mirdin seferêkî dûrudrêje

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1488 Dîtin

selam le gwêgrî behest û hunerperestî bernamey tapo. tikaye gwê bigirin bo pexşanêk.

― «’ezîz! ’ezîz, řołe, direnge! heste kuřim. mela bangane!» ’ezîz hesta. bedem xokêşanewewe bawêşkî hatê. şew neytiwanîbû bixewê. bo meger ekira?! bira biçûkekey çend řoj bû le agirî yawêkî betîna wek pişko û polûy sûr egřa. pîrejnî awayîyeke eyankut kewtûyyetî. dwêşewîş ’ezîz xew neçûbuwe çawî. çirayekî fitîle leser kursîye şiřekey małyan esûta û dûkełî ekird. sêberî daykî ke memkî bê şîrî nabuwe ser demî awrînî korpekey û her lew bareş xewî lê kewtibû, leser dîwarî qurmawî hodekeyan semay ekird û etkut minałeke mij le memkî daykî eda. tenyayî û bêkesî piř bemałeke pengî xwardibowe. ’ezîz temaşay birakey ekird. beḧał henasey ehat. demî nîwe takî begoy memkî daykîyewe wişk bibû. ’ezîz hatewe bîrî ke katê minał bû, bawkî bezistanêkî sard her lem hodeye mirdibû. ’ezîz lepiř mûçřikê beleşya hat û çeq û çoyekî tîj têpeř be’endamya geřa. etkut têpeřînî çend sał beser ew zistane sardeda xwênî germî lawî ke êste le demarya egeřa neytiwanîbû řêgay bûjanewey sermay ew serdeme le derûnya bibestê. hatewe bîrî, wek xewnêkî bê řeng, ke bepêxwasî bedway termî bawkîya çûbuwe gořistan, kemêkîşî le tełqînî mela her le bîr mabû ke kutbûy: «mam homerî kuřî xat estî! to mirdûy, dû melayîke dêne serit û pirsyarit lê deken, xwat kêye? pêẍemberit kê? we kitêbit kameye?» leme zyatir bîrî biřî nedekird. ’ezîz dwêşew zorî bîr kirdibowe û le xoy pirsîbû xwa kêye? bełam zortir serî lê şêwa bû, berî beyanî ke ebê hestê û biçê befrî serbanî tewîley aẍa bimałê, bîrî eme ke beyanî zewadyan le małêda nîye bîxon, neyhêştibû wełamê bo pirsyarekey bidozêtewe. ’ezîz dwêşew hezar bîrewerî hêrşyan kirdibuwe ser mêşkî. bîrî xuda û bîrî nan û bîrî daykî ke lapêjî małî aẍaye. bîrî xoy û bira bîmarekey û le dway hemûyana bîrî şaguł.

hatewe bîrî ke řojêkî beharî paş hestanewey cût û kizirbûnewey zewî, xerîkî cûtkirdin bû. pole kiçêk bo şingikirdin hatbûne dawênî ew kêwe wa cê cûtekey aẍa le xwaryewe bû. kirasî sewz û sûryan leber nûrî xoretawa birûskey ehat û bebalore bangî taqmêkî tiryan ekird ke lewberewe bûn; hatewe bîrî ke lew kateda kuřî aẍa beswarî espêkî kwêt be řext û berey zêwewe lêy peyda bibû û behajey qemçîyek ewî le cîhanî ewîn û xeyał tarandibû û xoy kewtibuwe şwên kiçekan û nûzey be’astemî bira biçûkekey û çawî xewtêşkawî daykî ke benałey piř le derd û êşî korpekey kirabowe hewday xawî bîrewerî ’ezîzî pisandibû.

