jyan çîye?

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  7042 Dîtin

jyan çîye? ew dengeye ke le dûrewe dê û nerim nerim perdey gwêt elawênêtewe û tarî diłit elerênêtewe?! ya ew bone xoşeye ke le pirêskey nesîmewe epêçrê û leber henaset ekirêtewe, bê ewe bizanî řojêk hełdestî û eřwanî xoretaw herwek řojan le xorhełatewe serî hełdawe, wêney taze bûkêkî şermin û řûsûr bekirasî xaray zerdewe lencewlar eka. melî hełeşe û tîjbał beber pencerey hodeketa heł’efiřn û çeşnî dwêrdêkî tîj etłesî şînî hewa ebiřn. jyan tomar betomar bonî xoşî hîwa û lawî beserta epjênê û to behemû biřwayektewe ke xistûtete naw çwarçêwey ałtûnî zerdexendeyekewe, bexot ełêy «jyan çend cwane! siruşt çende diława û be dehende!?» to way le pena pêrs û çyay şîrin û cebel ḧemrîn û qendîlî ako û hełgurd!

jyan hemû watey berîn û yezdanî xoy egrêtewe. hest ekey hezaran sałe ejî. lew katewe ke tîrî to nêze bû le çawî hevałanî giznifon (Xenophon), lew katewe ke to kewłî asnigerîyeket kirde ałay keyanî û benîşaney hêrşî gerimit leser hemû çyayekî berzî wiłateket biłêsey agirî pak berz bowe û koşkî bêdadî «zuḧak»y mêşk xorî kird bexołemêş; lew katewe ke «ferhad» kewte naw gêjawî xeyaławî ewînî şîrînî «şîrîn»ewe.

to carêk «mem»y «alan»y, carêk «syamend»y, katê şadmanî, katê diłmendî; bełam hemîşe her bûy û êste ne to bê em xake tewawî, ne ew xake bê to etwanê bijî beparawî.

řojêk hełdestî, temêk tewawî mêşkit piř eka. le asmana beşwên xora egeřêy, le hewada çawit pel ekutê bo melêkî tîjbał, behemû hêzêkî hestewe xot miłas ekey ta çipeyek, cirîweyek, kurkey pêkenînêk, ya tenanet nûkey giryanêk pêt biłê: to mawî! to hey!

bełam daxêk û hezar efsûs, jyan îtir diłî lê nada, çawî nařwanê, lêwî zerdey tê nazê!

to hemîşe le bestênî deryayekî piř şepołda jyawî, şew belaye layey qurîngî deryayî û lawkî şepol serit nawete ser serîn, êste naçarî le kenarî golêkî lêł û lîxin danîşî û çaw bibřye çawî golî mirdû ke bê hîç cûłaneweyek teslîmî çarenûsî tał buwe û dûre le baweşî daykî derya, terîk le xanedanî aw, dwa henasey dawe û gořî tengî xak girtûyete ber gořewşar.

lepiř hest ekey hewr egirmênê, birûske eda û qemçî agirînî tewêłî pakî wiłateket heł’edřê, xele û xirmanit ke hîway sewzî hezaran kiştyarî řenicbere, eka bepûşî sûtaw. her małe qirmey dê, her minałe bedem zamî tełezmî bombawe enałênê û to ke hezaran sał jyawî, hest ekey leşt şeqar şeqar ebê û zûxaw leber birînit eřwa. tołe wek kargî jarawî begirmey hewrî fiřokey dujmin le naw demar û henawta ser heł’eda û demit bepanayî «gełî ’elî beg» ekirêtewe û herat beriztir le dengî hewregirme û nirkey fiřoke beřegî endamî nîştimaneketa egeřê. tołe, tołe... ezmeř û pêrs û qendîl wełamit edenewe: tołe, tołe... ew çepke gułe sûrey ke le dawênî çya çinîwte, ta bîdeye dest diłdareket, eyxeye ser gořî şehîdêk ke maweyek ber le bombaran zîndû bû û bepele eçowe bo lay mał û minałî çaweřwanî û leber xotewe ełêy: «tifengekem!» emeye řemzî manewet; to kilîlî telîsmeket dozîwetewe!

paş maweyek le pişt awayîy xapûrtewe berew baweşî penaderî çya heł’ebî û legeł polêk ekewî ke hemû yek ziman û yek zanyarî û yek aw û xak û yek xwên û yek řabirdûn.

pêşan siławêk û zerde girtinêk, paşan sirûdêkî têkřayî:

ey çya, baweşt humêdî germî gel!
ey çya, řemzî hat û hel!
berzî to, gořî dujminî!
sewzî to, asmane şînekey minî!
nanewê serit bebombî agirîn.
her bijî çyay sefîn û agirîn!

xwênî germ û geşî azadî becogey dem wişkî demarta egeřê û çeşnî bince gyayekî dûre aw egeşêyewe, dîsanewe hestî her bûn û her man leşt piř eka. to yekêkî û lecyatî gelêk pejaredar bûy û êsteş to her ew yekey û lebatî gelêk etewê ta ser lûtkey dûre destî azadî řêga bibřî, bem çeşneye ke to bedrêjayîy mêjû jyawî û leber tofan û ba û boran û befir û sexłet û serma westawî. pîredarêk le berambertewe ke hezaran şewî betof û sardî řoj kirdotewe. çyayeke řûbeřûte ke hezaran sêław beser sîngî sext û berdînya hatote xwarewe, bełam hêşta her mawin, çunke seryan bo mirdin şoř nekirduwe. leber xotewe ełêy: «min řołey çya, çon le çya kemtir bim?! çon leber tofanî gulle û bomba û leber hewregirmey fiřoke bibezim?!»

to ezanî tenya yek car bezîn, tenya yek car tirsan, kotêk exate gerdinit ke hergîz le destî řizgar nabî. bîr ekeyewe sê řêga heye:

yekem serkewtin û piř behemû deşt û dołî çya serberzekanit neřandin: «ey xobextikaranî pêşû, min serkewtûm, min řołey ḧełałî êwe bûm. darî xêr û xoşî û azadî berî hêna, dadgerîy serkewt.»

dûhem, kołnedan û mirdin, ke xoy çeşnêkî tire le serkewtin. sêhem, bezîn û serşořî.

bîrî teslîm henawit piř eka le bêzarî, çawî geşî kuřeket ke becantay piř kitêb le qutabxane egeřayewe û begulley dujmin bo hemîşe le řwanîn kewt, nîgay mîhreban û ewîndaraney xêzanit ke lejêr xanûy řûxawda bo hemîşe xamoş bû, emane û zor bîrewerî tirîş tenûrî demar û bêzarît taw eden û bê ewe bizanî kest bedewrupşitewe heye, yan na eguřřênî: «ne, hergîz, hergîz...» û asnî sardî tifenget destî gerimit elawênêtewe.