geřanewe

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1044 Dîtin

herke çawî beřûnakayî ḧewşî nexoşxane kewt hetawêk le diłya hełat. wek fanûsêk ke hełîkey û piřşingî giřekey bikewête ser şûşekey. hetawêk beser ḧewşî nexoşxanekeda pan bibowe û şewnimî leser çîmenekey betamezroyî heł’emjî. le berçawî homer hemû wiłat etkut demêke û bezerdeyek kirawetewe. le ḧewşî nexoşxaneke têpeřî û pêy na naw şeqamewe. paş şeş mang bê dengî xestexane û nîwe nûzey nexoş û çirpey be’espayî nexoşewanekan, heray naw şeqam bo gwêy homer lawênerewe bû, çunke nîşaney jyan û kar û zîndûbûn bû. maweyek le berderga wêsta. çen car awřî dawe bo ḧewşî nexoşxane û çen nexoşî dî bebergî sipî nexoşxanewe xoyan leber hetaw hełxistibû. bepêkenînêk û des řaweşandinêk maławayî lê kirdin; paşan le naw hatuçokeranî şeqama gum bû.

homer bê ewe bizanê bo kwê eçê lem kołanewe bo ew kołan, lem şeqamewe bo şeqamêkî tir pyasey kird û hemû dûkanêkî şar serincî řakêşa, çend car bê ewe biřwanête çiray sûr pêy na naw şeqamewe û lêxuřekan qisey sûkyan pê kut. homer lay seyr bû ke emane boç cinêw eden. herçî eykird ney’etwanî hoyek bo em hemû peleye bidozêtewe. wek şaremêrû xełk ehat û eçû û kes kesî nedenasî. lepiř tasey awayîyekeyan wek tełxek kewte ser diłî; pêy şil bû û bazî behełpey nîgay ke hemû layekî epşikinî, geřayewe bo hêlaney derûnî. şanî le şanî çen kes da û çen car betûřeyîyewe pêyan kut: ber pêt temaşa ke, meger kwêrî?! bełam homer her beleş le şara mabû, begyan û dił geřabowe dê. le kenarî meydanêkî gewre ke le naweřastekeya peykerey pyawêkî mezin le berd dirust kirabû, çawî betaqmêk kewt ke beclubergekeyana le xełkî dêhat eçûn. genc û pîr û minał hemû leber beřoçka danîştibûn. yek xerîkî qennekêşan bû, yek betasewe lencewlarî afretêkî girtibuwe ber řwanîn û yekî tir xewnûçke eybirdewe û zengin û pêmeřekey le lay destya danabû. homer hestî kird lew taqme nizîktire ta ew şarîyane ke cinêw eden, bêhûde peleyane û yektir nanasin. hêndey pê neçû ke homerîş yekêk bû lew koře.

homer le jêr çawewe le cilubergî ew hejarane wird bowe. kurdî nebû, bełam hêşta le bergî kurdî nizîktir bû ta bergî feřengî. xełkî şar zimanîşyan kurdî nebû, bełam homer eyzanî ełên çî, çunke zor wişey kurdî le zimanekeyana hebû. wîstî legeł gencêka ke le pał destyewe danîştibû û kotêkî konî ateg dirêjî leser bergî dêhatîyewe kirdibuwe berî qise bika, bełam genceke her xerîkî řwanînî afretekanî şar bû. ta yekyan le dûrewe ehat nîgay ew gence wek heng beser sîng û kemer û demuçawyewe enîşt û ta le berçaw gum nebwaye destî hełnedegirt. homer naçar kuşmey kird û bê deng bû. le xeyała geřayewe bo awayîyekeyan. hatewe bîrî ke şeş mang pêştir le katêka xerîkî befirmałînî serbanî xoyan bû kewte xwarewe û řanî şika. ew şewe sardaney hatewe bîr ke tawtêy birîndarî biřistî lê biřîbû, beçeşnê ke xêzanî eykut ḧewteyek leseryek şew ta beyan wiřêney kirdibû. xêzanî eykut ke wiřênekanî ewende kufir bûn ke lewane bû berd bibarê! bełam xwa bezeyî pêyanda hatbû û tenya terzey be’endazey sere çolekeyekî barandibû û serî minałekeyanî şikandibû!

hewday bîrkirdinewey homer bedengêkî tîjî wek nûkî miqest piçřa û geřayewe naw heray şar. pyawêkî çwarşaney simêł babiř çen gencêkî le hejare dêhatîyekan bepêwe řagirtibû û çeşnî çêwdarêkî pispoř eyřiwanîye bejin û bała û dest û meçek û şan û bahoyan. etkut xerîke byankiřê. gencekanîş bê deng her kam bepaçêk, pêmeřeyek, ya zengin û qułîngêkewe řawesta bûn û çaweřwan bûn bizanin kabra kamyan heł’ebjêrê bo kar. kabra hate ser serî homerîş, maweyek temaşay berge kurdîyekey kird û bepêkenînewe şitêkî kut ke homer têy negeyşit; paşan çen kesî lewanî tir heławard û xoy kewte pêşyan û řoyştin. homer le pîrepyawêkî ke xerîkî tekandinî xołemêşî sebîlekey bû pirsî: «emane bo kwê çûn?»

wa dyarbû hejarî ew hêzey heye ke ewan le zimanî yek têbgeyenê. pyawe pîreke le wełama kutî: «kar!» paşan destî bezgyewe girt. wa der’ekewt birsyetî. homer le kîfe konekey çend eskînasî konî derhêna û kutî: «min dirawim heye, bełam nazanim nan le kwê des ekewê.» kabra pîre bê ewe lay wabê pêwîste sipasêk bika, kemêk le dirawekey wergirt û paş çend wirdeyek her destî behełpe bû ekşa berew nanî germe tenûr.

homer le utubûsêkî şeq û şiřa ke berew mukiryan eçû serî beser sîngya şoř bibowe. leser xwanî şeketî bexewêkî xoş mîwandarî kirabû. xewêkî xoş û piř le xewnî xoş. xewnî eme ke carêkî tirîş xełkî awayîyekey ebînêtewe, legeł xêzanya leser awrî nizîk le damirkan beḧew coşî řeş û kitrî teneke çay tazedem exonewe, dîsanewe xêzanî ełê, pyaweke naşkurî meke xwa bo êmeş gewreye û ewîş wełamî em qisane tenya bebzeyekî piř mana edatewe.

ta ḧewtey dahatû bexwatan espêrîn