― «řołe ’ezîz bexeberî? bixewe kuřim, beyanî karit zore. erê kuřim pena bere bo xuda!»

daykî ’ezîz her ewendey kutbû û çawî mandûy leseryek danabowe. le sîmaya çewsaweyetî hezareha sał çînî hejar dehate berçaw. ew řwałete peřpûte etkut peykerey twance dijî serkewtinî mirovayetî. ’ezîz çawêkî bejûrekeda xişandibû. hêlegêkî hełwasraw û dû sê kase û kewçkî çêwî, gozeyekî sûr ke leber tîşkî nîwe řengî çiray fitîleda qaweyî enwand, destê

nwênî qed kiraw le goşey hodeke, dû wêney xeyałî le dû pyawî gewrey ayînî ke le naw gowarêk derhênra bû leber dûkełî naw mał řeş hełgeřabûn û îtir hîç. ’ezîz lewpeřî gêjî û kasîya bizeyek girtî. daykim deste nwênekey bawkimî pêçawetewe le goşeyeka daynawe. zor car dîwme ke le beramberya danîştuwe û leber xoyewe qise eka. lay waye bawkim yekcarî becêy nehêştûyn. ełê egeřêtewe. diłnyam egeřêtewe.

řastî mirdin çîye? berew kwê eçîn? řenge daykim řast bika; mirdin seferêkî dûrudrêje, bełam geřanewey heye. eger ademîzad bem sakarîye bimrê û îtir negeřêtewe çon ebê?! bê guman min bawkim ebînmewe. eger em minałe biçûkeş bimrê!...

lêreda ’ezîz neywêrabû beşwên bîrekeya biřwa. tenanet bexeyałîş diłî nehatbû mirdinî em sawa xwên şîrîne bihênête berçaw.

ew şewe têpeř bû û ’ezîz beyanî çûbû bebêgar befrî serbanî tewîley aẍay małîbû. berçayî nexwardibû û areqeyek ke begermî le leşî ehate derewe û xêra behenasey sardî bay zistan eybest û leser simêłî taze řwawî ebû besehoł, dyar nebû leber bê hêzî birsîyetîye ya şeketî karî bêgarî û řencî xesarî ya leber herdûkyan. bo meger hejar derdî yek û duwane? xwa neka meynet û çarenûsî řeş řêgay diłêk û tewêłêk bidozêtewe. wek qîlî keway sipî pêyewe enûsê û behîç barê berî nada, eme řêga û şwênî cîhane û «beře her le lay tenkîyewe edřê».

katê êwareyekî direng ’ezîz bezgî birsî û leşî manuwewe geřabowe bo mał, çawî bebray saway bîmar û leş bebarî kewtibû ke piřşingî jyan leser asoy lêwî kałewebûy xerîkî awabûn bû. daykî ’ezîz demî beřûmetî kał û kirçî korpeyewe nabû, eywîst le gyanî xoy beşî bida.

katê minałêk dê hetawêk hełdê; beharêk pê’ekenê û katê minałêk eřwa, řojêk awa ebê û gułzarêk şextey lê eda.

’ezîz le berderga hêzî ejnoy şika bû. wiłat le berçawî sûřa bû. gêj û xulî xwardibû û hêndêk paşan daykêkî hejar neyzanîbû bo korpey bigrî ya bo lawekey. kiřêweyekî tund, dergay nîwe takî hodekeyanî kirdibowe û gerdałêkî befrî řijandibuwe ser kewşkenî hodekeyan. le derewe dengî gizîrî aẍa ehat ke heray ekird: «beyanî herçî pyadey aza û kełemêrde, saz bê; xan eçê bo řaw.»

çipey dû kuř û kiçî ewîndar ke le berdergay ’ezîz û daykî biřyarî jwanî şewyan eda ehate bergiwê. pasarîyek le jêr pasarey małêk becrîweyekî nerim der’epeřî û bałî egirt bo řeşangî cê dangey řanemeřî awayî.

― «’ezîz! ’ezîz; kuřim! heste! kuřim mela bangane!»

’ezîz hesta bedem xokêşanewe bawêşkêkî da û leber xoyewe kutî:

― «nehatî xoşe, qurtekanî naxoşe.»feqîrî xoşe, qortekanî naxoşe.