ḧeqîqetî şa’îrane û ḧeqîqetî ’îlmî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1111 Dîtin

selam le gwêgrî beřêz û huner parêzî bernamey tapo.

gwêgranî beřêz zor car nameyan bo ême nûsîwe û gileyîyan kirduwe ke namekanyan wełam nedrawetewe û dyarîyekanyan le şî’ir û le nesir lem bernameyeda biław nekirawetewe. ême cêga û nîşanêkî řast û řewanman heye û zor belamanewe seyre ke çon namekan bedestiman negeyştûn. naçarîn biłêyn kemterxemî bote hoy em kare. ca çi hî post bê û çi hî hewałanman le kirmaşan. ême lew hawkarane le řaspêrî dabeşkirdin û nardinî namey gwêgrekanyan bo lêpirsirawan û nûseranî bernamekan le estoye dawa ekeyn îtir karêk neken ême şermezarî gwêgrekanman bîn. bełam baştir emeye, êwe ke name bo bernamey tapo enûsin be’adresî «taran, meydanî erk, řadyoy êran, beşî kurdî û benawî lêpirsirawî giştî kak mezherî xalqî ya benawî nûserî bernameke» binêrin û diłnya bin ke egate destiman. hełbet ême lem biřwayedayn ke tenanet gilekirdinîştan nîşaney lutfitane bebernamekeman, çunke ademîzad her gile le dostî eka. le her ḧałêka bernamekeman hemîşe amadeye bo hunernimayîtan le hemû barêkewe. hîç pêwîst naka ewey wa bo êmey enêrin, nûsrawêkî şî’rî û ya nesrî bêt. dab û destûrî wiłat û derbiřînî biřwatan ke em dab û destûre pêwendî be çi barêkî komełayetîyewe heye û têkeławî legeł huner û ’atîfeda çîye, xoy etwanê le êwewe bo ême dyarîyekî baş û hêja bê.

nûsrawêkî hêjay sitanfordiman des kewtuwe ke menûçêhrî ateşî, şa’îrî başî êranî werî gêřawetewe befarsî û ême kirdûmane bekurdî û pêşkeştanî ekeyn. nawî witareke emeye: ḧeqîqetî şa’îrane û ḧeqîqetî ’îlmî. em nûsrawe hewłî emeye ke řûnî bikatewe řasteqîne û ḧeqîqet le řwangey ’atîfewe cyawazî heye legeł ḧeqîqetê ke zanist eybînê û eynasê. hełbet em witeye bem manaye nîye ke ḧeqîqet xawenî dû řwałetî dijî yektire ya ewey wa ’atîfe beḧeqîqetî da’enê ya ew şite wa zanist beḧeqîqetî edate qełem yekyan ḧeqîqete û ewî tiryan dijî ḧeqîqete. sitanford eyewê biłê zanist û huner herdûkyan ḧeqîqet ebînin û eynasin bełam lêkdaneweyan û řwanînyan cyawaze. eme êwe û nûsrawekey sitanford.

dastanê sebaret be «wîlyam batlêrîytis», şa’îrî gewrey îngilîzî egêřnewe ke bebaşî cyawazî nêwan ḧeqîqetî şa’îrane û ḧeqîqetî zanistî lê der’ekewê. batlêrîytis şewêk legeł dostêkî zanaya da’enîşê û paş şêw xwardin bepêy bawî ew katey «dublîn» lê ebřên çend wirdeyek bebangkirdnî gyan wate îḧzarî eřwaḧewe xerîk bin. bo em kare şa’îr û zana û dostekanî tiryan le pişt pencerey hodekeyewe ke eřwanête ser şeqam řû ekene goyekî bilûrî û begoyekeda eřwanin. lepiř batlêrîytis bedengêkî cadûgeranewe dête qise û ełê min tapoyekî cadûyî û piřşingidar ebînim ke leser tepołkeyekî xakî sema eka. şikłî tirîş ebînim řengyan sûre, sewze, erẍewanîye ke bedewrî tapoyekeda dên û deçin. zana qisekey ebřêtewe û ełê ewey wa dête berçawî beřêz batlêrîytis piřşingî ew şitaneye ke le dûkanî dewafroşî ewpeřî şeqamekewe lem koblûrîyey eda. eger baş seyrî dûkaneke biken řîze butrîyek le dûkanekeda ebînin ke piřn le deway sûr û sewz û erẍewanî. xoretaw lewanî dawe û piřşingyan egeřêtewe bo ser em goblûrîye ke le berdemî ême danrawe. emeye tapoy piřşingidarî batlêrîytisî beřêz.

