awatî pîroz

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1059 Dîtin

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo. tikaye le pêşa gwê bigirin bo parçe pexşanêk:

mawey nîw se’at herwa bê deng danîştibûn û car car le jêr çawewe bo yektiryan řwanîbû, hełbet weha ke aşkira nebê. her kat em serî daxsitibû ew çawêkî beçareya xişandibû. wa dyar bû herdûkyan le diłyana bexoyan kutbû: wirya be, hawser girtin û hełbijardinî hawbeşî jyan karêkî sakar nîye. tewaw çawit bikewe û baş biřwane demuçawî, bejin û bałay. bełam herdûkyan lem bîre ke bedłyanda hatbû şermezar bûn û dyar bû herdûkyan le diłyana bexoyan kutbû bo meger hawsergirtin û hełbijardinî hawbeşî jyan her bewey ke řwałet cwan bû, pêk dê? baştire xû û řeftarî bizanim. bełam herdûkyan katê geyştibûne em cêgaye damabûn çunke neyan’ezanî be çi řêgayeka...?

bawik û daykî kiçeke paş ewe zor leser mareyî û ciluberg û xişił û zêř û guł û gware û kirmek û jêr çene qiseyan kirdibû û kuřeke beşerme hemû şitêkî qibûł kirdibû, le hodeke çûbûne derewe, ta kuř û kiç beyekewe qise biken. xwa ezanê şêrko çend car lêbřabû eme biłê û le şerma zimanî bestirabû û çend desrey be’areq teř kirdibû ta bedengêkî nerim û lerzînewe twanîbûy biłê min ebê xom legeł «çiro» qise bikem û bizanim ewîş řazîye yam ne. paş ew çend wişeye qisey tirîşî kirdibû û kutbûy min û çiro emanewê beyekewe bijîn û ebê ew bitwanê legełma hełbika û bitwanê bedił xoşî bwêm. bełam bawik û daykî çiro, îtir gwêyan nedabuwe qisekanî dwayî «şêrko». temaşayekî yektiryan kirdibû; wek qiseyekî seyryan bîstibê û herdûkyan le diłî xoyana kutbûyan: yanî çî, çiro çi kareye, ême dawmane û biřawetewe. bê guman em qiseyan le dił giran hatbû ke zaway dahatûyan êste hîç nebuwe eyewê legeł kiçekeyan tenya bê. şêrko emey le řwałetî xesû û xezûrî dahatûyda bedî kirdibû, bełam îtir hêzî pakaney nemabû, çunke hemû wizey xoy bo derbiřînî qisekey pêşû le des dabû.

nîw se’at bê deng danîştibûn. tenya xişey kirasî tazey çiro car car heway kipî hodekey elerandewe. ebû şêrko des beqsekirdin bika, bełam biłê çî. bîrî kirdewe biłê emřo hewayekî xoşî heye û eme bikate seretayek bo wituwêj, bełam lem bîre hem řiqî hesta û hem pêkenînî hat. řiqî hesta le xoy ke boç xûy bêganey girtuwe, axir ew le fîlmî sînema û le nûsrawekanî nûseranî řojawayîda dîbûy û xwêndibûyewe ke seretay hemû aşnabûnêk bem coreye: «hewayekî xoşî heye, wa nîye?» kiçekeş pê’ekenê û ełê: «bełê zor xoşe.» paşan kuřeke ełê: «neharêk le fiłan cê bemûsîqa û semawe; pêt çone?» kiçeke ełê: «başe, zor başe...» û îtir bûn be’aşna û karyan tewawe, ya beserhatêkî tir des pê eka: «nawit çîye?» «înabîla, Tresa ya marî Mary ya Rose řoz.» - «beh beh çi nawêkî cwane, beřastî cwane.» kiçeke ełê sipas û zerdeyek dête ser lêwî. paşan bang kirdine bo sema û îtir karyan tewawe. ełêy sałhaye yektir enasin. bem řiqî le xoy hesta û bemeş pêkenînî hat ke eger biłê hewayekî xoşe, ew kiçe sakare kurde çi ḧałêkî besera dê. bê guman leber xoyewe ełê meger qise nemabû ke basî hewa ekey! ême leser dûřêyanî jyan westawîn û ebê bewrdî û jîrî řêgayekî ewto hełbijêrîn ke bigate akamî bextewerî, keçî ew basî hewa eka.

şêrko hestî kirdibû ke leme zyatir bê dengî belay çirowe manayekî başî nabê, çunke sê çwar car dîbûy ke çiro çaw ebřête çawî û barî danîştinî egořê û ełêy lem bê deng danîştine weřez buwe. şêrko kutî: «çiro» û ew wełamî dawe: «bełê!»

― «min û to xerîkîn dest edeyne gewretrîn karî jyanman.»

çiro le demî wergirtewe: «na gewretrîn kar nîye, bełam gewreye. yanî zor kar heye le bextewerî min û to bantire.»

― «ke wehaye to qebûłte ke em kare bextewerî min û toy têdaye.»

çiro beçawêkî piř sikaławe seyrî şêrkoy kird û kutî: «to lat wanîye min kiçêkî sakarim û tênagem ewîn yanî çî? eger lat wa bê hem bê însafî û hem behełe çûy.»

şêrko le tasanî seretay qise kirdin řizgarî hatbû û eytiwanî bezerdey pyawane û řwanînî germ hestî xoy derbiřê.

le derewe bayekî betezûy payzî le dirzî derga û pencerekanewe xoy bejûrêda ekird û perdey naw hodekey elerandewe. etkut bêçuwe pişîleyekî bizoz xerîkî kayekirdine be perdeke.

şêrko kutî: «to řazî?»

çiro tenya bizeyek girtî û serî danewand.

şêrko kutî: «bîrî lê bike. małêkî xoş û xincîlane. kuř û kiçî cwan!»

çiro leber xoyewe kutî:

― «awatekanit cwanin, bełam şikodar nîn. tenya bo xom û xote.» şêrko beserlêşêwawî pirsî: «deyca» û neytiwanî qisekey tewaw ka. çunke neydezanî çiro mebestî çîye.

çiro ewî lem sersamîye řizgar kird: «bextewerî katê tewawe ke bo hemû kes bê. beçawî geş û kułmî sûr û lêwî bepêkenînewe çun bijîn, katê firmêsk leser gwêswanî hezar çaw, sema eka û kułmî minałî derdedar wek behêy zerd wehaye û lêwî bebarî hejaran bextewerî takî min û to ekate gepcar?! çon bê derbest û serxoş belay hezaran kemayetîda têpeřîn, le katêka le destiman naye karêkyan bo bikeyn û nemankirduwe!»

şêrko le jêr lêwewe kutî emeye řazî manewey ademîzad û beriztir kutî:

«zekatî bextewerî desgîroyî hejarane. min û toş lem samane xuda dawe zekatî atacan edeyn. eger bextewer bîn behêztirîn bo yarmetî xełk.»

çiro bepêkenînêk derî xist ke dijî ew biřwayeye û kutî: «bełam bedaxewe bexteweran le derdedaran dûrin.»

şêrko benałînewe kutî: «pêwîst naka êmeş weha bîn. eger ademîzad her leser barî pêşûy biřwa, pêşkewt manay nabê. çi debê min û to yekem řêbwarî em řêgaye bîn?»

çiro dengî nekird, bełam wek ewe eçû biłê ba wabê.

gwêgranî beřêz: bernamekeman lêreda tewaw bû. çaweřwanî nûsrawekantanîn û ta bernamey dahatû hemûtan bexuday mezin espêrîn û serkewtin û bextewerîtan bo dawa ekeyn. şewtan baş.