seccadî, goran nanasê

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1380 Dîtin

selam le gwêgrî be hest û hunerperistî bernamey tapo.

mamosta ’ela’eddîn seccadî le seretayeka ke leser komełe şî’rêkî goran benawî firmêsk û huner nûsîwye ełê: «şî’ir neẍmeyekî xeyał ya perdeyekî nazkî cemałe ke le kûrey derûnêkî becoşewe serheł’eda, lew derûnewe serheł’eda ke awêney bê gerde bo wêney baregay tebî’et. şî’ir gelê kelên û qujbin û gelê yasay cwan cwanî heye, eme bêcge lewe ke xoy xeyałe, baweşîş eka be’asoy tebî’et û ’alemda. herkese wîstûyetî ew ’aleme û ew tebî’ete becorêk û beşêweyek pîşan bida, betaybetî ke le řojhełata řêçkey şî’ir ta êste ba zorîş bûbêt her leser çend pelêkî taybetî hatote kayewe. şa’îr ba zorîş bûbêtin lew çend pele zyatir hîçî tiryan negirtuwe bedestewe. eger şa’îrêk wîstibêtî tozê ew neẍmeye bigořê leber’ewey ke neẍmeke zor aşnay gwêgran nebuwe, xêra gwêçkeyan lêy ziringawetewe û ḧezyan kirduwe babdenewe belay ew řêçke û şêwanewe ke demê sałe legełî řahatûn. bem boneyewe řemekî merdimeke - meger hêndêkî taybetî nebê - şî’rî ke dîlî qafye ya xeyałêkî kon nebê zor boy naşnênewe. dyare emeş pêçewaney ew gořaneye ke beser hemû wird û diriştêkî kewnda dêt.»

mamosta ’ela’eddîn seccadî paşan goran bedespêkerî şêwey nwê le şî’rî kurdîya enasênê û ełê: «goran le řexne û îrad netirsa û şî’rî le kot û zincîrî qafye řizgar kird.» mamostay hełsengêner û nûser ’ela’eddîn seccadî her lew seretayeda enûsê: «goran le şî’irda şêweyekî řoj’awayî girtuwe. taqe amancî derbiřînî xeyał û dirustkirdnî me’nay şî’re, newek tenya wişey şî’ir.»

eme biřway mamosta ’ela’eddîn seccadîye; bełam min lam waye mamosta hełey kirduwe, çen hełey zor berçaw. yekyan eme ke lay waye şa’îrî berz goranî nemir şî’rî bê qafyey kutuwe, min le seranserî dîwanekeya bo nimûneş parçe şî’rêkî bê qafyem berçaw nekewtuwe, tenya cyawazî mamosta legeł şa’îrekanî tira emeye ke goran zortir perjawete ser kakłî şî’ir, wate mefhûm û me’na; qalb û twêkił wate dîwî derewey şî’rî ewende la berz nebuwe ke bayexî zyatrî le mefhûm û me’na bo dabnê, bełam eme nabête bełge ke dîwî derewey şî’rekanîş nařêk û nalebar bin. me’nayekî cwan le qalbêkî dizêwda le meyekî neşebziwên eçê ke kirabête naw swałete şikawêkewe û me’nayekî dizêwîş le qalb û twêkłêkî cwanda le awêkî lîxin û lêł eçê ke kirabête zerfêkî zêřînewe. şî’rêkî cwan ke manakey geşe bida bederûn, her kam lem duwaney nebê, wate kakił û twêkił, her kam naḧez û dizêw bin le cwanî şî’reke kem ekenewe. zor kesî wa hen ke peyřewî şêwey sûrrê’alîstîn û layan waye tenya wişey şî’ir ebê cwan û be’aheng bê. «jorjisand» ełê: «şî’rêkî wişe cwan û be’aheng herçend bê me’naş bê cwantire le şî’rî beřwałet naqoła û bemana berz.»

mamosta ’ela’eddîn seccadî enûsin ke mamosta goran ew şêwe şî’rîyey dahêna û şêwekey şêweyekî řoj’awayîye. eger qisekey mamosta seccadî řast bê, bewatey xoyan merdimeke mafyan heye lêy bisłemênewe û gwêy bo şil neken. le wełamî mamosta seccadîda ełêm ke şêwey nwê eger betêkşikandinî usûlî ’erûzî biłên, wate nîwe şî’rekan le barî kurtî û dirêjîyewe wek yek nebin û qafye wek esłêkî negořaw le şî’ra nebê, êmey kurd le pêş şêwey ’erûzîya ke hî ’arebekane «beyt»man hebuwe ke ne nîwe şî’rekanî beterazûy «f-’-li» beramberin, ne dû nîwe şî’rekan wek yek û be’endazey yek kurt û dirêjin. min êstaş bom dernekewtuwe boç nûseran û hełsengêneranî kurdî ’êraq bequtabxaneyekî here benirx û here xomałî ełên: «folkilor»?! beytekan şa’îrekanyan nasrawin. xeyaławî û řazawen. gahê tiřajîdîyekî ewende gewreyan têdaye ke tenanet le tiřajîdîyekanî uřûpayîş beriztirin. «zemawendî xwênawî» garsya lorka le çaw beytî seydewan ewende biçûke ke pyaw natwanê beramber yekyan dabnê û beyek hełyansengênê.

pirsyarêkim le mamosta seccadî heye; em merdime ke şî’ir exwênnewe û lêy tê’egen, axo le geştî qeredaẍ û hewraman baştir ḧałî ebin ya le «şîrîn teşî deřêsê»y «wefayî». bełê teşî řistin le naw afretanî kurda bawe. bełam wefayî ke beşêwey ’erûzî şî’rî kutuwe, ewendey basî estêrenasî û mebestî qûłî tir têhełkêşawe ke tenanet xwêndewaranîş ebê le mamostayekî gewrey şî’irnasî bipirsinewe ta serenderî lê biken: «semay bezuzinb da kif alxizîbî şîrîn» key bo merdime?

şî’rêk ke le jyanî xełk edwê û bezmanî xełk edwê em çend şî’reye le geştî qeredaẍ:

şew danîştibûyn giştiman le serban,
pyawêk peyda bû xełqî dêy dûkan;
bo ser zemawend xułqî ekirdîn,
kewtîne řawêj: «biçîn ya neçîn».
min leber’ewey bê wiłaẍ mabûm,
le astî «biçîn» tirşim ekird řûm.
paş lêkdanewey zor û yek û dû
ke dîm wiłaẍim bo cêbecê bû,
emcar destim kird bekomeł handan,
bo řoyştinî ser şayî dûkan,
lewêwe bûk ta «seywisênan» birdin
bînînî herdû perdey jin bejin!
***
beyanî se’at dewrî heşt, komeł
řêkewt çen swarêk, ehalîş legeł
hemû cil gořîw, ser û řîş taşîw
le esp dirabû řext û řeşwey zîw
êsta û tawê tir ḧîley espî şê,
ẍar û řimbazê textayî lařê,
way xerîk kirdim bexeyałewe
katêkim zanî, beqedpałewe
«dûkan» dyarî da le binarî şax,
jûrî aş û bî, xwarî şîw û bax...

em şî’rane kamyan şêwe řoj’awayîn? axo leme cwantir ekirê dîmenêk bixrête berçawî kurdêk ke legeł jin bejin û hełpeřkê û swarî û mîwandarî gewre buwe?