bîrewerî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  1098 Dîtin

paş çend sał ewm le îstigey qetar çaw pêkewtewe. cantayekî bedestewe bû, eçû bo şwênî pilît kiřîn. heykelî wirdîlaney û řûmetî lawazî serincî řa’ekêşa; îtir mûy tewaw maş û birîncî bibû le dû lay nawçawanîyewe mûy serî hełwerîbû. dewrupşitî çawî, gincî wird û barîk çeşnî nêze hêrşyan bo çawî birdibû, ke etkut şwênî kêłgeye. katê pê’ekenî gincekanî dewrî çawî qûłtir ebû û pîrtir ehate berçaw. wek masîyek ke bikewête ser zîxî bestên, bê aram bû. le meydanî îstige bepele hatuçoy ekird û legeł kabrayeka qisey ekird. em bizozî û nesrewtûyîye bo min nenasraw nebû. hatewe bîrim ke hemîşe zû danûy legeł xełka ekuła. her kes qisey legeł bikirdaye, paş çend car bo lay ekêşra. legeł her kesêka ebû be’aşna, pêş ewe baş bînasê, destî ekird bederdî dił. eykut: «xerîkim hawřêyek bidozmewe û legełya hełêm.» eger kesêk lêy bipirsîyaye bo kwê? xêra tûře ebû. ew řoje ke çawim pêy kewt le xeyała geřamewe bo řabirdû. le geřekêka ejyayn. małyan nizîkî małman bû. paş nîweřoyane emdî bebaweşê kitêbewe le mał eçuwe der; car careş bebergî ḧesanewewe le berdergay małekeyan ewêsta û seyrî herawhoryay kûçey ekird. ew, le bîrme ew řojaney zîndû ekirdewe ke piř bûn le şadî û bizûtin. ew řojane ke le jêr dîrekî çiray berqa ko ebûynewe û le hemû babetêkewe edwayn û ew řwałete ke leser bîrim beyadgar hełkenrabûn.

îsgey qetar qerebałẍ bû, qetarêk le «xuřemşehir»ewe hatbû, leser pilîkanî îsge ademîzadî corbecor û netewey cyawaz kelupelyan bebaweş û koł hełgirtibû. wek şare mêrû beřîz eçûne ser û le naw heray şara gum ebûn, çefte û ’egal û mêzerî kurdî û turkimanî; laweyî mû zerd ke pirçyan beser şanyana hatbuwe xwarewe û kołepşitêkî gewreyan bepşityanewe şetek dabû û şitî deskarî êranyan beqayşî pişt û petî kołepşitîyekeyanewe hełwasîbû. bê guman em giłêne û estêwiłk û qiroşkeye ke bonî řojhełatî konî lêwe ehat le wiłatanî ewana bebayex bûn. minałî ’ereb ke kirasî sipî awdamênyan lebera bû, bem û bewlada řayan’ekird û le naw dest û pêy geştyarana řêgayan edozîyewe le goşeyeka seryan heł’eda. ew betamezroyîyewe temaşay yarî bê xeyałaney minałekanî ekird.

ew hemîşe minałî xoş ewîst. zor car lêm bîstibû eykut: «minał ewey başe ke nazanê firîwdanî xełk çîye. xełk beçaw eřwanin, belêw pê’ekenin û bezar edwên, le katêka ew hemû emane bedił eka.» hemîşe qerebałẍî pê xoş bû. katê dewruberî piř ebû le deng, kitêbe şî’rekey pêkewe ena û eyřiwanî. nîgay etkut şimqařêkî birsîye beşwên melêka egeřê řawî ka. her mepirse ke çende xoşḧał ebû katê lew naw ḧeşîmetekeda nasyawêkî edozîyewe. řiqî bû le tenyayî û eger hewałêk becêy bihêştibaye, heta heta le bîrî nedeçû. leber’ewe nemwêra biçme lay. zanîm ebim begepcařî nîgay.

