şa’îr û ḧeqîqet û waq’îyet

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 8 Xulek  1537 Dîtin

selam le gwêgrî xoşewîstî bernamey tapo.

le bernamey pêşûda beşêkman le nûsrawêkî sitanford pêşkeş kirdin benawî ḧeqîqetî şa’îrane û ḧeqîqetî zanistî. kurtey bernamey pêşûman eme bû ke sebaret bekarî şa’îran û řadey te’sîryan leser komeł, biřway corbecor derbiřawe. felasefe û zanayan le řojgaranî zuwewe taqmî şa’îryan be başî nehatote berçaw. tawanbaryan kirdûn bedro û ya lanî kem kutûyane lêkdanewey şa’îrane dûre le řasteqîney jyan. basî eflatûnman kird ke beşa’îran ełê diroznanî zyan geyên û herweha basî dîfa’îyey erestûşman kird le şî’ir û kutman ke erestû, pispoř û bilîmetî cîhanî kon le bergirî namekeya ełê şî’ir le mêjûy nûsraw zyatir le felsefe nizîke. hełbet em qisey erestû hemîşe bote mayey diłmendibûnî mêjûnûsanî zanistî. mêjûnûsî zanistî mebest lew kesaneye ke bebarêkî zanistîyewe seyrî mêjûyan kirduwe û ’îllet û me’lûlî řûdawe mêjûyîyekanyan hełsenganduwe û tenya benûsînî weqay’ û řûdawekan, bê lêkdanewe û birdinewe seryekî ho û hel û hełkewtekan, besyan nekirduwe. lem mêjûnûsane etwanîn nawî «tusîdîd û gipbon» berîn. lam waye ke ew binaẍeye wa erestû behełpewe dayřişt řûkarekey lêkdanewey «cwanînasan» wate ’almanî ’îlmî cemał le de sałey dwayî sedey nozdeda pêk ehênê. «oskar wayłid» le nûsrawêkya enûsê: «huner, berzî û tewawî xoy le naw xoya des ekewê. newek le cîhanî dereweda. huner nabê beterazûy wêçûn û şebahet legeł şitî dereweda hełsengênrê. huner gułî wehay heye le hîç cengełêka des nakewê, bałdarî wehay têdaye ke le hîç baẍ û gułzarêka nîye, huner behezaran cîhan dirust eka û eyřûxênê û etwanê mang bedezûyekî sûr be’asmanewe hełwasê.»

hełbet em wateye legeł biřway erestû cyawazî heye; bełam seyr emeye ke hem erestû û hem oskar wayłid leser em mebeste pêkhatûn ke şî’ir herêmêkî serbexoye ne muste’merey şořş kirdû û cyawazî xwazî mêjû ya zanist.

beramber kirdinî şî’ir û mêjû le layen erestuwewe minî hêna ser ew bîre ke layenêkî tirîş hełdem lew biřwaye ke le pêşa kutim. zanayan qisey şa’îran bedro ezanin, taqmêkî zor le zanayanî dêrînenasî hewłyan dawe řasteqîney mêjûyî le peřawe ḧemasîyekanî cîhanî kon wek îlyad û odîse şwênewarî homêrî yûnanya bidoznewe. wayan danawe ke pyaw etwanê lew peřawaneda be’aşkira ewey wa řûdawî mêjûyye legeł ewey efsaneye leyek cyakatewe. lam waye ew taqme zana û dêrînenasane karyan beser şwênewarî şa’îranî wek bilîk, maytis, dante ya lwîs karołewe nîye û mebestyan ew peřawe şî’rîyaneye ke nîwe mêjûyîn wek kitêbî julîwis sizar nûsrawî şiksipêr.

homêr şa’îrî gewrey yonanî le ciłdî dûhemî peřawî îlyada qaymeyekî dûrudrêjî hênawe le fermanderanî yonanî şarî tiřowa legeł nawî ew deryayane ke pêyda hatûn û jimarey keştîyekanyan. hełbet ew wêjewanane ke le herêmî mêjûyîşa eyanewê lêkołîneweyan hebê, mafyan heye ew qaymey «homêr», benawî bełgeyekî mêjûyî bedestewe girin û byanewê le barey jyanî ew katey tiřowada ya barî jyanî pênsed sał lêrewberî ser zewî malsya behoy nûsrawekanî şiksipêřewe bizanin, bełam ebê emeş biłêm ke eguncê ew bełgane betewawî nadrust û serşêwên bin, betaybet le barey amar û jimarewe. çunke legeł eweşa ke şa’îr le řasteqîneyekî derewe îlham wer’egrê û esił û mayey dastan û sûjekey leser waq’îyet da’emezrênê, bełam zor gwê nadate wirdibûnewe le amar û jimare û řeqem. tenanet naw û herêm bew çeşne ke wîstî zanayane. şa’îr zortir hewł eda wişey be’aheng û mûsîqa hełbijêrê. bo nimûne katê nawêk belayewe cwan nebû ya herêmêk xawenî wişey naquła û leser ziman giran bû, eygořê. wate fořim û qalb û wişe zyatir belay şa’îrewe giringe ta naweřokî řasteqîne. bo ewey dîsanewe tûşî hełeyekî tir nebîn û wa nezanrê ke minîş şa’îran bedrozin da’enêm û mebestim lewe ke şa’îr dîwî derewey witarî belawe giringitre, gwaye eweye ke le witarî şa’îra ḧeqîqet nabînrê, baştire nimûneyek bihênmewe û mebesteke řûn bikemewe.

