hunermend endazyarî koşkî awatî gele

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  981 Dîtin

selam le gwêgrî be hest û hunerperistî bernamey tapo.

ta emřo sebaret behuner û hunermendî zor qise kirawe û besedan sîpare û peřaw le barey hunera nûsrawe û her nûser û lêkołerêk wîstûyetî le řwangey xoyewe seyrî huner bika, bełam herwek şa’îrî fars ełê:

yik niktih bîş nîst ẍim ’işq û ayn ’icbFarsî
az hir ziban kih mî şinum namkirir astFarsî

basî hunerîş her yek base, her basî cwanî û şikoye, bełam herkes beçeşnê betanupoy hunera eçê û le řwangey taybetî xoyewe eřwanête ser cîhanî bijwên û hemîşe beharî huner. ełêy huner koşkêkî berze behezar pencerewe ke her kam lew pencerane berew cîhanêkî cyawaz ekirêtewe. cîhanêk becengełêkî katî payîzewe ke gełařêzan řûy tê kirduwe û belûrey her kizebayek, gełayek besemay mergewe berew zewî şoř ebêtewe. cîhanêk bedeştêkî be guł xemłîwewe ke heta çaw biř eka sewz û sûr ekatewe, ełêy deşt kilkî tawse û çetrî engawtuwe û serî ew tawseş çyayekî berze ke beşanazîyewe berew xoretaw hełçuwe.

bełê huner emeye; bełam dîtnî ew cîhane bo hemû kes des nada, le řastîya cîhanî huner le gyan û hestî hunermenda xoy enwênê û henawêkî saf û bê gerdî gereke ta bibête awêney hestî hunermendane û ew cwanîyane ke leber wirdî û naskî berçawî xełkî asayî nayen lew awêneda derkewn; legeł eweşa hunermend çêşkeyekî parawî heye, her ademîzade û xawenî hemû hêz û hestêkî ademîzadîye, hunermend bezrêy huner leşî nebote poła. şikist û serkewtî heye, wek xełkî tir tenanet şiksitî le xełk tałtire û serkewtî şîrîntire. hunermend bê ewîn najî, wek masî bê aw hełnaka ca ew ewîne çi afret bê, çi tebî’et, çi şitî şikodarî tir, bełam hunermendî beřastî natwanê terîk bê le komeł. giryanî komeł firmêsk dênête ser çawî û pêkenînî xełk lêwî ekate gułzarî hezaran xunçey taze pişkutû. lapeřey sipî henawî wek awêne behenaseyek lêł ebê û ḧerîrî sipî hestî behemû pełeyek eşemzê, ca leber’emeye katê cîhan bedłî ew nesûřa, ekewête peleqaje, tengawtîlke ebê û lêredaye ke řêgay şa’îran leyek cya ebêtewe.

hendê bedîtnî yekem naḧezî û tûşbûnî yekem şikist hest eken îtir hemû şit dwayî hatuwe û leber’ewe ke hest bebê hêzî eka dête ser ew biřwaye ke le wizeyda nîye begij naḧezî û nabarî jyanda biçê û naştiwanê bê deng dabnîşê û hîç nełê, ya hogrî řeşî û tałî û dizêwî bê, xoy kenar egrê û xoy edzêtewe û goşegîrî ekate pîşe, ta bewatey xoy lanî kem ew lem bazaře şêwawey jyaneda sergerdan nebê û beşêk lew naḧezîyane negrête esto. hendêkî tirîş katê çawyan benaḧezî û ałozî jyan kewt lê ebřên berengarî nabarî bwestin û ta pêyan ekirê bergirî biken û hewł biden bo parastinî cwanî û başî, le řastîya herdûkyan yanî hem destey yekem ke hîwa biřawe û hem taqmî dûhem ke le têkoşandaye enałênin. yekemyan şînî mirdûyek egêřê ke îtir behîç barêk hîway zîndûbûnewey nîye, dûhemyan hawar eka bo řizgarkirdinî nexoşêk ke hêşta zînduwe û ekirê bedaw û derman çarî bikirê û bibêtewe ademîzadêkî saẍ û leş dirust.

