řûnakbîr

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  934 Dîtin

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo. tikaye gwê bigirin bo parçe pexşanêk. hełbet pêwîste leserman ke dûpatey bikeynewe em bernameye hemîşe beřaspêrî xoy zanîwe legeł řûnkirdinewey qutabxane wêjeyîyekanî kurd û êran û cîhan, nimûney şî’ir û nesrî kurd û netewekanî tirîş bixate berçaw. ême amadeyn ke şwênewarî gwêgranî řûnakbîrman lem bernameyeda biław bikeynewe û sebaret beprisyarêk ke le barey wêje û hunerewe bo ewan peyda ebê, wituwêjyan legeł bikeyn û beherdû la têkoşîn bo řûnkirdinewey ew goşe tarîkane ke dête berçaw. ezanin ke em bernameye hewłî dawe beşêweyekî nwê le wêje û huner bikołêtewe û herêmî basekey pan û poř katewe, beçeşnê ke hemû ew şitane ke te’sîryan leser huner heye bigrêtewe, çunke ezanîn wêje benawî beşê le huner, le komeła perwerde ebê. bê guman hemû řûdawêkî komełayetî, hemû ew şitane ke barî komełîyan heye, wek mêjû û abûrî û zanyarî, te’sîr ekene ser wêje û herêmî desełatî basekey ême hemû ewane egrêtewe û le řêbazî tesk û tengî lêkdanewey wêjewanîda nawestê. çunke ême laman waye bezanînî em şite bê bayexane ke fiłan şa’îr kuřî kê bû, temenî çend sał bû û ya fîsare şî’ir le barî teqtî’î ’erûzîyewe çende řêk kewtuwe û îham û îsti’are û fennî tirî bedî’î çende zore, şitêkman pê nabřê û deskewtêkî hêjaman des nakewê. girîng emeye bizanîn ke nûser û şa’îr û her hunermendêkî tir bo cwankirdinî barî jyan û berew pêş birdinî komeł çî kirduwe û çî le des hatuwe? řenge hendêk biłên şa’îr xawen desełatî maddî nîye ke bitwanê komeł berew pêş berê? ême le beramber em pirsyare çaweřwan kiraweda ełêyn: berew pêş birdin û cwankirdinî jyan, pêwîst naka beçeşnêkî berçaw û dyar le herêmî maddyata bê. kes întizarî le hunermend ewe nîye ke karî karbedestanî wiłat bigrête esto. hunermend karî eweye ke řêgay xełk řûnak katewe û le řabirdû û dahatû û êstay têbgeyenê. naḧezîyekan derbixa û komeł amade bika bo wergirtinî jyanî beriztir û însanî tir.

êsta parçe pexşaneketan pêşkeş ekeyn, behîway pesnidî êwe.

pencerekanim kirdewe. hestim kird heway fênkî kołan xoy kird bejûrekema û çeşnî temî berebeyan le dewrî leşim hała û germay leşmî kird behełim. etkut le nawewe esûtêm û dûkełim leser hełdestê. naw kołaneke řûnak bû, wek zerdeyek ke nazanî hî şerme, hî twance ya hî xoşewîstî. naw hodekem girj û mon bû û leser beřeyekî xirsekî kon kitêbekem leyek kirabowe. etkut leber şeketî sîngî řût kirduwe û herdûk destî řast řakêşawe.

herke ziřey zengî dergay ḧewşeke hesta begurcî xom poşte kirdewe û bedû loqî dirêj xom geyande berderga. destêkî biçûkî sipî bo carî dûhem dirêj kirabû zeng lê bida ke min dergakem kirdewe û deste biçûkeke be’espayî hate xwarewe û xoy xizande naw destî germ û tasebarî minewe. pirsîm: «direng hatî; lat wanîye çaweřwanî le wizey minda nîye?»

leserxo cantayekî piř le kitêbî ke bedestîyewe bû le goşeyeka dana û pałî da bedû serînî kurdîyewe ke cêgay katî temełî min bû. kutî: «serdemî zû bo hemû şit katyan hebû. bo yektir dîtin, bo ḧesanewe, bo kar û bo bezim û aheng û řaw û zemawend. betaybet bo diłdarî.»

kutim: «êste çî, gwaye şew û řoj kurtitir bûnetewe?!»

bekemêk diłřencîyewe kutî: «řûnakbîr dergay leser xoy pêwedawe û agay le jyanî kołan û geřek biřawe. to ta be’espayî mijêk le sîẍareket edey nîw se’at exayenê. le katêka le naw geřek û kołan hemû kes řa’eka; berew kwê, xwa ezanê. zenazena û deng û hera hergîz nabřêtewe. to îtir nabînî kes bo le desçûnî ewînêk, bo jakanî gułêk bigrî. kes çawî le hełfiřînî pepûleyek nîye. bałdarê ke car car serinc řa’ekêşê, waşey asne ke melî gyan řaw eka. îtir kes bemewe mandû nîye ke melî germên le behara bênewe û le pena şetawêkî sewz û menda binîşnewe û wêneyan bikewête naw awêney golawewe.»

kemêk pişûy hatewe serxo û serî hełêna û dû firmêskî řûnim leser golawî şînî çawî bedî kird ke ehatin bibin bedû diłopî şewnim leser peřey gułî gonay.

kutim: «jyan egořê û kes natwanê pêş begořanî jyan bigrê.»

kutî: «bełê, egořê, bełam pirsyar emeye, boç berew dizêwî eçê? to lat waye çarey hemû derdêk lem peřawanedaye ke hodeket pê piř kirdûn! le katêka min biřwayekî tirim heye. ełêm danîştin û derga bestin û tenanet le serma û germay naw kołanîş bê xeber bûn xoy derde. řûnakbîrî terîk xoy serbare.» paşan wek kesêk ke lay wabê herçî eyłê bo ew kese wa gwêy lê girtuwe wek berdêk waye begumbezêkîda bidey, kutî: «qiseke řoşnitir û dyartire leme ke leserî biřom. komeł wek darî «elaquçkê heleq meleq» wehaye. kemêk lewserî danîştûn û zorêk lem serey. lanî zorekan nîştote ser zewî, wek serî nîrî cûtyarî bê gacût û tû, lanî kemekanîş peřîwete berzî. to lat waye çar çîye? wek to danîştin û ser bektêba girtin û dûkełî xefet beba kirdin? ya handanî ew zorane ke hestin û serdarî alaqûçê sûk ken? ew demeye ke ebînî kemekan dêne xwarewe. eger cûtyar bo xoy biçênê û bo xoy bidrwêtewe, derebeg kwa koşkî çend qatî bo berz ebêtewe?.