş bû û řeş dageřa.

goran cige le desełatî here zor û hestî here naskî le şî’ra xawenî pile û payeyekî taybete ke le şa’îranî tirî cya ekatewe. goran despêker û damezrênerî şêweyekî nwêye ke paş xoy bote řêbazî şa’îran û etwanîn biłêyn qafłesalarî karwanî şî’rî nwêy kurdî mamosta «goran»e, bełam katê «goran» bû beřêbwarî ew řêgaye, řêgake şwênî pêy kesêkî tirî beserewe dyar nebû. goran le seretay karî şî’rî xoya şêwey konî ’erûzî bekar ehêna, bełam zû têgeyşit ke bergî xwazrawewey laweyî bo endamî şil û milî nobûkî wêjey kurdî nabar û nakuł û kare. ew peleweraney hestî ke le naw hêlaney gyan û diłya cirîweyan ehat, le çwarçêweyekî ’erûzî teng û tîwarda aramyan nedegirt. şabazî xeyałî goran ewende berzefiř bû ke ’astem ekira le çwarçêwey hełbesta qetîs bikirê. xoy efermuwê:

herçen ekem, ew xeyałey pêy mestim,
bom naxrête naw çwarçêwey hełbestim!
lêkdanewey derûn, qisey zimanim
bo çî weha dûrin leyek? nazanim!
emwîst derûn bikirayewe wek tomar
derkewtaye dunyay cwantir le behar,
derkewtaye: awat, hîwa, xew bînîn
piřşingidartir le estêrey qubey şîn!

goran baş şarezay gořanî helumerc û hełwêstî nwêy komeł bû. eyzanî bawî nemawe zulf wêbçiwêndirê be zirê û mijoł û birjang be tîr û kemer be mû, bejin û bała be sewł û çinar. eyzanî ke îmaj û îsti’are û teşbîh le şî’ra dewru nexşî çîye û herweha eşîzanî bekurdî şî’ir witin û bo kurd witin, becwanî kurdewarîda hełkutin, ebê belêkdanewey taybetî kurdane bê. sereřay hemû emane goran eyzanî ke gułzarî wêjey kurdî gijugyay dizêwî deştî zîxełan û diřûy muẍîlan daygirtuwe û baẍewanêkî wiryay gereke em diřk û dał û gijugyaye bijar ka ta geşe û neşey gułî ał û wałay baẍçey kizî kurdî derkewê û leser her peřey gułêkî ew gułcaře bulbulêk beneẍmey wirdewe hewayek biłê. hewayek ke xuroşî řoḧî bêganey têda nebê û sikałayek bê belawik û ḧeyran û ay ay legeł gyanî tamezroy hestyaran. goran le barî teşbîhewe wirditrîn û gewretrîn û eger baştir biłêm cadûkartirîn şa’îrî sedey bîsteme. nek her le naw kurda, bełku le naw gişt cîhanî wêjeda:

şiney sêberî darî gwêz û tû
esřê areqî řêbwarî manû
***
ekşête naw bax tûle marî řê
***
|çen pîrêk ebin be xiłtey lafaw
***
gułebeřojey qij zerdî çawkał
milkeç westawe sergermî xeyał
***
pelkezêřîney paş baranî zor
çemawetewe beramber be xor
***
řû le ’erşî pak elerayewe
bo gyanî mirdû epařayewe
gyanî min bo tełê wenewşe peroşe,
ke le jêr sêberî tûtřika xamoşe!

ewane û hezareha teşbîhî tirîş her kamyan bigirin xoyan peřawêkin ke ekirê hezareha lapeřeyan leser binûsrê û cwanî û hunerî şaraweyan bixrête berçaw. goran nek her le barî sen’et û fennanîyewe, bełku le barî komełayetîşewe, şa’îrêkî taqaney komełyetî ke ełê:

piř eşkewtêk sam û guman
exate dił bo daxurpan
heway qefes gerûgîre
qenarem qûłayî bîre

kam bîr? axo mamostay beheştî sikałay le dest kam bîr û kam heway gerûgîre?

bê guman dîtnî dizêwî le naw komeła xewş û xałî ałozî exate ser lapeřey sipî û bêgerdî henawî şa’îrêkî weha nask xeyał û xawen hest ke tûřey eka le gyan, weřezî eka û agir ber’edate derûnî û ew agire ebête biłêseyek ke nawî ziman û pênûse.

pilûskî pênûs řehêłey baranî xem û xefet heł’elûşê û betewjimêkî hestyarane derî edatewe û ebête şî’rêk ke mûman ekate neşter û emanxate naxî ew cîhanewe ke goranî têda buwe. emeye ewpeřî hunermendî ke bitwanê xełk legeł xoya berê û perdey ew cîhaneyan bo hełdatewe ke çaw û hestî wirdî dîwyetî û nasîwyetî; ew cîhane ke ême bê derbest belaya tê’epeřîn û hoyekanî natwanîn şî bikeynewe. goran eger le witarêka bikiraye bînasîn îtir goran nebû. ke wehaye eyhêłînewe bo witarêkî tir û hełkewt û helêkî tir.

ta ew kate xwatan legeł