çaweřwanî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  1358 Dîtin

selamêk lem payzeda wek gułê ke mabêtewe leber tałanî gełařêzan, pêşkeş be’êwe ke jyan û herçî řazênerewey jyane xoştan ewê. pêşkeş be’êwe ke be hest û hunerperistin. lem bernameyeda nimûneyekî nwêtan le dastanî kurtî kurdî pêşkeş ekeyn û çaweřwanîn êweş benardinî dastanî kurtî şwênewarî xotan ya şwênewarî nûseranî nasrawî kurd yarmetîman biden.

le dêwe řêgayekî pan û řêk eçû bo kenarî çom. seretay řêgake le xwar dêwe le pał małî pûre pîrozewe destî pê ekird. le pirdêkî biçûk ke leser bendeke hełbestira bû epeřîyewe eçuwe naw řêgakewe. ember û ewberî řêgake beřîz darî sipîdar û pełk û çinar bû. sipîdarî estûr û geła pan. pełkî lar û kom ke hendêkyan gendeł bibûn û le cêgayekewe ke kirim lêy dabûn, kunî wird û dirişt, berçaw ekewt. baranê ke barîbû lew kunanewe, le gendełayî darekan zelî bû û awêkî tałey hendê sûr û hendê řeş lew kunanewe beser leşî darekana hatbuwe xwarewe, etkut pîremêrdêkî kurde ke le tenyayî û bê dengîya beçawî pirûş û kiz giryawe. çinarî ser berz ke le pena pelkekana etkut kuřî gencî qît û qoze le pał destî bawkî pîrî nuştawewey, řawestawe. paş řîzî darekan lember û ewberî řêgakewe pełe wênceyek bû ke katî dirwêney berî sêhemî hatbû. piřşingî xoretawî řeng peřîwî êwarê etkut dawênî kirasî bûkêkî şox û şenge le pêçî kołanêka nedîw ebê. nîwey pełe wêncekan leber nûrî xoretawa têkeł yek bûn le şînî meylew zerd û nîwekey tiryan ke lale sêberî beser kêşa bû şînêkî tarîk û berew řeş bû. yekemyan etkut çawêkî meřîye ke geşey pêkenînî têgeřawe û beşî dûhemyan le çawêkî şîn eçû ke çaweřwanîyekî dûrudrêj lêłî kirdibê.

min hemû řojê katî êwarane da’ekşam bo xwar dê û le lay małî pûre pîrozewe tê’epeřîm û beser pirdekeda pêm dena naw řêga û eçûme ser çom. ewe karî hemû řojêkim bû, bełam hemû řojîş ke egeyştime ser pirdeke le pêşa awřêkim edawe bo naw dê û hemîşe pûr pîrozim edî ke le naw ḧewşekeya danîştuwe û çawî biřîwete asoy ewberî çomeke. çawim ke le dîmenî têkşikawî pûr pîroz etraza nîgam be’awî mendî qewze girtûy bendeke ekewt ke boqî wird û diriştî şîn û xołemêşî beser qewzekanîyewe xerîkî pişûdan bûn û ew pişûdane tenya sêberî marêkî awî têkî eda û boqekan begurcî û kemêk serşêwawî xoyan eşardewe. paşan ke eçûme naw řêgakewe pêş hemû şit kunî dar pelkekan sernicyan edzîm. minałanî awayî layan wabû leşî pelkekan xwênî têdaye, çunke eyandî awêkî xestî nizîk besûr bem kunaneda dête xwarewe û minîş nazanim çon bû ke leser pirdeke ta egeyştime ser kendełanî çomeke û çawim be’awî şînî gomî mendî piř le masî ekewt; lew nêwaneda minał ebûmewe û ehatmewe ser biřway minałanî awayî. biłêy xwênî şehîdêk bê? biłêy em şinebaye ke geła û likî darekan eşekênêtewe destêkî nadyarî pîroz bê baweşênî ew şehîdane eka?!

bełam zû egeyştime ser çomeke û lewê dîmenêkî tir bîrî xawênî minałaney le mêşkim etarand.

