şî’ir zyatir le felsefe nîzîke, heta mêjû

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  1265 Dîtin

selam le gwêgrî behest û hunerperistî bernamey tapo. le bernamey pêşûda kutman ke ḧeqîqet û řasteqîne le řwangey şa’îr û zanawe cyawazîyan heye, bełam hîç kam lem dû lêkdaneweye, wate lêkdanewey şa’îr sebaret beḧeqîqet û lêkdanewe û biřway zana beramber beřasteqîne, hełe nîn. herdûkyan bepêy biřwayan derk û têgeyştinêkyan heye. basî berengarî zanayanman kird beramber be şa’îran û kutman taqmî zana bedrêjayî mêjû berhełistî şa’îran westawin û layan wabuwe ke lêkdanewey şa’îr le řasteqîne dûre. eflatûnman benmûne hênawe û paşan basî erestûman kird ke yekem feylesûf û zanayek buwe řêzî bo şî’ir danawe û kutûyetî şî’ir le mêjû zyatir le felsefe nizîke. bełam kutman nabê çaweřwan bikirê ke şî’ir le barî amar û jimarewe şitêkî lê derkewê ke řûnkerewey řasteqîne û řûdawî mêjûyî û komełayetî bê. hełbet eme bełge nîye bo ewe ke şî’ir le paye û binaẍeşda karî beser řasteqînewe nîye, bepêçewane şî’ir hewênî le řasteqîne wer’egrê, bełam řasteqîney dewruber û řûdawî řojane û řabirdû le derûnî şa’îra řengyan egořê û betaray ’atîfe da’epoşrên. le bernamey řabirdûda kutman ke şa’îr wek zana û jimareger nîye ke hewł bida witekanî mû bemû, bê kem û zor legeł řasteqîney dereweda bêtewe. bo ew baseş mîsalêkman hênawe le şî’rî şa’îrêk ke ełê: 9 řîz lobya eçênim. le wêjey xoşmana zor car tûşî şitî weha ebîn. bo nimûne şa’îr bejnî yarî bedarêkî řast û berz teşbîh eka. lêreda řasteqîneyek le berçawî şa’îre, ke zana karî beserîyewe nîye. ḧeqîqetî berzî û terzî bejin û barî diłdar, ca ba nekirê bejnî hîç afretêk be’endazey çinar û sewł berz bê. şa’îr berzî bałay le berçawe nek endazey berzîyeke.

ca heta êre hêşta her baştire û baseke basî kemmî û çendayetîye. bejnî yar û berze û sewłîş darêkî biłind û terze. eme teşbîhî meḧsûse bemeḧsûs. wate leyekçiwandinî dû şite ke hest ekirên û berçaw ekewn. hem berzî dar dyare û hem berzî bejnî diłdar. bełam gahê heł’ekewê ke şitêkî me’qûl beştêkî meḧsûs teşbîh ekirê ya pêçewanekey. wate teşbîhî meḧsûs beme’qûl. lem dû cêgayeşda çunke yekê le «muşebbeh» ya «muşebbehun bîhî» hest kirawe, kareke sakartire. şa’îr ełê: «řoyştinî aw benaw cobara wek têpeřînî temen eçê.» teşbîhî meḧsûse beme’qûl. ya ełê: «xem leser diłim xermaney dawe», teşbîhî me’qûl bemeḧsûse. xem beçaw nabînrê, bełam xermaney dewrî mang ke dewrî egrê û tarîkî eka şitêkî berçawe û hest ekirê.

