wenewzî borî şewanî dirincawî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  871 Dîtin

beserxoşî le barêkî şewane egeřayewe. xoy bem cêgayaney ekut: «nayt kilap». ehate berçawî ke ta ejnoy le naw şeqamî bê hatuço û bê denga betemumjewe ebê. way ezanî pêy le zewî biřawe û xerîkî fiřîne. fiřînêkî be’espayî, çeşnî nîştinî qurîng le pena şetawêk. lew «nayt kilap»e çend car qamkyan bo la řadaştibû. ew way zanîbû taqmî layengiranîn û şî’rekanî ewyan le goware benirxekana xwêndotewe û bê guman her kamyan nusxeyekyan le komełey şî’rî tazey ew benawî «wenewzî borî şewanî dirincawî» le mała heye. wîstibûy řwałetêkî şa’îraney hebê, hesta bû bo temaşakirdinî demuçawî. řûy kirdibuwe ew şwêne ke destî lê eşon. leber awêne bexoya řwanîbû û hestî kirdibû mûy ser û kakołî řêkupêke. bedest kemêkî şêwandibû. bo ewe şyawî nawî «şa’îrî şêwaw» bê. katê geřabowe, wîstibûy bebzeyek taqmî layengiranî beser katewe û ewanîş wełamî bizekey ewyan beqaqayekî têkřayî dabowe, şa’îr way danabû ke em qaqaye zortire lewe ke karî awî tałî serxoşker bê, karî bizey lawênerewey ewe. bedłinyayî leser cêgay xoy danîştibowe û em bîre bemêşkya hatbû: «eger êmey hunermend nebîn û pejarey hemû em xełke sakare nekeyn be hî xoman, bestezmanane çende zû piştyan le jêr barî xema kom ebêtewe.» hestî kirdibû ke ewende berz botewe serî le mîçî hodeke eda. tenanet lew kesey belay destyewe danîştibû pirsîbûy: «em mîçeyan boç wa newî dirust kirduwe?» bełam kabra wełamî nedabowe. bebîrya hatbû şî’rêk biłê bo ew cîhane ke hunermendî têda nîye û le diłî xoya gełałey şî’rekeşî girtibû «wiłat hemîşe zistane, mełê behar torawe û hergîz nageřêtewe, bizeyek leser gwêswaney lêwêk dyarî nada, hetaw koçî dwayî kirduwe, ewîn wek kwanûy damirkawî paş koçî xêł, sardusiř hełgeřawe» û bexoy gutbû: «le bîrim neçê em şî’re ebê ahengêkî xemawî hebê. bełam nek ta řadeyek ke bibête şî’rî ser şîwen.»

serxoşî areq û diłxoşî katê ke şî’rekey bepîtî gewre le gowarî wêjeyî nasraw çap ekirê, têkeł bibûn û mewday teskî hodekey le berçaw tengitir bibowe.

le şeqama ta ejnoy betemumjî efsanewe ebû, berew kořêk efřî ke lewê çen hunermendî tir çaweřwanî bûn. kak siruşt ke neqqaşî gel bû tablokey çend řoj pêştir cayzey gewrey «bînał»y wergirtibû. ew tabloye ke neqqaş naçar bû be 37 hezar timen bîfroşê, birîtî bû le çend kunî wek gułwêney tendûr, eger kesêk çêşkey hunerî nebwaye lay wa ebû neqqaşî minałêkî qutabîye ke paş tewawbûn bedłî nebuwe û xetî xwar û xêçî besera hênawe. neqqaşeke eygut nawî ew tabloye «wiyetnam»e.

kak zîl û bem ke mûsîqarêkî genc bû, lûtî her le «kilîlî sol» eçû û xuşke arayş ke taze zankoy hunere cwanekanî tewaw kirdibû. ewende nwêger bû leser dêrêkî çełemey bestirawî bê cemser řoyştibû û geřabowe ser hewełî şaristanîgerî ademîzad. lay wabû, - swêndîşî bezê’ûs û wênûs exward - diro naka ke naḧezî û dizêwî beriztirîn nimûney cwanîye. eygut pyaw bêzî heł’estê katê eçête naw hodeyekewe ke hemû şit leser cêgay xoyetî. kak şêwawî şa’îrîş em qiseyey zor bedił bû û hemîşe eygut: «to û şî’rêk leser min xuşke arayş, sebaret be’afretêk ke lem wişkaroy bê zewqîyeda tê’ega cwanî yanî çî.»