lemêj bû pêwe bûm derfetêk bidozmewe û legeł pûre pîroz qise bikem. hendê şitim le xełkî awayîyeke bîstibû û lebatî weswesem damirkênê zyatir hanî dabûm bo ewe legeł xoy bidwêm. ew řojeş wek řojanî dîke, min çûbûme ser çom. masîyekan lew beşey gomekeda ke nekewtibuwe jêr sêberî dare bî kenarî çomeke û tawîşî beser nekşa bû le hatuçoda bûn. gahê ber zigî zerdyan weder’exist û lew kateda etkut gomeke ebê bezarêk ke bezerdeyek leyek ebêtewe û piřşingî didanî řêk û cwanî der’ekewê. min zîxêkî wirdim ehawîşte nawyan û kořî ewîndaraneyanim eşêwand. masîyekan têkřa ehatnewe ser zig û bebzûtneweyekî bepele ke le baleyekî tund eçû, biławeyan ekird û leyek cya ebûnewe, etkut lepiř çiray hodeyek kiz ekey. le gomekeda tenya piřşingî nîwe řengî xoretawî êwarê emayewe.

hestim kird yekêk le pał destima danîşt. ewende be’espayî ke eger dengî nekirdibaye, lam wa ebû hestim behełe çuwe û le têkełbûnî sinûrî sêberî xoretaw ke êwarane le naw gijugyay řengawřengî deştî awayya her dê û desełatî tarîkî zortir ebê û xoretaw paşekşe eka, lam wa ebû bince gyayekî zerd û berz le pêşa le jêr nûrî xoretawa buwe û êste wek sengerekanî tirî xoretaw tarîkî monî êwarane girtûyetî. bełam dengêk hate gwêm ke ełê: «mîrza!» dengî afretêkî pîr bû. le dengêk eçû zor le dûrewe herat lê bika û to her ewende têbgey legeł toyetî, bełam nezanî kêye. kemêk wersûřam. dîmenî peřpûtî pûr pîrozim nasîyewe. lam seyr bû ke nawî min le kwê ezanê. xełk eyankut de sałe pûre pîroz tenanet yek wişeş le demî dernehatuwe. min hêşta sersam bûm ke pûr pîroz hate qise. le katêka demî legeł gwêm le mitrêk zortir nêwanî nebû, hestim kird le asoy ewberewe kesêk qisem legeł eka. baş nemdezanî ke pûr pîroz lay mine ya lewser asoyeye ke çawî kizî tê biřîwe. nemdezanî qise bo min eka ya bo ew kese ke de sał lêrewber lew tîrege serkewt û îtir negeřayewe.

― «... bełê mîrza. aẍa kirdye serman ke biçê bo dêy ewberî em kêwe û lewê hêlke û mirîşk bikřê bo mîwanekanî aẍa. nexoş bû. leşî wek birêşkey ser sêł le çeq û çoda bû. didanî didanî nedegirt. pêş ewe gizîrî aẍa bête serman beçend lêfey germ dampoşîbû. tendûrekeşim bo nêł dabû. nazanî ew řoje çi tof û sermayek bû. tifit heławîştibaye le ḧewa deybest. gizîrî aẍa hat û kutî, ebê zû biřwa û zû bigeřêtewe. min kutim, nexoşe û çeq û çoyetî. natwanê biçê. gizîrî aẍa kutî, çare nîye, fermanî aẍaye, mîwanî heye. min leberî pařamewe, dawênîm bada, beser dest û pêyda kewtim werî negirt. bem ḧałewe hesta û řoyşit. lałayîm gatê, pûzewanekanî diřabûn, kałey şiřî le pêda bû. katê geyşte ser em pirdey ber małî xoman îtir le berçawim gum bû. kiřêwe bebawe eyhêna û ebû bedîwarêkî sipî û berçawî řêbwarî egirt. ew řoje de zistanî besera hatuwe û min çawim lem asoyeye key egeřêtewe. diłnyam egeřêtewe. ew minî xoş dewê. daykî pîr û lêqewmawî xoy xoş ewê.»

pûre pîroz bê deng bû û min giryanim pê biçûk bû. lem kateda bo derbiřînî hestim, tenya çawim bem demuçawî piř çirç û ginceda xişand ke her xemê şwênêkî leser danabû. le zarim derpeřî: «na na, hełînagrê!» bełam dîtim bo çi ew hełî’egrê! le bê hêzîya řûm kirdewe katî minałî. biłêy em darane şehîd nebin û em xwênane xwênî pakyan nebê beseryanewe dyare?!

řoj awa bibû. pûre pîroz çon wek peřêk ba bîhênê hatbû, çeşnî xewnêk ke şeqjinêkî tał le nawî berê, le lam řoyştibû. koşkî aẍa hêşta tawî lê awa nebbû ke beçen çiray toř nûrbaran kirabû û eme qisey dwayî min bû:

«biłêy lem koşkaneş, řojêk xoretaw netorê?!»