řûbendî şar

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  963 Dîtin

çen sał terîk bûm le heway bijwênî binar û wirde wirde xerîk bû le bîrim biçêtewe jyanî ladê; bere bere bonî dûkełî şarî gewre ke çeşnî tûtnî xaw gerûgir bû, cêgay bonî mêxekî berokî kiçî ladê û henasey zîndûkerewey şiney berbeyanî dołî piř gułî kêwî leber lûtim egirtewe. le şarî bezena zena axnirawewe řûm kirde ladêy bê deng. etkut le çeqexaney mizgewtî werzî zistanewe çûme naw kołanî dê. beyanî zû becrûke û cirîwey sêrû û çoleke le xew hełdestam. ser likî dar her cimey ehat. car car wek pełe hewrêkî biçûkî řeş eřewîn û dîsanewe yektiryan egirtewe. peřesêlke wek yadêk ke xoy le perdey bîrewerîmda binwênê û maweyek kurt bixayenê û paşan le sinûrî tem girtûy xeyała gum bê, beberdemî pencerey awałey hodekema heł’efřîn û min tenya wişey bałyan û cirîwey têkřayîyanim bo hest ekira. hemû şit lem bê dengîyeda kełkełey bîr û xeyałî exsite mêşkewe. bîrî hebûn. bîrî her man û xuda. bîrî ewîn û jîn.

hêşta kołanekanî dê bizey bûmelêłyan nekirdibû beqaqay xoretaw ke min eçûme ser tepkey berdînî beramber be’awayî. le pena berdêka ke hêşta zorî mabû tîşkî germî xor fênkayî sayeqey şewî lê wergirêtewe pałim edawe û emřiwanîye awayî ke çeşnî kotrêkî xewtû serî le jêr bałî derdehêna û çawî beher çwar lada egêřa û tasey fiřîn gerûy piř bestey emasand û bałî lêk eda. polêkim minał edî ke her kam çend berxołey biçûkyan wepêş dawe û berew derî dê eyanben. dengî meşkejandin û nirkey kabanî meçek xiř ebûn bemêlodî awayî. le pişt serî minewe, xor wek teştêkî misî piř agir der’ekewt û sêber û tarmayî leberî eřewîn. kořîlkey berdî le jêr piřşingî hetawa wek çawî şînî kîjêkî taze le xew hestaw tirûskey ehat. řengî tarawî kanyawêkî biçûk behełatnî xor egeřayewe bo naw hemû diłopekan û le gerdenî zerd û zołî caře genmêkî dirwênekiraw ebû bemliwênkey mirwarî.

xerîkî bîrkirdinewe bûm û geyştibûme ser ew mebeste ke hendê le ademîzadan le şarî gewreda le naw koşkî çend nihoma behezar dezgay wirdekarî sin’atî, saman û darayî xoyan bo najmêrdirê û hendêkîş le awayîye biçûkekanda beqamkî take destêk seruberî mał û samanyan lêk edenewe.

destêkî mîhreban kewte ser şanim û dengêkî pyawane û kemêk giř kutî: «beyanî baş!» lam seyr bû ke em denge hî em gence bê ke bê guman behemû temenî neydekirde bîst behar. êmey řahatûy tirs û xogirtinî şar, behełkewt ebê bem sakarîye mil danewênîn bo řasteqîney birayetî û berey ademîzad. kem kes heye le şarî gewre, řûbendêkî beřuwewe negirtibê bo ewe xoy le jêra bişarêtewe. ew siławe beřwałet germuguřaney naw dałanî îdarekan, kiław hełgirtinî naw şeqam, xułk kirdin û fermû kutnî naw kołan, kemî wa heye hî ew kese bê wa le jêr řûbendekedaye. ême tewawî temenman nexiş egêřîn û gahê le bîrman eçêtewe ke xoman çîn û kêyn û çîman ewê. tenanet le naw xawwixêzanîşa kem wa heye řûbendekeman dařnîn û bibînewe ademîzadêkî beřastî ke etwanê bê tirs biłê «xoşim ewêy.» naçarim biłêm le xewîşa řûbendeyek - ke le pêşa emankut ebê hemanbê, çunke «şar şarî kwêrane» û řûbende destêke bo girtinî berçawman - her beřûmaneweye, çunke îtir řûbende nîye, endamî xomane. tenha katê ke eçîne ladê û em hemû sakarîye, em hemû řeftare siruştîye ebînîn, hest ekeyn ke řûbendey şar kełkî nemawe.

genceke le lam danîştibû. çawî le polêk kiç biřîbû ke le kanyawekey xwar dêwe egeřanewe. xoretaw leser kułoncey mexmer û etłes û kirasî zerd û sûryan semay ekird. laweke kutî: «eweyane wa gozeyekî sûrî beser şanyaweye! biřwane bejin û bałay, ełêy bextî xuda pêdawane, řast û hełçû. hemû sałê katî dirwêney genim eybeme naw genmekan, eger gułî genmekan be’endazey bejnî nazenînî berz bin, ew sałe dahatman baş ebê. lem dûrewe berçaw nakewê.

pirçî wek tûy kaxłî û řîşî gułe pêẍembere zerde. larulencey le kerwêşkey genim û co cwantire. dengî le qaspey kew diłřifêntire.» kemêk řwanî bom û kemêk beşerim û diłişkawîyewe kutî: «na, sûdî nîye. wa dyare tênagey ełêm çî.» paşan bê ewe hîç biłê hesta û gurc û goł řûy kirde hewrazî piştî tepkeke. bîrim kirdewe, emane çend dił naskin. çend zû hogir ebin û çend zû sił eken. axo bo ême zor sext û dijwar nîye pirdêk hełbestîn bo hatuçoy diłî ême û ewan?! axo her qisey zil nîye ewane ke le hodey piř le dûkełî çiẍare û piř le kitêbî komełnasîda eyanłêyn?!

ta ḧewtey dahatû bexway gewretan espêrîn.