şa’îr legeł xełkî asayîya tenya cyawazî leweda nîye ke cadûgerî bedesełatî herêmî witare û etwanê beteřdestî û pispořî gewherî wişe bihonêtewe, bełku gewretrîn cyawazî emeye ke şa’îr behestî tîj û çawî wirdibînewe zûtir hest bemebestî jyan eka û ezanê kam kosp û qorit û girê dête ser řêga. şa’îr nabête şa’îr ta le pêş hemû şitêka nebête komełnas, nebête nwêngey awatî sibeynêy komeł û mekoy zanyarî dwênêy komeł.

şa’îr betaybet şa’îrî emřoke îtir kot û bendî pêda hełkutin û şabaş wergirtin le dewrî dest û gerdinî nemawe, ebê serbexo bê le bîrkirdinewe û hestîya, le lêkołînewe û lêkdaneweya. ta dwênê şa’îr naçar bû bo jyan be kesêk hełbiłê û beşwên kesêka biřwa ke zor le huner bê beş bû, hełbet hebûn şa’îranî gewrey wek «nasir xusrew» û «ebul’ela» û «eḧmedî xanî» ke gewherî wişeyan nedexsite berpêy řêznegir û qedirnenasan, bełam ew şa’îrane le kemayetîda bûn lew kateda, bełam emřo şa’îr amancêkî tazey dozîwetewe û řaspêrîyekî nwêy kewtote ser şan. řaspêrî bo xełk jyan û le pênawî mirovayetîya mirdin; şa’îrî emřo ebê şareza bê bem řasteqîneye ke hezareha gwêgir betasewe gwêyan le witarî ew girtuwe û şa’îr naçare le asayî beriztir bêtewe, le hemû têkoşanêka hengawî yekem ew hełîgrê, hełbet em řaspêrîye hî gişt ew kesaneye ke beçeşnê ebne cêgay çawlêkirdinî xełk û qise û kirdeweyan le naw xełka layengirî heye û řewaye.

hunermend endazyarî koşkî awatî beyanî komełe; řiçeşkên û hander û řê pîşandere; şa’îrîş ke hunermendî herêmî witare, řazênerewey cîhanêke ke ebê komeł berew ew cîhane biřwa. xełkî asayî bekenar hezar dizêwî û naḧezîya bê ewe serinc biden û ew naḧezîyane hest biken tê’epeřn, tenya şa’îreke etwanê gahê beheřeşey wişey tirsêner û gahêkîş behîwa bizwandin û witarî agirîn xełk têbgeyênê ke ewey wa bê derbest bepenaya řa’ebûrin nabarîyeke ke taze xerîkî řîşajo û serhełdane û eger bijar nekirê beyanî ebête kospêkî piř metirsî.

şa’îr nîye ew kese wa wişe lîzge eka. ew kese hełbesteçîye nek şa’îr; şa’îr ta derdêkî nebê, ta biřwayek le derûnya nebê hewên û şepol neda, şî’ir nałê; katê derd ewende zor bû ke îtir dił û sîng û henaw hełî negirt, serřêj eka. em sêławe ke le kobûnewey hezaran serřêjî berbendî derd pêk dê, mezray hejar û cûtyar egeşênêtewe û małî çewsênerewe xapûr eka; bê guman her diłê ke derdî hebê enałênê, her zimanê ke biłêsey betînî diłî tê berbê dête witar û her witarê le naxî diłî bederdewe hestê, enîşête ser diłî xełk. «lang filu» şa’îrî emrîkayî ełê: řojêk tîrêk le kewanêk derçû berew fezay bê bin, hîç çawêk neydî tîreke le kwê kewte xwarewe, paş maweyek tîrekeyan dozîyewe ke le darêkî beřû hełçeqî bû, çunke tîreke le darî beřû bû; řojêk min awazêkim le jêr lêwewe zemzeme ekird, awazekem nîwe tewaw mayewe, paş maweyek her ew awazem le demî dostêk bîst lew cêgayewe ke min nîwe tewawim hêştibowe...

witarê ke řastî û cwanî binwênê bê guman leser komeł kar eka. ke wehaye bo nasînî şa’îr le pêşa bizane kê şî’rî exwênêtewe.

ta bernamey dahatû be xwatan espêrîn. şew baş.