şa’îr řûdawêkî mêjûyî ke le serdemî şeřî selîba hełkewtuwe egêřêtewe. řîçardî şêrdił û selaḧeddînî eyûbî beşî here gewrey ew řûdawen. yanî dastaneke leser ewan egeřê. şa’îr ew dû nawe nagořê, bełam etwanê çeşnî řûdaweke bigořê. jimarey sipay selîbî û misułmanekan kem û zor bika. herêmekey wa şeř lewê qewmawe bigořê, wituwêjekan bigořê û zor şitî tir. çunke herwek le pêşa le zimanî erestowe kutman şa’îr řûdawekan wek hen bas naka, beçeşnê ke ekira û eşya bibin, basyan eka. deyca aşkiraye, ekira selîbî serkewtayen, ekira barî jyan le uřûpay ew kateda çeşnêk bwaye ke kilîsa destî ewende neřoyştibaye ke zorbey komełî uřûpa bixełetênin û şayanî wiłate uřûpayîyekan behîway wiłat girtin û tałan, han da bo leşkerkêşan. ekira selaḧeddîn ewende behêz nebwaye ke selîbîyekan şikist bida; tenanet le řwangey şa’îrêkî uřûpayîyewe ke pêwend û diłbestirawî heye begelekeyewe, baştir bû weha nebwaye. baştir bû lew şeředa uřûpa ser bikewtibaye û zanyarî şeřq û zûtir le ẍerba peregir bwaye.

nimûneyekî tir lewey ke şa’îr bo parastinî mûsîqa û ahengî fořim, jimare û eřqamî řyazî ekate qurbanî. zanayekî mîkanîk û fîzîk katê basî keştîyek eka ke «30» pêy le naw awdaye û «120» pêy le derewe û beser awekeweye mebestêkî fîzîkî heye û eřwanête ser qanûnî fîzîkî, çunke eger jimarey «30» û «120» nebê le barî fîzîkîyewe eguncê keştîyeke nuqim bê ya le beramber tofan û şepolî deryada baş řanewestê. bełam şiksipêř le nûsrawekeya benawî tofan katê be’arîl ełê bawkit sî pêy tewaw le derya çote xwarewe mebestêkî řyazî nîye û řenge her neşzanî ke eguncê ademîzad le qûłayî sî pêda tûşî qursayîyekî le řadebeder bêt. şiksipêř wişey «sî» hełbijarduwe, çunku belayewe le bîst û çil mûsîqay zyatre. herweha yîtis Yeats le şî’rî I nis free (ay nîs firî)da bê guman leber mûsîqay kelam û ahengî xoşî wişey 9 ełê: lewê no řîz lubya eçênim û pilûrêk saz ekem bo hengekanim. bo çî «yîtis»y şa’îr neykutuwe 13 řîz lubya û dû pilûr? bê guman leber nabarî wişey 13 û dû. eger ew şî’rane hî şa’îranî serdeme konekan bin wek safoya enakir’on Anakron wêjewananî dêrînenasî benawî řasteqîne naçar ew jimare û řeqemaneyan wer’egirt û bê guman le řabirdûy řasteqîney mêjûyîda tûşî hełe ebûn. eme bû ke le pêşa kutim nabê çaweřwan bikirê ke şa’îr xoy betewawî waq’îyetewe bibestêtewe. şitêkî tir, çone kurtî kemewe û biłêm ke şa’îr ḧeqîqet ełê, bełam ḧeqîqetêkî bê waq’îyet; kemtir wa ebê ke ḧeqîqet û waq’îyet le şî’ra yektir bigirnewe. hełbet em lêkdanewey min katê diruste ke êweş le manay ḧeqîqet û waq’îyeta biřwatan biřway min bê. min waq’îyet bew şitane ełêm ke êste wicûdî waq’î û berçawyan heye; wek sextî û zibrî berd ya kem nirxî ewîn le çaw serdemanî pêşû. bełam ḧeqîqetî berd tenya zibrî û sextîyekey nîye û kem nirxî ewîn belay minewe baş nîye, wate ḧeqîqet nîye le katêka waq’îyete, lewey ke kutim baş nîye şitêkî tirîşim bebîra hat bo manay waq’îyet û ḧeqîqet; waq’îyet ew şiteye ke êste heye. çi baş bê, çi xirap. çi cwan bê, çi dizêw. ḧeqîqet eguncê êste nebê, bełam eger hebû cwane; ewpeřî pakî û başîye. başî le řastîya manayekî tire le ḧeqîqet. waq’îyet emeye ke hejarî û birsîyetî û şeř le cîhana heye. bełam axo ewane bo hemîşe pêwîstin? ḧeqîqet emeye ke nexêr pêwîst nîn!

ta bernameyekî tir ke dîsan leser em base eřoyn bexwatan espêrîn.