lew cêgayeda têgeyştin kemêk dijwar ebê ke me’qûl beme’qûl teşbîh ekirê; «ḧafiz» ełê:

silamî çu bwî xuş aşnayîFarsî
bidan mirdim dîdih ruşnayîFarsî

bonî xoşî aşnayî şitêk nîye belût hest kirê û herweha siławîş nameḧsûs û hest nekirawe. gilêney çawî řûnakîyş te’bîrêkî şa’îrane û nameḧsûse; gwaye řûnakayî çawî heye û ew keseş wa «ḧafiz» eçête siławî, gilêney ew çaweye. biřwanin hunerî şa’îrane çî kirduwe. řûnakayî cige le piřşing û nûr şitêkî tirî têda nîye; ezanîn ke řûnaktirîn beşî endam çawe, hem řûnake û hem řûnakkerewe; le çawîşa gilêne bekartirîn beşe bo dîtin, wate řûnakkirdinewey şit; ca eger le şitêk nefsî řûnakayî bê û lew leşeda çawêk hebê, bê guman çaweke le leşeke řûnaktire, wate řûnaktir le řûnakayî, ca gilêney ew çawe ebê çî bê?! řûnaktir û řûnakkerewetir le çawî řûnakayî!

dijayetî zana û şa’îr le naw wêjey farsîşa zor berçaw ekewê û tazetrînyan le layen eḧmedî kesrewîyewe bû beramber beşî’rî şa’îranî êran wek ḧafiz.

kesrewî peřawêkî nusîwwe benawî «ḧafiz çemî gwîd?» û lew peřaweda řexney seyr û nařeway girtuwe le ḧafiz. karim beser emewe nîye ke řexney kesrewî le şa’îran betaybet ew şa’îraney ke karyan mediḧ û pê hełkutne řexneyekî dirust û becêye, bełam wa der’ekewê kesrewî her le payewe bêganeye beramber beřaspêrî şî’ir û zor wird nebotewe le naweřokî komełayetî şî’rekanî ḧafiz û xoy lem řasteqîneye negeyanduwe ke îsti’are û îmaj gahê begwêrey barî komełayetî naçarîye bo şa’îr. wa dyare kesrewî lay waye ke şa’îr ya her kesêkî tir ewey wa belayewe dizêwe, ebê bîłê û eger tirsî heye le kutin, baştire hîç nełê û bewtey dapoşraw řêga le xełk neşêwênê. kesrewî le naw şa’îranî êranda firdewsî pesind eka û ełê şî’rekanî bo handanî demarî neteweperistî bekełkin. eme řaste, bełam eger firdewsî paş bûjanewey dûbarey hunerî êranî nehatbaye û barêkî sazawî wek derbarî meḧmûdî nebwaye xwa ’alim ke eytiwanî ya eywêra em şî’re handerane biłê yan na?! eger firdewsî paş hêrşî meẍûl bihatbaye û le naw gelêka bijyaye ke biřwayan bexoyan le des çuwe û tirs daygirtûn, axo le derûnya agirî nîştmanperstî her biłêsey ebû yan na?

ezanîn ke şa’îr barhatûy komeł û şeraytî kat û pêdawîstî komeł û mêjuwe. bo çî qesîde egořê beẍezel? wełamî em pirsyare sakare, eger bizanîn qesîde hî kam serdeme û ẍezel le çi katêka pêş kewtuwe. le bernamey pêşûda kutman ke gahê mêjûnas ya mêjûnûsî wêjewîst naçar ebê lew peřawe şî’rîyane ke sebaret beřûdawêkî mêjûyî ya ademîzadêkî mêjûyî nûsrawin kełk werbigrê.

ew mêjûnûsane ta çi řadeyek etwanin biřwayan bew peřawe şî’ryane hebê û pişt bibestin bew nûsrawanewe. eger ew peřawane nûsrawî şa’îranî cîhanî kon bin wek safo û enakîr’on bedû delîl ekira mêjûnûsan kełkî lê werbigrin:

yekemyan leber eme ke şa’îranî pêşû ta em řadeye ke êste baw buwe nyazyan bedapoşrawî û dûrkewtinewe le herêmî řasteqîne û waq’îyat nebuwe, çunke pêwendî jyan bem hênde piř pêç û qemç û girê û goł nebuwe, eme delîlî yekem. dûhemîş eme ke naçare mêjûnûs lem nûsrawe şî’rîyane kełk werbigrê, çunke bełgey tirî bedestewe nîye. legeł eweşa kełkełey hełekirdin her emênê.

ta bernameyekî tir ke dîsanewe leser em base eřoyn bexwatan espêrim.