aso řûne

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  2186 Dîtin

herke ebû belay êware, yek yek le mał û leser dûkan û le şwênî kar ehatîne derewe û hemû řûman ekirde çayxane û kenarî golêkî gewre ke cêgay awlêhênanî kiçanî şare xincîlanekeman bû. pol pol gencî tasedarî dił piř le hîwa bepyasey nerim û şox le şeqamekewe tê’epeřîn û herke egeyştine nizîkî goleke hengawyan şil ebû û bazî nîgayan leser darî taze nemamî bejin û barêkî bekeşim û neşim enîşt. îtir her řwanînî germ û bê perdey kuřan û nîw nîgay nîwe aşkiray kiçan bû ke aługoř ekira. gahê destêkî pyawane besmêłêkî xurmayîya ehat û lewlaşewe penceyekî nerim û sipî, likî pûşîn û desmałekey la’eda û bo maweyekî kurt çeşnî hewrêkî sipî bê baran, berî řojî geşî çawî egirt û tezûyekî xoşewîstî wek şiney dem beyan ekewte ser dû leşî germ û genc, çunke herdûk la eyanzanî em îşaře kurtane, bangihêştin û mîwandarîyeke bo ser xwanî řazawey ewîn le nîwe şewêkî le bîr neçuwa ke bepřişingî nîwe řengî mangeşew řûnak ebê û bekatî şîrîn û kurtî beyek geyştinêkî paka legeł ebedîyet û herman têkeł ekirê.

ferhad bepêçewaney hemû hawtemenekanî zortir lewe ke qise bika û bicûłêtewe, bîrî ekirdewe û kişumat eyřiwanî û lem dû çawewe ke etkut dû şewey bêgerdin net’etwanî pê binêyte naw seray derûnîyewe. etkut hodeyekî terîke ke dû perdey řeş dergay xoretawî leser pêwe dawe. ferhad hemû jyanî le naw xoya bû. etkut ew deşt û kêwe ke beharan begezîze û newroze û hezaran guł û gyay řengawřengî tir xoy ekird bebûk, ew hemû zîl û beme ke leser her likî darêkewe denûkî biçûk û gerûy ewîndarî melî êsk sûk hełdesta û le pena hemû coge û řûbarêkda «darsyas» xuday mûsîqa û şoř û tase ebûjayewe, le diłî ferhada hîç hestêkî lawî nedelawandewe. êwarane ke hemû lawanî şar destyan le kar heł’egirt û le naw şeqam û geřek û kołana biław ebûnewe û bedłî xoyan ejyan û jeng û jarî şeketîyan le çawey pîrozî kewserî diłdarîya eşut, ferhad bebaweşêk kitêbewe řûy ekirde çołî û legeł cîhanî zanist û hunera têkeł ebû û řojpeřî êwarê egeřayewe û eçowe naw mał. eger hewałêk tewsî bidaye le cîhanî taybetî ew, bîkutaye lem hemû ser bektêba girtine çî des ekewê, leserxo eykut: «berî darî baẍçey kitêb, bîrkirdineweye.» eykut: «cîhanî êwe herçî heyetî beřwanînî yekem dête berçaw. cîhanî êwe qaşêkî biçûke le zeman, bełam min le cîhanî kitêba dwênê û emřo û beyanî ebînim û hest ekem řûbarêkim ke xuř û xuroşan bemêjûda dême xwarewe, nek wek êwe ke ebin begolawêkî qetîs mawî bexak û xoł gemaro diraw û tenya le řwangeyekî tengewe asman ebînin.»

ferhad ewende le naw xoya ejya ke minîş ke le hemû kesî lêy nizîktir bûm ta ew řoje nemdezanî dengî ewende xoşe. ew řoje min hestêkî nenasrawî serkêş hełîgirtim bo kenarî řûbarêk ke dewruberî bedarebî û gyay beharî şînî ekirdewe û le jêr darekana çaw bibřye şepolî bê heday řûbareke û jyanî řaburdût bêtewe bîr. aşkira legeł kiçêka jêr darekan bikey becêjwan û gwê bigrî le cirîwey mel û şiney şemał ke leşî şilkî gya û gijî leyek exşand û le cîhanî xeyała ya swarî espî şepol bibî ke bałî şoř kirdibowe û pelî ekuta berew asman, ya bałî sipî hewrî bê baran ke wek qû bederyay bê sinûrî asmana pol pol tê’epeřîn bikey beqonax. min sergermî ew xeyałane bûm û eşkam berew lêwarî řûbareke ke dengêkî yekcar bekuł ehate gwêm:

:kiçe bokanî ke bûkî nazin

:qoł bebazin, mil û pêsîr wazin

:zerdemem dyare ke xawen nustûn

:bo pişûdan le kiras derkewtûn

 

ta destim nena ser şanî û nemkut demxoş, neyzanî. le penaya danîştim û pirsîm: «to ke dengit ewende xoşe, ewende cwan çak û pêkewtûy, boç natewê le katî lawît kełk werbigrî?» dîsanewe çawî her ew cûte şewe řeşe bû ke be’endêşewe ettiwanî temaşay key, bełam bepêçewaney hemû caranî pêşû ke le beramber em pirsyare tewsawîyaneda zerdeyekî exsite ser lêw, wełamî minî bem çeşne dayewe:

«min bo xom najîm. min tenya nîm. em xełke hemûyan beşêkin le min; çon etwanim têr zigim bixom le katêka serim dêşê. çon etwanim piř bedił pêbkenim le ḧałêka endamêkim le agirî derda xerîkî twaneweye? minîş ewîn enasim. cwanî eperistim, bełam le katêka hezar ewîn le diłî hejarana exnikê, cwanî esîrî destî dêwî naḧezîye, çon etwanim ewîndar bim û becwanî hełbiłêm?»

eme yekemîn û dwamîn qiseyek bû ke lem barewe le ferhadim bîst.

ta bernameyekî tir bexwatan espêrîn.