bijî! bijî!

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1538 Dîtin

xêwetî sibatî mangeşew beser deştî bê dengîya hełdirawe, hezareha xêwetî şînkî biçûk lem peřî deştewe ta ewpeř etkut mołî wiştirî mandûn û bo pişûdan yix dirawin. le jêr her xêwetêka çend ademîzad ejîn û le diłî herkamyanda pengawî bîrewerîyek şepol eda; şepolî řiq, tołe, tirs û bêzarî û le gwêyanda dengî bałî başûy asin û qaqay şêtaney şest tîr û řeşaş ezrîngêtewe. bonî henasey minałî taze sał û axî pîrî xew lê taraw wek sirwey şewba eçê ke dûkełî çiẍareyek leyek bida.

lêre hîç sinûrêk bo cyawazî nemawetewe, tenanet geřek û kołan û mał; derdî hawbeş hemûyanî kirduwe beyek gyan, tenanet beyek leş. řwanînî nîgeran û tirsawî minałêk ke termî daykî le jêr xanûy řûxawa dête berçaw, le germey yarî minałaneda ewestê û çawî ebřête ewpeřî zagros û çyay serberz û nebezî bemo û daykî dawên pak û şehîdî dête berçaw ke gewre ebêtewe, gewretir ebêtewe û hemû řwangey berçawî da’egrê. bizeyekî mîhreban û daykane wek şebeqî xorhełat le asoy demî daykîyewe, ke hemû şewê be efsûnî efsane xewî ekird be mîwanî dû çawî kałî ew, ser heł’eda; bełam lepiř bergî sipî perî efsane şełałî xwên ebê û dêtewe bîrî ke daykî dûcar bergî sûrî kirduwete ber. carêk ke ebû be bûk û ehat bo koşkî řengawřengî bext û ewîn; ew carey le ziman daykîyewe bîstibû. bełam carî dûhem xoy dîbûy ke daykî cilî sûrî kirde ber û bû be bûkî mirdin!

fiřokey dujmin wek kolarey řeş, wişey bałî hat û pasare û serderanî řûxand û hêlaney hezaran cûcełey têkřûxand. pîrî jêr xêwet areqî ser gonay newekey be likî soranî sipî siřî û le jêr lêwewe gutî:

:fiřokey dujmin dêy bombaran kird

:beşewê hezar pîr û cwan mird

:beyanî ne dê, ne jin, ne kanî

:hîçî nemabû!

:bełam le çołê, le şîw û dołê

:le naw dû kêwan

:wek girdî «seywan»

:gořistanê bû piř ḧuzin û matem

:xuday tem û xem

:ehat û piř mişt

:kiłołî eřişt...!

 

şewî dûrudrêj dwayî ehat û tozî ałtûn beser deştî xołemêşîda ekira; wek hîwayek paş hîwa biřanêk; wek bizeyek paş giryanêk, xwênî sûrî xoretaw be demarî siruşta geřa; qapî zêwînî gizing ekira ser hezaran xêwet ke leşyan le jêr barî giranî şewêkî qurs û tełxeka kom botewe. mêrdezmey şew le tirsî řimî agirînî řoj hełdê, herwek sipay zordar û dagîrker ke leber hêrşî gelî azadîxwaz řa’eka û eřewê!

gencêk xerîke bo çen kesêk qise eka, ełê: «eger byabanî nogre selman û çyay cebel ḧemrîn wek yek bin, eger diřûy wiştir xorke û gułî şilêre yek řeng bin, ême û ewanîş yekîn.

bîr ekemewe ke zor û sitem wek darî jeqnemût berî tałî řegezperistî eda û fiřokewan legeł her bombayeka cige le wêranî û řûxan, towî jarawî cyawazî û bêzarîş beser zewî diłî xełka epjênê.

kuřêkî genc peřawekey lêk’enê û ełê: «’ezyayek heye ke be gifit û lifit pyaw exłetênê û řojî kirdewe xoy bê deng eka. êste bom derkewtuwe ke şa’îrekeman be hełe neçûbû ke eykut:

:«kuřgel we gwêzin çek be ko

:kiłaşînko û xuroşînko

:xwên û merg û wêran kirdin

:tałan, girtin, be dîl birdin

:dyarîyek bû le kirêkaran

:bo mał û mezray hejaran»

 

le naw xêwetêka dengî nerim û xemawî afretêk ke bêşkey korpekey řa’ejênê, hestî min berew xoy ekêşê. xway gewre hozêkî lemêjîne û xanedan, hemû pyawî merdî meydan, hemû jinî pak dawên, serçawey ewîn û jyan, hemû hestyar û derûn cwan, emřo awaren; bełam ne, bo çî ełêm aware?! çun be gelêk ke hestawe, lêbřawe, le mał û zewî tarawe, ekirê bigutrê bê çare ya nawî binên aware!?

dengî lay layey dayk dête ber gwêm û eřom bo geştêk le cîhanî cwanî û şî’ir û mûsîqada. şepolî nermî dengî besoz emba û emba û emgeyênête cêgayek ke îtir şeř nebê! kolarey fiřoke gerûy kewbařî çya û kełeşêrî beyanî awayî nebestê.

#

«korpey êsk sûk, xunçey nepşikût

beharî baxim, gułî sûrî řût

#

bawkî to řołey «kawe»y dilêre

«zuḧak» řêwîye, bawkî to şêre

#

herçende marî ser şanî «zuḧak»

pel ekutê bixiwa mêşkî řûn û pak

#

bełam to binû be diłnyayî

xor ser’ekewê, nek tarîkayî»

 

telî hest û şi’ûrim be şepolî nermî lay laye elerayewe, le diłma cîhanêk řaxrabû, be hezar řengî birayetî řazabowe; bełam le cîhanî řasteqîneda řwangeyek bû ke piř be gerû hawarî ekird: «tenanet emřoş ejdehakî mêşkixor her mawe.» bełam tîşkêk lewpeřî sinûrî şi’ûrmewe birûskey eda, etkut lêwî beyanêkî taze pişkûtuwe û be mujdeyekî xoş kirawetewe ta pêm biłê; eger ejdehak mawe, kaweş mawe; eger hestî birayetî le herêmêk kujrawe, le goşeyekî tira, le herêmêka ke emřo hezaran xêwetî leser sîney mîhrebanî bo hezaran řołey aware hełdawe, birayetî lemêjîne geşe eka; birayetî mêjûyî ebûjêtewe!!

nazanim leber çî lepiř diłim piř ebê le sirûdêkî nekutraw û emewê piř be hemû ew deşte berîne hera bikem:

― «bijî! bijî!»