goranî řiçeşkên

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1553 Dîtin

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo. hîwadarîn bextyar û serkewtû bin û eger řexne yaxud pirsyarêktan sebaret be mebeste hunerîyekan heye, bomanî binûsin, herweha ême amadeyn eger parçe hełbestêkî cwantan hebê ya pexşanêkî edebî bomanî binêrin benawî xotanewe biławî keynewe beşertê bitwanîn biřway xoman sebaret benûsrawe û şî’rekantan derbiřîn û mawey ememan hebê ke hełe berçaw û dyarîyekanî nûsrawekan řast keynewe.

mamostay nemir goran sereta damezrênerî şî’rî nwêy kurdî bû û yekem kesêk bû ke řiçey şikand û kewte pêş şa’îranî dway xoy. řêgayek ke mamostay berzî kurd le hunerî şî’ra girtyeber, ta ew řoje kes pêya neřoyştibû. bełam dozînewe û îbda’ û xułqandinî hunerî wek hemû şitêkî nwê û bigre pitir le hemû şitêkî nwê pêwîstî be’azadî bîrubřiwa û serbexoyî û behêzî mêşk û henawî ew kese heye wa yekem despêker û dozerewe û xułqênere. mamosta goran le naw xełka jya bû, le ḧucrey feqêyan, le dîwexan û xaneqa, le şar û le dê, le naw ’êl û şarya wek yek şareza bû. herweha têrawî serçawey edebî konî kurdî û ew edebaney tir bû ke karyan kirdibuwe ser edebî kurdî. ca behoy ayînewe bê ya têkełayetî mêjûyî û herêmî û şitî tirewe. leber eme goranî nemir le pêşa şî’rî ’erûzî gut û lem şêweyeşda hêz û desełat û mamostayî xoy tewaw derxistuwe. zor mezmûnî wa heye ke mamosta hem beşêwey ’erûz û hem beşêwey nwê kirdûyetî beşî’ir. wek em mezmûney çûne kanî û aw hênanî afretan le kurdistan, ke sûje û hewênêkî xomałî û nasrawe le naw kurd û edebekeya.

«řêy kanî quban muntezîrî cîlweyî naze» yekêke le şî’re here cwanekanî mamosta. legeł eweşa begwêrey naçarîyek ke şêwey ’erûzî bo şa’îrî ehênîte pêşewe zor wişey ’erebî û lêkdanewe û te’bîrî edebekanî hawsêy têda berçaw ekewê û şa’îrî naçar kirduwe lebatî qurban bo hatnewey şî’reke biłê «quban»! herweha mamosta em mezmûney le cêgayekî tira beqalbî ’erûzî û naweřokî nwêwe kirduwe beşî’ir û ełê:

hemû beḧesretewe guł eken nisarî řêt
bizanîn axo gułî kê bedłitewe elkêt.

guł bedłewe likan bemanay eme ke gułî kam genc kar ekate ser hestî kiçanet. te’bîrêkî tewaw nwêye û wêney le wêjey kurdîya nîye. mamosta beşêwey nwê, nwê çi lebarî kakił û çi lebarî tokłewe em mebestey kirduwe beşî’ir. goran hest eka bo şa’îrêkî pêşkewtû tenya şarezayî be’edebî kon û tenya edebî netewekey û herêmekey bes nîye. hest eka ber lewe herêmî řamyarî ya yekyetî gişt mirov bête dî pêwîste le wêjeda betaybet le şî’ra ke le hemû hunerêkî tir le ’atîfe nizîktire em mebeste ebê pêkbê û mirov bê ewe çaw le ziman û zanyarî û netewe û herêmekey bigrê, ebê bibête yek xêzan û bo em mebeste şa’îr pêwîstî beřwanîn û şarezabûn beser wêjey bêganeda heye. baştir waye ke şa’îr xoy zimanî bêgane bizanê û bê ewe naçar bê wergêřawî nûsrawekanî laweyî bixiwênêtewe bitwanê řastewxo legeł bîr û hest û ’atîfey şa’îrî laweyî têkeł bê ta dîwanekey birans û şîlî û şiksipîr bixiwênêtewe û paş xwêndinewey dîwanî birans, bem core şa’îrane biçê betanî cwanîyekanya û biłê: dîwanekey birans ke neẍmey şî’rî ełêy kiçe pê’ekenê yan egrî. řastî cwantir le giryan û pêkenînî afret çî heye? herdû em dû ḧałete, wate em peřu ew peřî tîndiranî ’atîfe ebne hoy derkewtinî gewherî bewrşey henawî afret, yanî ew ademîzade ke tanupoy le hest û nermî û xoşewîstî pêk hatuwe.

goran, gewretrîn şa’îrî kurde ke kelên û qujbinî gyanî ademîzad epşikinê û řûnakî şî’rî exate ser tarîkayî hest û ’atîfey mirov. goran her ew şitane ełê ke hemû ademîzadêk le diłya hestyan eka. bełam natwanê deryanbiřê. gewretrîn cyawazî şa’îr legeł xełkî asayîya emeye ke perîzadî xincîlaney naw perdey xeyał betelîsmî wişe exate berçaw û eyhênête ser şanoy dîdar. hemû kes carî wa heye hest eka ewey le diłya ecoşê, le layekewe gewretre lewe ke le peymaney mêşk û derûnya biḧewêtewe. bełam katê eyewê le pilûskî zimanewe hełîřêjê û bîxate naw defrî wişewe ebînê ke le wizeda nîye nawî derya le gozeyeka cê bikirêtewe.

tikaye gwê bigirin bo çen şî’rêk le parçe şî’rêkî mamostay berz û nemir:

her çen ekem, ew xeyałey pêy mestim,
bom naxrête naw çwarçêwey hełbestim!
lêkdanewey derûn, qisey zimanim
bo çî weha dûrin le yek? nazanim!
emwîst derûn bikirayewe wek tomar
derkewtaye dunyay cwantir le behar
derkewtaye awat, hîwa, xewbînîn
piřşingidartir le estêrey qubey şîn!

ta bernamey dahatû be xwatan espêrîn bełêntan edeyn ke le bernamekanî tira basî ew şa’îranetan bo ekeyn ke şwênî goranyan girtuwe û herweha piley emřoy şêwey nwê le şî’rî kurdîya bas ekeyn. ta ewkate bextyar û serkewtûyîtan awate xwazîn.