toran

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1154 Dîtin

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo. le bernamey emcaremanda pexşanêkî kurdîtan bo exwênînewe, hîwadarîn pesnidî ken.

dûr řoj bû daykî tora bû. her le beyanîyewe ta katî birsyetî, ya ta xew zorî bo ehêna leber pencerey hodeke dadenîşt û çawî ebřîye pêçî kołan û her afretêk le dûrewe der’ekewt, piřşingêk beçawî kałya egeřa, bełam legeł afreteke nizîk ebowe xemêk wek tane ser gomîlkey řûn û şînî çawî egirt. emřo dû řoj bû ke tenanet yek wişeş leser lêwî sûr û naskî nepşikûtbû. wêney daykî bezerdexendeyekî mat û bê řengewe leser taqey hodeke danrabû û etgut hemû xoşewîstî daykane lew zerdeyeda kobotewe. serî hełbiřî û bo maweyekî kurt çawî bewêney daykîda gêřa... kułî giryanêkî bê gunah bedłya geřa û diłopêk firmêskî xawên ke le kasey pelî çawya şînî enwand, beser gonay nask û turtîda hate xwar, pirsyarî kird: «babe toran yanî çî?» wełamêkim nebû ke bîdemewe û neyřecênim; leber eme gutim: «kuřim çît ewê bot bikiřim?!» nazanim leberçî bem qiseye řiqim le xom hesta û lam wabû xerîkim be şit bo kiřîn tasey daykî le bîr bermewe!? gutî:

«toran yanî mirdin, na babe?!»

beşermewe!? gutim: «ne babe, ne!!»

leber pencereke laçû û hat le baweşma kuruşmey kird, wek bêçuwe kotrêk ke hêlanekey řûxa bê. dû deste biçkolekey le dewrî estom ałand û řûmetî daẍ û nermî besîngimewe guşî; hestim kird bûm bedwan; minêkî minał û tirsaw û xefetbar û minêkî gewre û şermezar û tawanbar. leber xoyewe gutî: «babe, ḧikayetî dêwekem bo biłê!»

... hêşta le «yekêk bû yekêk nebû»da bûm ke ḧewseley beser çû, beçeşnê ke dyar bû hewł eda nemřencênê, gutî: «daykim baştirî ezanî.» gutim: «bełê ew baştirî ezanî.» her bew çeşne ke xoy besînemewe eguşî, gutî: «toş dastanî dêweket pê xoşe, ne babe!?»

gutim: «erê kuřî min pêm xoşe, bełam ew dastanane efsanen!»

serî leser sîngim hełgirt û beçawî piř pirsyarewe boy řwanîm û gutî: «çî babe?» gutim: «efsane kuřim!»; bełam xêra têgeyştim ke ew le efsane naga.

― «efsane bedastanêk ełên ke diro bê, kuřî min.» em qisey zor belawe naxoş bû, baskî bê hêz û minałaney le estom kirdewe û gutî: «ne, diro nîye, daykim diro naka, ew ełê dêw heye, dêw pyawêkî çepeł û xirape, minałî xoş nawê, daykim ełê dêw kilkî heye.»

diłim nehat dunya xeyaławîyekey lê têkdem leber’eme hîç dengim nekird; kurteyek bê deng bû, paşan gutî: «daykim hemû řojê minî ebird bo geřan.» têgeyştim ke em hodeye ke le pêşa behoy daykîyewe boy aşna bû, êste azarî eda û eyewê lêy dûr kewêtewe.

le baẍçeyekî giştîda leser nîmketêkî darîn ke řîzêk şořebî sawa sêberyan lê ekird danîştibûyn. baẍçe piř bû le jyanî kirç û kał, cirîwey mel û minał mêlodî bûjanewey siruşt bû. dayk û bawik beşwên minałekanyana eçûn bo emla û ewla. jin û pyawî pîr seyrî kayey minałî cwankîleyan ekird, bełam ew çawî biřîbuwe asoyekî dûr, etgut le naw hewrî sipî û nezokî êwarey hawîna ke bayekî nerim eybizwandin û koşk û bałaxaney lê dirust ekirdin, beşwên gumbuwekeya egeřê.

pîrêjnêkî ser sipî ke nemzanî le keyewe bepał destimewe danîştuwe, pirsyarî kird: «kuřî toye?» gutim: «bełê!»

gutî: «xwa bot bihêłê, cwankîle û řûḧ sûke, bełam wa dyare xembare!» hestim kird ke twancim tê egrê û min behoy xembarî ew da’enê. ełên tawanbar le xoy be şike! ebû bizanim ke ew afrete bê ewe beserhatî min bizanê ew qisey kirduwe. pîrêjin deshełgir nebû, gutî:

«řenge nexoş bê!»

gutim: «ne!»

zanî ke min pêm xoş nîye baseke dirêje bida, leber’eme bê deng bû. kuřekem pirsî: «babe to mandû nebûy? emewê biçim legeł ew minałane kaye bikem.»

le xwam ewîst lem tenyayîye xoy řizgar bika û cirîwey şadî ewîş têkeł bê legeł mêlodî tebî’et. ew mêlodîye ke belay minewe bê dengî ew kemayetî têda hebû. le pêşa beçen hengawî wirdî dûdłane û paşan gurc û tund le kořî minałekan nizîk bowe û destî biçûkî le hewada bo girtinewey topî řengawřeng kewte sema. hestim kird barêkî qurs leser şanim sûk bû û bîrim kirdewe çende exayenê û çendey řenc û meynet ewê ta gułêk exemłê, ta cûcełeyek bał û peř der’ehênê û fêrî fiřîn ebê?!

heta wirde wirde bezerdeyekî daykanewe dar û gułî baxçey giştî becê ehêşt û belalayî şineyekî nermunyan, çawî korpey siruştî le xew ekird. xom edî ke minałim û begonay sûr hełgeřaw û xwênî geşewe le naw hewałekanma kewtûme şwên topî řengawřeng. le layekî tirewe xom edî ke bekołêk bîrewerî tał û şîrînî sî û çend sał jyanewe le jêr şořebî xewałwa danîştûm; dengî xom bû ke hate bergiwêm: «babe min mandû bûm ba biçînewe bo mał.» dîsanewe dengî xom bû ke gutim: «zor başe kuřim min amadem.»

katê ke geyştînewe mał çiray hodekeman egřa, daykî geřabowe û kuřekem wek xewnêkî feramoşkiraw ehatewe bîrî ke dû řojî tewaw çawî le pêçî kołaneke buwe.

eger ademîzad cadûy le bîr çûnewey nebwaye, çon eytiwanî le jêr barî xema xoy řagrê?!

katî danîştin bo nanî şew, wek eme eçû ke hersêkman diłxoşîn.