ew hawîne bê ewey bizanim ya bimewê, ew awate ke pyaw hełweday xoy eka kêşabûmî bo ew şare. şarêkî ẍerîb. zor řazî way heye ke pêt nałê û ebê xot hełîhênî. ẍerîbî zor şitit fêr eka. yekyan emeye ke bîr bikeyewe û řêga bidozyewe, bê ewe kesêk jêr bałit bigrê. ẍerîbî zîz û mon û bê bezeyîye, bełam fêrit eka ke leser pêy xot řawestî û pał bekesêkî tirewe nedey. minîş bew nyaze çûbûme ew şare dûre. řojêk swarî maşên bibûm û řoştibûm. beser çend şar û dêda û her kutbûm na, hêşta mawme. êwareyek lew şare biçûke dabezîbûm ke dar û berd û şeqam û kêw û deştî bo min nenasraw bû. řastî car car tebî’et yarî seyr eka û řwangey seyr exate berçaw. ew şewe le hodey mîwanxanekema řakşabûm û gwêm girtibû bo wituwêjî xełk ke beber pencerey hodekey mina tê’epeřîn. her dengêk ehat emwîst legeł dengêkî aşna hełîsengênim. pêkenînim ehat ke lew şare dûre beşwên dengî aşnada egeřêm, bełam her çîm ekird em nyazem le henawim pê dernedekira. lepiř derga kirawe û heykelî lawêkî lawaz xizîye naw hodekewe û leser textekey beramberim dirêj bû. bê ewe bom biřwanê le katêka cilubergekey da’ekend kutî: «le kwêwe hatûy?» dengî wek diłopey wirde baran le zewî dem wişkî tasebarîm çuwe xwarewe. maweyek gêj bûm. lam wabû le bîrekey pêşûma ke dengî řêbwaranî naw kołanim epşikinî bo dozînewey dengî aşna, ewende çûme pêşewe ke lêm buwe beřastî. lam wabû xew ebînim. bê guman piřşingî nîwe řengî çiray hodeke mawey ne’eda bizřikanî řengim bedî bika. lay wabû gwêm le pirsyarekey nebuwe. kemêk beriztir kutî: «le kwêwe hatûy?» bedûdłîyewe kutim: «ferhad!?» kutî: «bełê!» bełam paşan serî hełbiřî û wird besertapay minî řwanî. - «to lêre çî ekey?» kutim: «nazanim.» wek minałêk ke esbabî yarî lê gum bê û lepiř bîdozêtewe, şadî behemû leşya geřa û kutî: «toş řatkirduwe?» nemwêra biłêm le des çî, çunke emzanî tûře ebê û îtir namdiwênê. kutim: «bełê çeşne řakirdinêk.» kutî: «aferîn kuřî baş» û hesta le berpencereke kaseyekî hêna ke kemêkî aw têda bû. - «biřwane em awe le dwêşewewe lem bilûreda qetîs mawe, biřwane xerîke lêł ebê. ademîzadîş wehaye. zor le cêgayeka bimênêtewe egnixî.» kutim: «lêre kar peyda ebê?» kutî: «xełk le hemû şwênêk wek yek wan. eyanewê bijîn û bo jyan kar pêwîste. min lêre kar ekem. legeł karekema eřwanim, her kat tozî konî beser em şarewe binîşê lêy eřom, bełam êste direnge, ba bixewîn.»

beyanî katê hestam le cêgakeya nemabû. peřawe şî’rekey ke mabowe bedestimewe girt. çen dêř le ḧaşyekey nûsrabû. xetî ferhadim nasîyewe nûsîbûy: «hemû şit cwane bełam nek ta ser. tenya yek şite ke hemîşe tazeye, kar, kar ke cige le jyan manayekî tirî nîye. jyanî bê kar wek řojî bê beyan, wek qesîdey bê teẍezzul, wek hemîşe le cêgayeka manewe wehaye!»

le yadim nîye çend mang lew şare biçûke maynewe, bełam başim le bîre ke ferhad hergîz pêy leser zewî nebû. hemîşe etkut mîwanêkî bepeleye ke helî gîr kewtuwe le nexoşêk bipirsê. le berdergawe da’enîşt. le řoj bepele bû ke bibête şew û beşewa bo hatnî řoj çawî ebřîye pencereke, şebeqî beyan lêłayî leser labda...

ta ḧewteyekî tir bexwatan espêrîn.