em cyawazî bîrubřiwaye şitêkî taze nîye. lemêje zanayan twancî weha egirne şa’îran. le sedey şeşemî pêş mîladda zanayanî wek «giznofan» û «fîsaẍures» şa’îranî wek «homêr» û «hêrîwid»yan bedroznitirîn ademîzad naw ebird. hîraklît eykut şa’îran leber eme ke le ḧeqîqet la’eden şaystey tazyane lêdranin. eflatûnîş le peřawey komarekeya îşaře eka bekêşey lemêjîney şî’ir û felsefe û şa’îran řê nadate naw şarî pakij, wate medîney fazîley xoyewe, çunke lay waye diroy zyan awer eken. hełbet eflatûn qubûłî ew diroyaney belawe giring nebû ke serçawey î’tîbar û hêzêk bin bo wiłat. êsteş zanayan têkřa ḧîsabyan key û kurteyek le biřwayan wergirî ebête eme ke şa’îran ya diroznin ya bedax û derdewe dûrin le řasteqîney jyan. emeye lêkdanewey giştî sebaret be şî’ir ke bê guman payeyekî dirustî nîye.

egêřnewe řojêk şa’îrêk le şî’rêka kutî le her wirdeyeka ademîzadêk ebê û yekêk emrê. jimaregerêk řexney lê girt û kutî eger eme řast bwaye, ebû ḧeşîmetî cîhan hergîz negořê, ne kem bêt û ne zor, le katêka weha nîye. ebû şa’îreke biłê le her wirdeyeka ademîzadêk emrê û yek ademîzad û 17/1y ademîzad le dayk ebê! bełê terazû emeye bo diroznî şa’îran!

řexnegran îtir hatûne ser em biřwaye ke bełê şa’îranî wek «yîtis» û «bilîk» şêtin, bełam lew şêtanen ke pyaw sergerm eken, bełam layengiran ełên şa’îran hêzêkî cadûyîyan heye û etwanin ew şitane bibînin ke xełkî asayî natwanê byanbînê.

dijî ew biřwayane ke hendê layengirî şa’îrin û hendê be şêt û diroznyan ezanin, mebestêk heye ke kemtir kes amadeye bo qibûłkirdinî, ewîş emeye ke şa’îr û zana le dû barî zor giringewe leyek eçin, pêş ewe em leyekçûne û em dû bare bas bikem pêm xoşe biřway erestû sebaret belayengirî le şî’ir le beramber hêrşî tundî eflatûnewe bo ser şî’ir bas bikem.

erestû ełê: «şî’ir behîç barêk diroy zyan awer nîye. şî’ir her basî jyanî xełke, her ḧeqîqete, bełam le řwangeyekî beriztirewe. şî’ir xełk ya řûdawekan weha ke hen û berçaw ekewn bas naka; bełku wehayan bas eka ke ekira bibin.» ya ebê bibin. erestû bem çeşne bergirî namekey le řaspêrî komełayetî şî’ir dirêje eda û ełê: «şî’ir le mêjû pitir barî felsefî têdaye û zortir le mêjû şyawî şîkirdineweye.»

ta bernameyekî tir ke dîsanewe leser baseke eřoyn, bexwatan espêrîn.