şa’îr herweha serxoş benaw temumjî efsaneda efřî. way ezanî leser çyay «elemp» le baregay xudayana danîştuwe. lepiř pişîleyek derpeřî û şa’îrî ême ke kołebarî řaspêrî giranî mêjûyî beser şanyewe etgut pûşêke, řaçenî û diłî destî kird belêdan. cêgay kak zîl û bem xałî bû ke mêlodîyek le lêdanî diłî şa’îr dirust bika.

bîrî kirdewe. tirs dujminî gewrey ademîzade, bełam neytiwanî naweřokî şî’rêk bidozêtewe ke twancêk bê bo tirs.

gêj û xulî xwênî germ tirsî leserî řewand û hestî kird ke yekcar betaseweye xoy bigeyênête lay xuşke arayş û basî ḧeywanî seretayî biken. basî ew pişîlane ke didanyan be’endazey şimşêrêk dirêj bû.

şa’îrî şêwaw bekołanî temgirtûy řabirdûda geřawe berew dwa. hatewe bîrî ke bemnałîş awgoştî pê naxoş buwe. hełbet ew kate neydezanî leber çî, bełam êste hoy ew pê naxoş bûney bo derkewtibû. şa’îrî ême diłî wek peřî guł nask bû. aşkiraye ke awgoşt pêwîstî beserbiřînî gyandarêk heye û ew le felsefey hîndîyewe goşt nexwardinî hełbijardibû. le bîrî mabû ke tenanet carêk legeł kak «zîl û bem»da ke lûtî le kilîlî sol eçû lêyan bibû bekêşe. çunke kak zîl û bem gutî: «hîndîyekan karêkî baş naken. le birsa emirin û ew hemû gayeş le hînda beşeqamekana esûřênewe.»

şa’îrî şêwaw eyzanî ke awgoştî pê naxoşe. eyzanî ke layengirî felsefey goşt nexwardinî cûkîyekane û le bîrîşî mabû ke legeł kak zîl û bem demeqřey lê peyda buwe; bełam herçend zorî bo mêşkî ehêna neydezanî leber çî kebabî pê xoşe? hatewe bîrî ke çend sał lêrewber melî bał zêřînî ewîn leser beriztirîn liqî darî diłî hêlaney kirdibû, diłberekey kiçêkî tûlenemamî qij zerdî çaw kał bû, bełam bedaxewe paş ew hemuwe ke şa’îrî şêwaw hewłî legeł da û řencî kêşa û sedeha car begwêçkeya çipand: «hebûn ya nebûn, mes’eleke emeye». her tênegeyşit «şiksipîr» şa’îrêkî gewrey îngilîsîye û her way’ezanî «goran» cerdeye û «hejar» pyawêkî feqîr û deskurte. lemeş xiraptir ta ew řoje ke bê derbestane şa’îrî êmey bedłî şikawewe cê hêşt her neyselmand ke gułêkî sîs û jakaw le diłêkî şikaw eçê.

her lem bîraneda bû ke geyşte berderkî małî kak siruşt. ew şewe beşadîyaney firoştinî tabloy wiyetnam, le małekey xoya kořêkî bezmî pêkhêna bû. şa’îr bîrî kirdewe katê geyşte naw hodeke çî biłê? maweyek westa û le qujbinî mêşkya şitêkî dozîyewe û çuwe jûrewe. şepolî mûsîqa wek ejdeha berew lay kişa, kak zîl û bem xerîkî lêdanî semfonî natewawî bithovin bû, bełam her eçuwewe ser heway şemam şilkê. kak şêwaw řûy kirde serûy kořeke ta leser sendełîyek ke le jûrî hodekewe betał bû dabnîşê. lepiř mûsîqa û hera û bezim bo maweyekî kurt biřayewe û paşan qaqayekî têkřayî hodekey piř kird. kak şêwaw řwanî ke hemû beseyrewe temaşay ew eken. kemêk bexoya řwanî û dîtî parçe kaẍezêk bederzî le piştî kotekeyewe hełwasrawe. kaẍezekey lê kirdewe û serincî da tya nûsrabû: «mikis kind.Farsî»

ewdeme boy derkewt ke boç le nayt kilapekeş xełkî pê’ekenîn. ca řiqî le şî’ir û huner û hunermendî hesta û çeşnî melêkî berzefiř ke tîrî řawçîyek bîpêkê, kewte ser zewî û hestî kird îtir natwanê hełfiřê.