piřşingî hetawî bîrî ẍezalî
selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo.
kak îsma’îlî ’elî babayî, sipay zanist le merendewe pirsyarî kirduwe: «îmam miḧemedî ẍezalî kêye? axo le řîzî nûserane ya feylesûfan û ya endamêkî komełî ’arfan û xwanasane?»
biray xoşewîst. wa dyare xot le barey ẍezalîyewe gelêk şit ezanî, çunke pirsyareket hemû şitêkî lê der’ekewê. ẍezalî hem nûsere, hem feylesûf û hem xwanas, bełam dastanî jyanî ew zanaye le dû qonaxî cyawaz pêkhatuwe. le qonaxî yekemî jyanya zanayekî gewrey ayînî bû û le qonaxî dûhema wate le temenî 38 sałîya řêgay felsefe û ’îrfanî girte pêş, bełam felsefey ẍezalî le exlaq û řewştî însanîya kurt kirabowe û le řastîya felsefey ’îrfan û xwanasî bû. ẍezalî le sałî 450y koçîda le dayk bû. bawkî coła bû û xoy bemnałî destî kird bexwêndinî zanistî û ayînî û le maweyekî kurta nawbangî behemû wiłate îslamîyekana biław bowe. le sałî 488da lepiř gořanêkî seyrî besera hat. ders û medrese û qîl û qałî becê hêşt û bergî melayaney dakend û aware û řeben destî kird begeřan. maweyekî zor le dûdłî û gumana mayewe ta le akama mirazî xoy le řêgay ’îrfan û seyr û silûka dozîyewe. em çeşne jyane le jyanî mewlana celaleddînî řomî eçê. se’dî xwalêxoşbû dijî em terîkî û takîye buwe û ełê:
ẍezalî paş em hemû sergerdanîye, řêgayekî řastî bo geyştin be bextyarî řastî dozîyewe û ta katê mirdin hengawî ewî le pyase xist, le biřînî ew řêgaye mandû nebû. «kîmyay se’adet» ke benesrêkî cwan û řûḧ sûk û leberdiłan û beşêweyekî sakar nûsrawe û hêndêk kes beşakarêkî wêjeyî ezanin, deskewtî ew seyr û sefereye. kîmyay se’adet, da’îretulme’arfî kameranî û řizgarî, gahê ewende le herêmî gyan û hestî ademîzad nizîk ebêtewe ke lêdanî diłî mirovayetî le naw dêřekanya dête bergiwê. zor destûrî exlaqî ewtoy têdaye ke le řewannasî û me’refetelřûḧî emřoşa be’esił û payeyekî negořaw nasrawe. wek eme ke ełê: «diłî pakî minał wek gewherêkî hêja wehaye, wek mêw nexiş hełgire û hêşta hîç gerdêkî lê nenîştuwe. wek zewî beyarî beřêje û her tûyekî lê biçênî dête ber, her karêkî ke bedes pyawêkî gewre cêbecê ekirê bemnałî le nîhadya hewênî bestuwe.» ẍezalî kirdewey baş û bîrkirdinewey baş û xobext kirdin le řêgay mirovayetîya ekate sermeşq û tenanet gyandaranî tirîş ehawête dałdey bezeyî xoyewe û ełê: «pyawî gewre bem taybetîyane der’ekewê û enasrêtewe; xo bekem girtin, xo hełnekêşan beser xełkî tira, bîrî baş kirdinewe, lêbûrdin û xobext kirdin, diro nekirdin, bergî sakar û xwardemenî sakar û cûłanewe bepêy zanistê ke heyetî.»
paşan ełê: «kuřim bê guman be ke zanistî nezerî yarmetî mirov nada. eger pyawêk le byabanêka de şimşêrî hîndî û çekî tirîşî hebê û xoyşî zor pałewan û şeřker bê û şêrêk hêrşî bo bênê, beşertê le çekekanî kełk wernegrê, metirsî lê dûr nakewêtewe û eger zanayekîş hezaran mebestî zanistî bixiwênê û fêryan bibê beşertê le kirdeweda kełkyan lê wernegrê, le hełekirdin û serlêşêwan nayparêzin.»
ẍezalî le cêgayekî tira ełê: «karî pyawan dan becerga girtin û beşêneyî bûn û ser lê neşêwane. legeł xełka řû xoş be û hemû kes le xot pêştir bigre, ta le diłî xełka cêgat hebê. komeł bang ke bo karî baş û wiryayan bikewe ke çewt neřon. kesêk ke em dû destûre beřêwe neba bere bere diłî řeş ebê û cyawazî nêwan baş û xirap nazanê. kesêk ke nyazmende û atace, çakey legeł bike, eger le destit nehat hawderdî be. hîç kes şyawî ewe nîye ke bebirsîyetî ser binête ser serîn.» em witey ẍezalî yekcar bekełke. zor car bîstirawe ke ełên eme karî xudaye, kesêk hejar û nedar û nexoş û deskurt bê. bełê řaste ke xuda şarezaye ke ademîzad çî beser dê û çarenûs ezanê; bełam eme nabête bełge ke xuda byewê kesêk le kesêkî tir bextewetir bê.
ẍezalî feylesûf û zanayekî bê wêne buwe û temenî le lêkołînewe û nûsîn û amojgarî kirdina, beser birduwe. şwêneware berzekanî bote hoy eme ke nawbangî le uřûpay sedekanî naweřasta biław bêtewe û kar bikate ser bîrubřiway feylesûfanî uřûpayî. dîkarit sedeha sał paş ẍezalî ełê: «min bîr ekemewe, min her ewem ke hem» eme her witekey ẍezalîye ke kutûye: «bîrkirdinewe bełgey hebûn û wicûde.» kanit û bîlz paskał dû feylesûfî tirî uřûpayîn ke zoryan kełk le nûsrawekanî ẍezalî wergirtuwe.
îmam miḧemedî ẍezalî, felsefey her ta ew cêgay qubûłe ke yarmetî bida beberizbûnewey gyanî mirovayetî û řewştî pesnidikiraw. leber’eme etwanîn biłêyn ke ẍezalî feylesûfêkî însan dost û exlaq periste. ẍezalî hemû twanay xoy terxan kirduwe bo nwandinî xoy. baş û xirap le derûnî ademîzada behemû hêzêkewe layengirî řewştî cwan eka û hełmet ebate ser xidey xirap û napesind. bezmanêkî sakar xełk tê’egeyenê ke jyan le řwangey mirovayetîyewe çîye û ełê:
«eger etewê barî jyanit leser sûk bê xot le tema’ dûr bigre û zor bexemî samanewe mebe! çaweřwanî řastî le tema’kar mebe û le nîhadî bê binîçe û bê xanedana beşwên emek û wefada megeřê.»
«... pyaw ew pyaweye ke legeł hemû kes baş bê, bê ewe bîr le başî û xirapîyan bikatewe. dił çeşnî awêneye û xûy xirap çeşnî dûkeł ew awêneye tarîk û lêł eka. başî legeł bendey xuda gewretrîn xwaperistîye.»
eme çen witeyekî kurtî ẍezalî bûn, kesêk ke byewê baştir le felsefey ew xwanase têbga peřawî kîmyay se’adet bixiwênêtewe zor bekełke.
ta ḧewtey dahatû bexwatan espêrîn. şewtan baş.