şeřge

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1186 Dîtin

xoşewîstekem!

sê şew û řoje ke sûrî îsřafîlî şeř lêdrawe, emřo agir le hemû řojêk betîntir bû. wek biłêseyek ke berbête pûş û pełaş eytenîyewe û ehate pêşewe. etkut marî sucey sûre û germay hawîn wirûjandûyetî. lûrey merg bê wiçan ehat, gerûy tînûy top û řeşaş xwênî geşî lawekanî qum qum exwardewe, bełam suknayî nedehat, lew sengereda ke minî têda bûm. dû leşî bê gyan dirêj bibûn. yekyan destî girtibû bezamî ser sîneyewe û bederd û êşewe gyanî derçûbû. ewî tiryan ke taze mûy řîş û simêłî bor kirdibû, bedem bizeyekewe henasey dwayî hełkêşa bû. min çawêkim biřîbuwe naw temumj û dûkeł û tozê ke řûbeřûman westa bû û herçend wirdeyek le naw ew temumjewe sengerekey minyan egirte ber řehêłey gulle û naçaryan ekirdim serim le pena berdêka ke dû şewî tewaw lecyatî serîn le jêr serma bû, bişarmewe, bełam katê çawim beleşî sardusřî şeřkere laweke ekewt, leşim elerzî. betaybet bizey ser lêwî eytirsandim piř bezar heram ekird, beçî pê’ekenî ey dujminî mirdû! bełam dujminî mirdû her bizey ehat û wełamî nededayewe.

dîsanewe serim le sengerekem berz ekirdewe û qaqay şêtaney şest tîrekem piř bedeştî şeřge berz ebowe. wîzey gulleyekî wêł belay gwêma tê’epeřî û le sengerêkî tirî xoyîda axêkî eçzand bedû lêwî tînûy hewałêkî minewe. mirdin wek dewarêkî zil, sipay ême û ewanî da’epoşî. mirdin tenya şitêk bû ke le nêwanmana cyawazî nebû. herdûk laman lêy etirsayn û herdûk laşman boy eçûyn. lepiř bîrim kirdewe eger wek leser mirdin pêkhatûyn û biřwaman bote yek, bo jyan weha bwayeyn, êste em lawe dujmine ke le sengerekey mina kujrawe û em hewałey min ke wirdeyek lêrewber gyanî derçû, zîndû bûn û êste lecyatî şeř û kuştar, min basî tom bo em lawe ekird ke ekira dost bê û dujmin nebê û ewîş bê guman basêkî hebû ke bo minî bigêřêtewe sebaret bedaykî çaweřwanî, sebaret benîgay sił û řewekî çawêkî karmamzî.

maweyeke dujmin kişawetewe. fiřokekanî hêrş nahênin. deştî bê deng bote gořistanî hezaran gyanî behîwa û eger baş gwê řabgirî, piřmey giryanî xak ebîstî. îtir tirsiman nîye hatuçoy sengerekan bikeyn, hîç kes qiseyekî nîye bîka. dûkełî bařût û tozî deştî giłesûre, řwałetî şeřkerekanî řenganduwe. bonî xwên le heway bê sirwey şeřgeda mend řawestawe. hemû kes xerîkî dozînewey wełamî em pirsyareye, ke boç şeř eka? bo çî ekujê û ekujrê? bełam hîç kes derî naxa. şeřkerêkî pîr leber xoyewe ełê: «şeř bo azadî, mirdin bo jyan!» min ke xerîkim swêm ebêtewe bo ewe kesêk qiseyekim legeł bika û diłnyam ka hêşta her zîndûm, le lay da’enîşim. şeřkerî pîr tê’ega çîm ewê. leserxo epirsê: «çend kest kuşt?» gyanim piř ebê le bêzarî, bełam ew leser qisey eřwa: «eger řojêk dujmin bitwanê gyanîşman wek leşman zincîr bika, ew řoje şiksitî dwayîmane, qiřanî netewayetîmane, şeř naxoşe, em hemû lêw wişk bûn û tirsane, em sam û lerzîne naxoşe.» lew kateda qumqumey awekey ke leber germa bote jek, beserewe enê û çend diłop aw beser simêłî zilyewe tirûskey dê û bedem henaseyekewe ke nazanî bo pişûdane ya leber peroşî ełê: «bełam le şeř naxoştir emeye ke teslîm bûn û ser şořkirdinman pê naxoş nebê.»

êste ke min em nameye bo to enûsim, berbeyanêkî zuwe. çaweřwanîn ke legeł derkewtinî xoretaw, başûy asnîn, sêberî tirsênerî le asmana peyda bê û merg bał beser zewî şeřgeda bikêşê, bełam min bîrim belay toweye. dêtewe bîrim ke basî dahatûyekî piř ewîn û diłdarîman ekird û leser nawî minałekanman emankird bekêşe. bîrî ew řoje ekemewe ke řê ekewtim bo şeř û to egryay û min begryanekey to pêkenînim ehat û bełênim eda zû bigeřêmewe bo lat. emřo şeř dwayî dê. eger nekujrêm, eger serkewîn, dêmewe û çawî lêłim le guławî řûnî nîgata eşomewe. řastîyekey emeye ke mirdin ta ew kate ke zorî lê dûrî tirsênere. naçarim namekem bibřimewe, çunke her êste girmey fiřoke û qirmey gulle bê dengî deştî lenawbird. dîsanewe berew sengereke eřom.

katê şeř tewaw bû, em nameye le pena leşî bê gyanî şeřkerêkî genca dozrayewe ke le xwên hełkişabû!.

řezber