ẍerîbî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1370 Dîtin

şewyan şûreyî kirdibû beqsey piřupûç. hendê kutbûyan ke beyanî řawî qel û mirawî û poř xoşe û hendêk layengirî řawî kerwêşk bûn. serî şew hendê le řeşayîyekan ya le sermay małekeyan řayankirdibû ya le bołey xêzanyan leber nekřînî kelupel û lê nekirdinî zimheřî zistan û kewtûyî minałekeyan, le mał tarandibûnî û řûyan kirdibuwe dîwexanî aẍa; ya gizîr dengî dabûn beyanî befrî serbanî aẍa bimałn û hatbûn biłên werwereyan nîye ya bipařênewe ke beyanî eçin bo şar û minałekeyan eben bo dermanga. bełam paş maweyek dê damirkabû. dengî lûrey gurg û weřey seg têkeł lûrey bay sardî zistan bibû ke befrî le kołanekan řa’epêça û eykird begerdelûl û çał û qûłî têk ekirdewe. serma, wek gyanî mirdûy sergerdan xişkey ekird bo kelên û qujbinî naw małekanî awayî, bełam le dîwexanî aẍa kiłpey sobe beqełaşkarî wişk, leşî pyawî xaw ekirdewe û mizgênî xewêkî xoşî pêwe bû, bełam şew dirêj û ’ewdał û betał.

aẍa le pena sobey germuguř danîştuwe. destupêwendî hendê bepêwe û hendê leser ejno danîştûn. şewîlkeş gahê beşewçele û gahê beqsey piřupûç ebziwê. bê dengî hî ew kesaneye ke xemyan heye.

serî şew dîtim kabrayek wek sêberî hewrêk ke bo maweyekî kurt pełeyekî bor bixate ser zewî û tîj têpeřê hate naw dîwexan, bełam kes ne řûy tê kird û ne tenanet zanî ke key hat û çende wêsta û çon çuwe derewe. min le kořî dîwexana wek pîneyekî naḧez leser bergêkî taze weha bûm. ne qet tifengêkim le kewêk teqandibû, ne hergîz řawî kerwêşkim dîtbû û ne qisey xoşî weham ezanî aẍay pê bihênme geşe. tenya ewendem le des ehat le goşeyeka danîşim û gwê bideme ew qisane ke hemûyan belamewe bê bayex bûn. le dîwexan hatme der û le pêşxaney nîwe tarîkî pêşxanekeda beşwên cêgayeka çawim gêřa, çawêkî lê germ bikem, keçî çawim beheykelêkî peřpût kewt ke herdû ejnoy le baweş girtuwe û serî beser baskya şoř botewe. çiray giřsozî pêşxane ewende řûnakî nebû ke bînasmewe, bełam katê minîş wek ew le tenîşt sobey damirkawî pêşxaneke danîştim û baş serincim da zanîm ew keseye wa serî şew hate dîwexan û zû geřawe. lam seyr bû ke boç neçotewe naw xêzanekey xoy. her lew bîraneda bûm ke lêy pirsîm: «wa dyare xełkî êre nît?»

lew maweyeda sebîleyekî tê kirdibû; mijî yekemî lêdabû; le jêr nûrî awrî sebîlekeya řwałetîm hate berçaw; le peykerey xudayanî yonanî kon eçû. demuçawêkî zibrî beçîn û gincî wird û dirişt dapoşraw, ser gonay kemêk qut, gûpî têkqupaw, çeney pan û hendêk hełtoqîw.

kutim: «na min êreyî nîm, bełam to çî? toş ẍerîbey?»

mijêkî tirî le sebîlekey da û dûkeł wek ejdîha becîngiłdan berew tarîkayî mîçî hodeke kişa.

― «ne, min xełkî hîç şwênêk nîm. le hemû layek ẍerîbem. tenanet le naw xêzanekey xoşma ẍerîbem. pîroz pêm ełê, to destewestan û bê karey, hêşta tênegeyştuwe çarenûs yanî çî?»

bîrim kirdewe em çarenûse, em asman tawanbar kirdine, gahê çende teskîn eda bedłî xembar. pirsîm, pîroz xêzante?

kutî: «bełê, pyaw bê jin naḧewêtewe, eger hawserêkîş peyda eka emeye akamî. lay waye min xwam, nexoşî û saẍî minałekeman bedes mine. xwa ezanê katê ew korpe sawaye bedem tawtêwe enałênê, min ebim bebrêşkey ser sêł. axir ew bestezmane temenî dû sałe û bergey nexoşî nagrê.»

pirsîm: «dey ca bo hełnasî biçyewe bo lay?»

benałînewe kutî: «çîm le des dê. aẍa kirdûyete serim, beyanî baraşî bo berme aş. zimheřî zistanî aẍa, ta lê ekirê û tewaw ebê de řojî pê deçê û min ebê ew maweye le lay baraşekan bimênmewe. hatim be’aẍa biłêm kesêkî tir binêrê; bełam dîtim le hodey germa ke basî řaw û řabwardine, çon etwanim basî serma û nexoşî bikem. bełê min ẍerîbim. le hemû layek, tenanet le awayîyekey xoşma, le naw xêzanekema û le naw berge şiřekanîşma.»

qaqay kořî dîwexan, lûrey gurgî byaban û gijey bay zistan beyekewe berz bûnewe û têkeł bûn. serim sûřa. řiq û twanc û tûk beqûłtirîn naxî diłma geřa. bełam... bełam, çîm le des ehat? herwek ew pyawe çî le des nedehat bo tîmarî korpekey. hestim kird ewende bê hêzim, ewende hîwa biřawim ke haka biřwa beçarenûs be serma zał bê. herdû ejnom girte baweş. xew le çawim tara û xem xoy xizande naw diłmewe. serim beser ejnoma şoř kirdewe û çawim naye seryek û wamzanî le małî sardusřî kabra danîştûm.

korpeyekî nexoş, leşî şilk û bê hêzî le awrî yawa esûta. tenanet hêzî giryanîşî nemabû, bełam eynałand û her nałeyekî ayetêkî xwayî bû ke nwêjî tirsî heł’egirt. daykî wek askê ke le des řawçî řaykirdibê, nîgay piř bû le tirs û dûdłî. çawêkî le çeperî şiřî naw małeke bû ke mêrdekey le dîwexan bigeřêtewe û çawekey tirî pasewanî nexoşe biçûke bê tawanekey ekird. her nîgayekî twancêk bû bo komełî ademîzad.

serim berz kirdewe. kabra nema bû, herwek bê xişpe hatbû, bê çirpeş řoyştibû. řastî ekird. ew le hemû şwênêk ẍerîb bû. bełam bew çen qiseye minîşî kirdibû behawseferî xoy. seferî herêmî ẍerîbî. hestim kird kořî dîwexan bê denge. xewî berbeyan le hodey germa karî xoy kirdibû. bełam min ẍerîb bûm. tenanet le naw bergekanî xoşma. ew beyaneş ke xerîk bû le sinûrî ew řojewe der’ekewt, ẍerîbî lê ebarî.